Festîvala Arîn bû derfetek ji bo balkişandinê ser jêhatiya jinê,ye

kurdistani 11:26 AM - 2017-05-28
Festîvala Arîn bû derfetek ji bo balkişandinê ser jêhatiya jinê

Festîvala Arîn bû derfetek ji bo balkişandinê ser jêhatiya jinê

Li kantona Efrînê duyemîn Festîvala şehîd Arîn Mîrkan a jina Ciwan,rola jina ciwan û nasnameyên jinê Efrîn û Helebê aşkere kir û bû derfetek ku jin jêhatiyê xwe derxin.
Di 23`vê mehê de çalekiyên Festîvala duyemîn di bin durişmeya "bi felsefeya Rêber Apo jina ciwan xwe birêxistin dike û hezkirina xwe ji welêt re bihêz dike"  dest pêbû,û 4`roja festîvalê bi beşdarbûna 300`jinên ciwan û nûnerên hijmarek ji saziyan û Rêxistinên Xweseriya Demokratîk dirêj kir.

Festîval ji bo aşkerekirin û derkirina rola jinê di warên Teknîkî û Çandî û Werzêşî de û ji bo dikarên xwe di pêşketinê vê waran de derkin,festîval hate damezrandin.Di dawiyê de Delar Dijwar endama Komîteya Amadekirinê  bang li hemû jinên ciwan kir ku ji bo avakirina Civakekî Azad û Demokrat dibe ku jin li ser dexwezên xwe û rola xwe di wê warêde rawestin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket