Roja zimanê kurdî pîroz be
kurdistani 03:44 PM - 2017-05-15Roja zimanê kurdî pîroz be
15`ê Gulanê Roja Zimanê kurdî li we tevahiyan pîroz be.
Di serî de, ji bo vê rojê, ez we tevahiyan bi Kurdî û Kurdistanî silav dik im.
Hersal di roja 15-5`ê Gulanê de, cejina zimanê zikmakî ya kurdî ye. Ev roj li hemû deverên dunyayêtê ku gelê kurd lê be tê pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyên her ziman perwerekî kurde ve tê pêşwazîkirin.
Ev pîroz ragirtin roja zimanê dayîk ya kurdî, tê wateya ku gel û netewa kurd di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de cihe xwe digrin ew jî xwedî vîn û daxwazeke bi wteye ji bo cihgirtin di nava wê civakê de.
Her weha gelê me yê Kurd jî yek ji wan gelên cîhanê ye ku çiqas bê xwedan ma be û bê bayexdan jî ma be, lê îro pêşxistin û parastina zimanê zikmakî Kurdî, ciheke xwe taybet di nava rêzên gelê me de heye û bi taybetî, di nava hemû rewşenbîr û zane û rêkxistinên me Kurdan de tê giranbuha kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, her çiqas li nav rêzên gel pêşketin û xweşdiliya xwendin û fêrbûna profesînal di derbarê zimanê Kurdî de heye. Lê mixabin ta niha ferheng û kultura Erebî di fikir û raman û nivîsên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste û nivîskarên me yên di facebook û malperan de dinivîsin zal û bi hêze.
Nîşana herî li ber çavan ewe ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk û facebook û yên din bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî û Zimanê Kurdî jî bi pila duyemîn carna jî kok tune diznin û di warên piraktîkî de jî bicîdikin.
Her part û rêkxistineke wê alî welat, daxuyanî û belavokên xwe yên sereke bi zimanê erebî belav dikin û ji dîtin û gotûbêjan ve bigre û heya vekirina kongire û konfirans û gelek tiştên din. Gelo ev tê çi wateyê..?
Ew kar, dê di demên pêş de gelek ziyan bighêje bi pêşeroja zarok û nifşên nû li Rojavayê Kurdistan ê.
Lê tiştê here xweş ew kes û aliyên ku zimanê Erebî didin pêş, bandorên wan li ser civaka me yê Rojavayê gelek lawazin, her çiqas du partiyên Kurdî yên Rojavayê nirx û girîniyeke taybet dane zimanê Kurdî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Lê heval û alîgirên wan di warê kirdarî de, bi cî nayênin û bi taybet li ser facebook û malperan.
Ez bi vê rojê tevahiya Rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste, nivîskar û siyasetmedar û çalakvanên me yên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dik im ku êdî girîngiyê bidin zimanê dayîk.
Tiştê ku niha min digeş dike ewe ku Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê, girîngiyeke pir mezin ûş taybet daye bi zimanê kurdeî û êdî dibistan bi giştî bi pileya yekemîn zimanê kurdî tê. Ez dikar im bêjim ku ev pêngav bi serê xwe şoreşeke serkevtî ye û wê bibe bingeha dîrokeke nûjen û serrastkirî ji bo dahatoya nivşên nûh ên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku wek tê zanîn ku rêxistina navnetewî ya ser bi Neteweyên Yekbuyî ve((UNESCO)) ku di roja 17-11-1999`an de, roja 21`ê Reşemî `yê, bi “Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê” binav kir û pejirand û kir bi Cejna Zimanê Zikmakî ya Navnetewî. Lê ya gelê me kurd jî, roja 15 Gulanê, wek Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Kongireya Netewî Kurdistanê (KNK)ê ve hatiye destnîşankirin ji sala 2006`an ve bi fermî tê pîroz kirin.
Ew jî ji ber roja ku yekemîn car kovara HAWAR`ê li bajarê Şamê paytexta Sûriyedi sala 15-5-1932`an de, hatibû weşandin û bi zimanê kurdî latînî nivîs û şirove û nûçe û hewalên Kurdistanê ji gelê kurd re dest bi weşanê kiribû.
Werin em gotinên dîrokî yê Mîr Celadet Bedirxan, ku di kovara Hawarê de,di hejmara (40) sala /1942 li bajarê Şam hatibû weşandin bişpînin.
((Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..)).
((Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
- Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin))
Mîr Celadet Bedirxan..
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23