Daxuyanî di derbarê biryara Amerîka ya çekdayînê ji bo YPG

kurdistani 07:04 PM - 2017-05-10
Rêdûr Xelîl....

Rêdûr Xelîl....

Biryara Koşka Spî ya Amerîka ya biçekirina YPGʹê ku bi awayekî fermî pêk hat, tevî ku hinekî dereng hat, lê biyarek di cih de ye û nîşaneya baweriya ku helwêst û şerê Yekîneyên me ku li şûna hemû cîhanê li dijî hemû cûreyên terorê û di serî de DAIŞʹê şer dide meşandin, pêk hat. Şerê me yê li dijî terorê ji beriya 5 sal û nîvan ve hîn jî didome. Di hemû eniyên şer de gelek serkeftin hatin bidestxistin. Çi serkeftinên di qonaxa yekem ku bi hêza me û li gorî derfetên me pêk hatin, çi jî destkeftiyên ku bi dema alîkarî û kordîne bi Koalîsyona Navdewletî re hatin bidestxistin. Ji hemû cîhan re û ji Koalîsyona Navdewletî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka serkêşiya wê dike diyar bû ku YPGʹê di rêza yekem a şerê li dijî terorê disekine. Ne biçekirina wê heta niha kêmaniyek demdirêj a derheqê hêzên me de bû.
 
Ev biryara rast a biçekirina Yekîneyên me îdayên ne rast ku li ser Yekîneyên me û hêzên me dihatin derxistin û rola wan di şerê li dijî terorê kêm dikirin red dikin.
 
Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve û piştî biryara çekirina hêzên me ya dîrokî ku pêk hat, dê Yekîneyên me roleke mezintir û bi bandortir di şerê li dijî terorê bigre û bi hêzeke xurt dê şerê terorê bike. Ji ber ku ev biryar û pêkanîna wê dê hêzeke pêşketinê bide hemû hêzên demokratîk ên ku şerê terorê dikin û dê encamên mezin û bi lez bi xwe re bîne.
 
Yekîneyên me vê biryarê dîrokî erênî dinirxîne û radighîne ku dê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî dê karibe hêzên tarî têk bibe û rê ji avakirina Sûriya Azad ku bi destê hemû pêkhateyên xwe bê cûdahî bê avkirin vebike.
 
Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl

PUKmedia-YPGrojava

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket