Qada sporê bi rengê jinê dixemile

kurdistani 11:44 AM - 2017-05-12
Qada sporê bi rengê jinê dixemile

Qada sporê bi rengê jinê dixemile

 Xwendekarên dibistanên navîn û seretayî yên navçeya Raco yekem tîma fotbolê ya jinên ciwan ava kirin, di maçên fotbolê de gelek serkeftin bi dest xistin û qada sporê bi rengê jinê xemilandin.

Tîma fotbolê ya jinên ciwan ji aliyê xwendekarên navçeya Raco ve hat avakirin, da qada sporê bi rengê jinê bixemile.
Tîma jinên ciwan li Kantona Efrînê li hember tîmeke xortan lîst û gelek serkeftin bi dest xistin. Her wiha bi awayekî aktîf beşdarî festîvala çand û sporê bû.

Endamên tîma jinan a fotbolê heftane du rojan perwerdeyê dibînin.

Di vê derbarê de, kabtin Nûra Mihemed Zû (17) diyar kir ku tîm li ser daxwaza jinên ciwan hat avakirin û wiha got: ″Armanca me ji vê yekê ew e ku qada sporê bi rengê jinê bixemile. Me di gelek maçên fotbolê de, serkeftinên mezin bi dest xistine.″

Nûra anî ziman ku pêdiviya wan bi alavên wekî cil û pêlavên sporê heye. Di vê çarçoveyê de, Desteya Ciwan û Sporê banga alîkariyê kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket