′Divê zanista jinê di civakê de were rûniştandin′

kurdistani 10:28 AM - 2017-05-26
′Divê zanista jinê di civakê de were rûniştandin′

′Divê zanista jinê di civakê de were rûniştandin′

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, di vê çarçoveyê de Endamên saziyên jin hewl didin rola jinê di qadên fikirî û zanistî de pêş bixin.
Komîteya Jineolojî dewreyeke perwerdeyê bi beşdariya 50 Endamên jin ên saziyên sivîl û siyasî yên Kantona Cizîrê, di bin navê ″Şehîd Rozelîn Tetwan″ vekiribû. Dewreyê 4 rojan dom kir û têde semîner û dersên derbarê Jineolojî hatin dayîn.

Jin jiyane

Endama Rêveberiya PYD′ê Hediye Elî ku beşdarî dewreyê bûye, anî ziman ku jin tê wateya jiyanê û wiha domand: ″Tevî ku jinê di gelek milan de xizmeta civakê dikir, lê civaka di bin bandora zihniyeta desthilatehilatdar de ew biçûk û bêwate didît.″

Hediye anî ziman ku wan di dewreyê de rastiya jinê nas kir û wiha got: ″Bi pêşketina jinê, civak pêş dikevin. Divê em zanista jinê di civakê de bidin rûniştandin.‬ ‫‬

Hevserokatî gava yekem a parastina mafê jinê bû

Hediye diyar kir ku jinê di şoreşa Rojava de hêza xwe îsbat û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Tişta ku hîşt şoreşa Rojava bigihêje vê astê, pêşengiya jinê bû. Sîstema Hevserokatiyê ya ku li Rojava hat rûnişandin, gava yekem a parastina mafê jinê bû.″

Endama Rêveberiya Komîteya Jineolojî Zozan Sîma jî bal kişand ser girîngiya rûniştindina zanista jinê di civakê de û wiha got: ″Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê hat naskirin. Ji ber divê ev şoreş xwe bispêre zanista jinê. Di vê çarçoveyê de, divê dewreyên Jineolojî ji bo jinên bêne vekirin.″

Zozan her wiha got ku Komîteya Jineolojî gelek dewreyên perwerdeyê bi beşdariya 20 jinên ji Kantona Cizîrê, vekirine.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket