Erdoxan&Trump; Serdana 14 demjmêran û hevdîtina 20 xulekan

kurdistani 11:42 AM - 2017-05-17
 Trump tenê 20 xulekan bi Erdoxan re dicive

Trump tenê 20 xulekan bi Erdoxan re dicive

 Trump tenê 20 xulekan bi Erdoxan re dicive

Piştî 14 demjimêr rêkê 20 xolek ji hevdîtina Erdoxan re hat diyar kirin

Li gorî rojnameya Alzeman ya Tirkî ku îro serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan wê piştî birîna 14 demjimêran bo yekemîn car ligel serokê Emerîkayê Donald Trump lihev bicivin.

Her weha Erdoxan xwe amadekiriye ji bo gotûbêjkirina gelek kêşe mû aloziyan ku ji wan jî ev in, mijara radestkirina Fethula Gûlan û dosyaya Sûrî û piştgiriya Emerîkayê ji Kurdan re ku gelek Enqera jê nerihet bû ye.

Li gorî Alzeman ku di wê serdana  ku rêka 14 demjimêran derbaskiriye de, tiştên gelek nelihev û nexweş heye ku ewe tenê wê dema hevdîtinê 20 xulekan be

Trump Bixêrhatîna Erdogan li Koçka Sipî Dike

Piştî heftîyekê ji biryara serokê Amerîka Donald Trump bi pirçekkirina Kurdên Sûrîyê, ew îro bixêrhatina serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan li koşka Sipî kir.

Biryare Trump û Erdogan sengîya danûstandinan bixin ser pirsên nakok û herwisan bi dirêjî liser hevkarîya derbarê pirsên Sûrîye biaxivîn.

Amerîka hêzên Kurdan yan YPG'ê bi hêza sereke di şerê dijî DAIŞ'ê dibine ku hêza herî xûrte di şerê azadkirina Raqe da.

Li dema Tirkiye, YPG'ê bi terorîst nav dike jiber têkelîyan wan digel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ewa b dema dehan salan di şerdaye digel Tirkiyê, heman demê Amerêka wê hevpeyman xwe ya di şerê lidij DAIŞ'ê dibîne.

Serokomarê Tirkiye biryara Amerîka vajî stratîjiya têkelîyên Amerîka û Tirkiyê nav kir. Li heman dem Erdogan di heftîya borî de dabû zanîn ku, seredana wî bo Washington wê bibe despêkeke nû jibo têkiliyên Tirkiyê û Amerîka.

Brett H. McGurk li Rojavayê Kurdistanê ye

Dîsan nûnerê USA`yê General Brett H. McGurk li Rojavayê Kurdistanê ye.
Nûnerê Emerîkayê yê Hevpeyana Navnetewî  li dijî DAIŞê Brett H. McGurk gihîşte Rojavayê Kurdistanê û ligel aliyên leşkerî û siyasî civiya.
Di wê civînên ku sazkiriye de, ligel berpirsên YPG-HSD- û rêvebirên Encûmena Sivîl yê Reqayê hevdîtin encam daye û wê serdana hinek cihên girîng ên ku di vê dawiyê de, hatine rizgarkirin û bajarê Trbqayê yek ji pilannameya nwî dibe.

Mela Bextiyar ji bo çekên YPG`ê spasiya Emerîkayê kir

Mela Bextiyar ji bo şandina çekan ji Rojavayê Kurdistanê re, spasiya Emerîkayê kir.
Di daxuyaniyeke xwe ligel kenalên kurdî de, berpirsê desteya kargerî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar ji bo biryara çakdayîna ji şervanên YPG`ê li Rojavayê Kuridstyanê, spasiya Emerîkayê kir.

PUKmedia-VOA-Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket