Zanîngeha Efrînê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

kurdistani 07:08 PM - 2017-05-14
 Zanîngeha Efrînê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Zanîngeha Efrînê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

EFRÎN – Zanîngeha Efrînê bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi beşdariya rewşenbîr û nivîskaran,  li qada zanîngehê şahiyek li dar xist.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, helbestvan, dîroknas û nivîskarên Kurd wekî Cegerxwîn, Melayê Cizîrî û Roşan Bedirxan hat xemilandin.

Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Desteya Çandê, KPC-D, NRLS, Yekîtiya Êzidiyan, PYD′ê, Partiya Yekîtî, TEV-DEM′ê, Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk, xwendekarên zanîngehê û yên peymangehên pîşeyî, amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya zanîngehê Ehmed Yûsif axivî û zehmetiyên ku gelê Kurd ji bo axaftina bi zimanê dayîkê dîtine, wiha anîn ziman: ″Em vê roja dîrokî li gelê Kurd pîroz dikin. Di dîrokê de gelê Kurd rastî gelek êrîşan hatin, ev êrîş bi armanca helandina zimanê Kurdî pêk hatin. Lê gelê me yê Rojava bi ruhekî fedayî bersiva van êrîşan da.

Seroka beşa kolêja wêjeyê ya zanîngehê Rohan Mustefa jî diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî gelê Rojava kir, da çanda û zimanê Kurdî ji holê rake û wiha domand: ″Di şoreşa Rojava de şoreşa ziman gur bû û me j bo fêrbûna zimanê dayîkê gelek saziyên zimanê Kurdî û zanîngeh vekirin. Her wiha zimanê Kurdî li dibistanan jî hat dayîn.″

Piştre zaroka bi navê Nesrîn Kel Dado (9) helbestek derbarê zimanê Kurdî û berxwedana gelê Kurd a li hember êrîşên dijmin de, got.

Di berdewama şahiyê de, herdû xwendekarên kolêja wêjeya Kurdî Medya Berekat û Hind Ebdullew jî, derbarê zimanê Kurdî de helbest xwendin.

Her wiha komên stran û dîlanê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Kantonê hunerên xwe pêşkêş kirin, komên girêdayî Yekîtiya Rewşenbîran jî stranên xwe pêşkêş kirin.EFRIN-BI-HATINA-ROJA-ZIMANE-KURDI-ZANINGIHA-EFIRNE-SAHIYEK-LIDARXIST1 ‫(148111876)‬ ‫‬

Xwendekarê bi navê Nûrhat Hesen jî peymanên pîrozbahiyê yên ″PYD, Meclîsa Rêveber û Meclîsa Zagonsaz″ xwendin.

Di dawiya şahiyê de, hunermend Bengîn stranên şoreşgerî gotin, xwendekarên kolêja wêjeya Kurdî şanoyek derbarê jiyana hevbeş de pêşkêş kirin, koma zanîngeha Efrînê stranên li ser zimanê Kurdî gotin û govend hat gerandin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket