Li Idlibê komên çete bi hev ketin

kurdistani 07:02 PM - 2017-05-17
Li Idlibê komên çete bi hev ketin

Li Idlibê komên çete bi hev ketin

Li bajaroka Sincarê ya gundewarên rojhilatê bajarê Idlibê di navbera çeteyên Cebhêt Fetih El-Şam û komeke nenas de, pêvçûn rû didin.

Li ser malperên tora civakî hat belavkirin ku li gundewarên Idlibê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û çeteyên Festeqim Kema Umêrt de pevçûnên dijwar rû dan.

Li aliyekî din jî hat zanîn ku li bajaroka Sincarê ya dikeve gundewarên rojhilatê Idlibê di navbera çeteyên Cebhet Fetih El-Şam û komeke nenas de pevçûn rû dan. Her wiha hat diyarkirin ku koma nenas dest danî ser bajarokê. Lê piştî pevçûnên dijwar, çeteyên Cebhet El-Nusra dîsa dest danîn ser bajarokê.

Derbarê vê komê de agahî hatin belavkirin ku navê wê Ceyş El-Fatihîne û di bin banê çeteyên Hereket Ehrar El-Şam El-Islamiye de tev digere.

Li aliyekî din jî hat zanîn ku çeteyên Cebhet Fetih El-Şam êrîşî barageha çeteyên Festeqim Kema Umêrt kirin û  Endamên xwe li ser sînorê Tirkiyê belav kirin.

PUKmedia/HAWAR

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket