Rûsya û Tirkiye, kî bi kê dikene ?

kurdistani 06:04 PM - 2017-05-22
Rûsya û Tirkiye, kî bi kê dikene ?

Rûsya û Tirkiye, kî bi kê dikene ?

Piştî derbeya 15 tîrmehê di navbera Tirkiyê û Rûsya de peymanên stratejîk dest pê kirin. Navgîna van peymanan Erdnîgariya Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ye. Dema mirov li dîroka peywendiyên Tirkiyê û Rûsya temaşe dike, tişta ku wan bigîne hev nayê dîtin. Peywendiyên îro ti damarên xwe tune ne. Nêzîkbûna Rûs û Tirkiyê ji hev re mîna ku di aveke şîlo de masî bê girtin e. Ji ber nebûna hîmên çandî, dîrokî û siyasî mirov dikare bijê ev têkilî tenê di asta bazirganî û berjewendiyên aborî yên demî de ne. Ji bo vê yekê danasîna vê têkîliyê mîna çêkirina qesra li ser jemedê ye! Gelo di çarçoveya vê danasînê de tişta ku herî zêde Tirkiyê û Rûsya nêzî hev dike çi ye?

Bê goman fobya Tirkiyê ya li hemberî Kurdan li Rojavayê kurdistanê herî zêde li hesabê Rûsya tê, di heman demê de lawazkirin û tunekirina komên çekdar ên bi navê artêşa azad yek ji xewn û xeyalên Rûsya ye. Di bingeha nêzîkbûna Tirkiyê ji mesela Sûriyê re astengkirina pêşketina QSD`ê heye. Ji bo ku QSD`ê li hember faşîzma DAIŞ`ê asteng bike him di aliyê siyasî de û him jî aliyê leşkerê zextan li ser Rûsan dike. Bê goman ev siyaseta eşkere ya ji aliyê AKP`ê ve tê meşandin gelekî bi risk e. Di serî de ev rîsk li ser Tirkiyê û komên çekdar derbasdar e. Tirkiyê ji bo mirada xwe li hember QSD`ê pêk bîne û Kurdan bê îrade bike, “artêşa azad” kire qurbana vê siyasetê. Çekdarên ku berê namlûyên xwe dabûn rêjîme Sûriyê, pir bi erzanî berê xwe dan Tirkiyê û Tirkiyê ji dêvla vê artêşa azad careke din birêxistin bike û wan li hember rêjîma Esad bide şerkirin, berevajî vê yekê artêşa azad bê îrade kir û marjînal hişt. Helbet ev yek jî li gorî daxwaza Rûsya û Pûtîn e.

Helbete nêzîkbûna Rûsya ji siyaseta ser Sûriyê tê meşandin re, ne qut bû. Rûs jî ji bo ku armancên xwe bibin serî, li hember siyaseta qirkirina Kurdan li Rojava serî çemand. Bê goman Rûs jî ji bo ku qezencên xwe di Sûriyê de mayînde bike xwe kir êsîrê siyasete Tirkiyê. Li pişt siyaseta Rûsya li herêmê çend armancên veşartî û eşkere hene. Ji wan armancan yek; Rûsya ji bo Tirkiyê dûrî Amerîka bixe, amadeye hemû berjewendiyên Tirkiyê pêk bînê. Ji bo vê yekê çiqas Rûs xwe nêzî Kurdan dikin bi qasî vê yekê jî êrîşên hovane yên artêşa Tirk him hewayê him jî bejahî li ser kantonên Rojava zêde dibin. Dudu; Rûs di mijara lêdana Amerîka li ser Îranê de xwedî helweste, ji ber vê yekê hemû hewldanên Rûsya astengkirina Tirkiyê ye. Ango Rûsya naxwaze Amerîka û Tirkiyê di mijara Îranê de bi yek bin. Sisê; weke ku me di serî de anîbû ziman ku bingeha têlîliyên Tirkiyê û Rûsyayê aborî û bazirganî ye, ji bo vê yekê di hevdîtinên Pûtîn û Erdogan de xortkirina bazirganiyê mijara sereke bû. Li kêleka vê yekê vekirina xeteke nû ya gazê hat morkirin.

Li gor geşedanên siyasî li herêmê û lihevkirina herdu aliyên xwediyê berjewendiyên cuda li ser Sûriyê, nîşan dibe ku aloziya Sûriyê her diçe kûrtir dibe. Ev alozî çareya wê bi avakirina herêmên bi ewle “herêmên asta pevçûnê têde kêm e” birsgirêka Sûriyê mezintir dike û netew û civakên Sûriyê ji hev cuda dike. Helbet ji dêvla çareseriyê, kaos û felaketê ji Sûriyê re tîne.

Adnan MISTEFA

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket