Ji 'penaberên' anîne Kurdistanê re perwerdeya çekdarî tê dayîn

kurdistani 12:36 PM - 2017-05-12
Ji 'penaberên' anîne Kurdistanê re perwerdeya çekdarî tê dayîn

Ji 'penaberên' anîne Kurdistanê re perwerdeya çekdarî tê dayîn

Rejîma AKP'ê, bi rêya komên ku di bin navê 'alîkariya ji bo penaberan' de bi taybetî neqandiye, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne û Kurdistanê bike leşkergeh.
Rejîma AKP'ê, bi hezaran Afgan, Çeçen, Ozbek û Qirgizên bi taybetî neqandiye, li malên TOKÎ yên li navçeya Erdîş a Wanê bi cih kiribû. Bi sedan ji van kesan, piştre li gundê Ûlûpinar ê Erdîşê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku PUKmedia`yê ji jêderên navçeyê bi dest xisti ye, bi qasî 200 Ozbek, Afgan, Îranî û Erebên ji 20 heta 40 salî, li Tûgaya Leşkerî ya Erdîşê tên perwerdekirin. Tê gotin, ev kesên navborî her sibehê saet di 07:00 de diçin Tûgaya Erdîşê û li vê derê perwerdeya leşkerî dibînin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket