Dîroka di îroyînê de veşartî

kurdistani 11:08 AM - 2017-05-22
Dîroka di îroyînê de veşartî

Dîroka di îroyînê de veşartî

Cangoriyên meha Gulanê
OLVA HAC MENSÛR
Meha Gulanê di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û avakirina Netewa Demokratîk xwedî wateyek pîrozwer e; Meha Şehîdan e. Yek ji pêşengên vê mehê jî Şehîd Haki Karar e.
Gulan meheke wiha ye ku di nav gelên Kurdistanê de weke “Meheke ku efsaneyên wê ji tîpên zêrîn hatine hûnandin” tê naskirin. Şoreşgerên ku di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane jî bi “Ruhê enternesyonal û netewperweriya li hemberî nijadperestiya sîstemên desthilatdarên Kurdistanê” navdar in. Mînakên wê jî têkoşer Haki Karar, hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Mehmûd Zengîn û Necmî Oner in; ku li hemberî hişmendiya dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan. Tekoşer Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Alî Heydiryan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Islamiyan ku li hember sîstema desthilatdar a Îranê serî rakirin, in. Li Iraqê jî têkoşer Leyla Qasim ku li hember desthilatdariya Sadam Husên têkoşiya re tacîdar dibe.

Pêşengiya Hakî Karar


Hakî Karar yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re ev meh di dîroka têkoşîna vê tevgerê de, watedar kir. Şoreşger Hakî Karar di sala 1950’î de li bajarê Ordu Albayî yê bakurê Tirkiyê ji dayik bû û li wir dibistana seretayî û navîn xwend. Paşê li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Hunerê xwend û di wan salan de ciwanên şoreşger nas kir û bandor bû. Di sala 1970′î de jî Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan û şoreşger Kemal Pîr nas kir.

Şoreşger Karar di 23 saliya xwe de (1973) de di asta Kordînasyona ADYÖD (Komeleya Hînbûna Bilind a Demokratîk a Ankara) de, berpirsyarî rakir. Ji gotinên têkoşer Karar di vê derbarê de: ʺEm ê bi riya têkoşîna gelê Kurd a ji bo serxwebûne bighîjin serkeftinê. Serkeftina şoreşa proletariya ya Tirkiyê bi doza gelê Kurd ve girêdayî yeʺ.

Karar di civîna Dîkman a Anqerayê a sala 1976’an de, biryar girt ku dev ji zanîngehê berde û biçe Kurdistanê. Di wê salê de çû Batmanê û ji wir derbasî Dîlokê bû.


Haki Karar, li Dîlokê demekê xebitî û doza gelê Kurd bi ciwanên Dîlokê dida naskirin. Di roja 18′ê Gulanê de şoreşger Haki Karar di hevdîtineke bi Stêrka Sor a bi destê MÎT a Tirk hatibû organîzekirin, bi xedarî hat şehîdxistin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesayeta şoreşgerê enternesyonal Haki Karar wiha nirxand: ʺHeval Haki Karar di sala dawî ya zanîngehê de, dev ji xwendina xwe berda û bê dudilî berê xwe da welatê me û xizmeta şoreşa Kurdistanê kir. Ji bo xizmete şoreşê bike xebatên rêxistinî dida meşandin û karê hemaliyê jî dikir. Bi mehan li ser yek cûre xwarinê jiyan dikir û bi felsefeya jaket û pariyekî dijiya. Ji bo mirovên derdora wî karibin kesayeta xwe perwerde bikin û ji taybetmendiyên xwe yên neyînî rizgar bibin, çavkaniya hêz û moralê bû. Bêyî ku cûdakarî bi her mirovekî re dixebitî. Her kesî dixwest bi wî re bijî û bixebite. Şehadeta heval Haki Karar em hejandin. Piştî şehadeta wî me biryara partîbûyînê da û PKK îlan kirʺ.

Têkoşer Mizgîn
Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962’yan de li gundê Bilêyder ê bajarê Batmanê ji dayîk bûye. Ew yek ji jinên despêkê yên ku tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibû. Mizgînê bi riya fermandar Masûm Korkmaz (Egîd) Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Di sala 1980’î de beriya derbeya 12’ê Îlonê têkoşer Mizgîn tevî komek hevalên xwe tevlî nav refên tevgerê bû.

Mizgîn di salên despêkê yên şoreşê de derbasî qada perwerdeyê ya Rêber Ocalan bû û di Akademiya Masûm Korkmaz de perwerde dît. Piştî perwerdeya bîrdozî û leşkerî di sala 1983′yan de derbasî Ewrûpa bû û li wir di xebatên çand û hunerê de cih girt û li wir navê Hozan Mizgîn wergirt. Mizgîn yek ji damezrênerên koma Hunerkom bû.


Hozan û têkoşer Mizgîn di sala 1990`î de vegeriya çiyayên Kurdistanê û li wir di fermandariya herêma Garzanê de hat erkdarkirin. Di 11’ê Gulana 1992’yan de li herêma Tatwan a Bakurê Kurdistanê di encama şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

LEYLA QASÊM
Jina Kurd Leyla Qasim di sala 1952’yan li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di sala 1971’an de li Zanîngeha Bexdadê, Sosyolojiya dixwend û li dijî sîstema desthilatdar a Sedam Husên tekoşîn dest pê kir
Leyla Qasim di 29’ê Nîsana 1974′an de ji aliyê leşkerên Sedam Husên ve hat girtin. Leşkeran bi riya êşkenceyê xwestibûn îradeya wê bişkînin. Her wiha biryara darvekirina wê jî dabûn. Lê Leylayê bi lehengiyek bê hempa li hember wan li ber xwe da. Ji ber vê êşkenceyê çavek wê kor bû.

Beriya were darvekirin, malbata wê diçe serdana wê. Leyla cil û bergên kurdî ji malbatê dixwaze. Di roja 12’ê Gulana 1974′an ku hat darvekirin, bi cil û bergên Kurdî rabû ser sêda.

PUKmedia/HAWAR

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket