Zimanê suryanî ji nû ve vejîn dibe

kurdistani 11:29 AM - 2017-05-26
Zimanê suryanî ji nû ve vejîn dibe

Zimanê suryanî ji nû ve vejîn dibe

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Rojava bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ziman ji hewldanên tundekirinê rizgar kir, êdî her kes bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibe û dixwîne. Li dibistanên Kantona Cizîrê zimanên kurdî, erebî û suryanî yên fermî ne
Gelê suryan yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne. Di dema desthilardariya rêjîma Baas a nejatperest de, perwerdeyên bi zimanê suryanî tenê di dêran de dihatin dîtin. Bi şoreşa Rojava re parastina zimanê suryan yek ji armancên sereke yên vê şoreşê bûn.
Di serdemeke dirêj de, zimanê suryan wekî zimanê zanist, wêje û huner bi taybet li herêma Orfayê dihat naskirin. Li wê derê bi awayekî taybet yekem dibistan bi zimanê suryan hat vekirin. Zimanê suryan ji du zarevanên nêz hev, pêk tê, ya yekem suryaniya rojava; yanî aliyê rojavayê çemê Firat û ya duyemîn jî suryaniya rohilata y anî aliyê rojhilatê çem.
Alfabêya zimanê suryan ji 22 tîpan tevlî herektan pêk tê, ji aliyê rast ber bi çepê vet ê nivîsandin.

Bi pêvajoya Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Rojava re, parastina çand û ziman yek ji armancên şoreşê yên sereke bûn û bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û li gorî hevpeymana civakî, ji mafê her pêkhateyekî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û bi axive, li ser vê esasî gelê suryan dest bi belavkirina zimanê xwe kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket