Gera dîrokî li Rojavayê Kurdistanê-2-

kurdistani 04:36 PM - 2017-05-08
Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê

Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê

*Rojava sembola azadiyê

Li Rojavayê Kurdistanê min di gera xwe de, gelek pêngavên girîng û giranbuha dîtin.

Li Rojavayê Kurdistanê pêşketinên mezin û dîrokî pêkhatine û berdewam in.

Hinek ji wan pêngav û pêşketinan, di xizmeta tevahiya mirovahiyê de ne û hinek jî taybetin bi gelê kurd û hinek jî taybetin bi pêkhatên din ên ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dijîn.

Li gor rewşa giştî ya li Sûriye, mirov dikare wan pêngav û pêşketinên li Rojava pir mezin û girîng binirxîne. Ji ber ku li navçeyên din ên Sûriye û bo taybetî ên di bin desthilatdariya rêjîm û komên çekdar ên ser bi opozisyonê ve, ku rojane komkujî û wêrankarî û binpêkirina mafên mirovan tê de pêktên û koçberiya bi komî û birçîbûn û her tişt.

Ev rewşa li Sûriyê heye, li Rojava û bakurê Sûriyê yune ye.

Ji ber ku hêzên asayîşê û ên YPG-YPJ-HSD'ê parastina xelkên deverê dikin û wan giştikan bi bê cudabûn wekhev dibînin ligel rêzgirtin li mafên mirovan jî.

Li Rojava yasa serwere ne desthilat û partîtî. Ne rola êl û ne jî rola xizim û ne jî rola navçegeriyê heye, tenê yasa serwere.

*Serdana min ji bo Girê Sipî û Eyn Îsa û Kobanê

Ez demjimêr 7ê sibê hatim agahdarkirim tako ligel otombîla ku wê biçe Kobanê birêkev im, demeke kin heval endamê rêveberiya giştî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Helzewar Mîtanî otombîl amade kir û ez birim bajaê Amûdê û li wir ez û hevseroka Mecîlîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed û endama rêveberiya peywendiyên MSD`ê Nûjîn Yusif ber bi Kobanê çûn.

Em beriya Kobanê çûn bo serdana Eyn Îsayê û Girê sipî û înca em vegeriyan bo bajarê Kobanê.Em bi hêvarî gihîştin Kobanê û bi sibê re, em tevlî salvegera roja jina cîhanî bûn.

Di wê ahengê de, min piraniya hevalên rêveber û şervan û wezîrên hikûmet û serokê hikûmeta Kobanî jî dîtin ku çawa bi germahiyeke pirpêşwazî li min kirin ku di nav wan de, serokê kantona Kobanê, Enwer Muslim, Cîgirê wî Xalid Berkel, wezîrê berevaniyê xalê Ismet Şêx Hesen,wezîrê karûbarê şaredariya Kobanê Mistefa Ebdî jî hebû

*Nêrînên cuda ên pêkhatan li Rojavayê Kurdistanê


Piştî gera min ya li piraniya deverên Rojavayê Kurdistanê, min hi8nek hevpeyvîn û guhdarvîn ligel xelkên deverên cuda cuda ên li kantonên Rojavayê Kurdistanê kir û ez dixwez im wek beş beş di maplera PUKmedia`yê de bidim weşandin.
Dema ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bûm, ez hîn jî baş li rewşa nûh ya jiyan û vejîna xizmetgûzarî û liva navjiyanî ya gelê me li wan deverên cur bi cur nebibûm. Lê piştî ku min li , nava deveran û hevdîtina bi xelkê re dest pê kir, min êdî hinek ji rastiyan têghîştim û min rastiya têgehên ku di rêxistin û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de, heye, ji nêzîk ve şopand.

Risipiyê Pêkhatê Çerkes

Her di barê dîrok û rewşa berê û ya nûh li Munbicê, yek ji risipiyên bajarê Munbicê ku ji kevin ve, xwedî rol û deng û kesayetî bû, Hecî Riyad Çerkesî nêrîn û axiftinên xqwe di wê barê de, bi zelalî anî ser ziman û got; Bajarê Munbicê yek bajarên xwedî cihê stratîjîk û her di destpêkêî avakirina vê bajarî de, pêkhatên Çerkes wek yekemîn pêkhat ku hatin vê deverê û dest bi avakirina bajêr kirin.

Hecî Riyad di axiftina xwe de, tîşk xizt ser rola pêkhatên Çerkes ligel Kurdan ku di dîrokê de, herdu pêkhat ji hev du nêzîk bûne û dost û mirovên herî nêzîkî hev bûn e. Lê afrênerên bajarê Munbicê, her Çerkes bûne. Ji ber ku n, Çerkes ji ber rewşa ewlehiya xwe, parastina jiyana xwe, neçar bûn ku berê xwe bidin Sûriyê û li Heleb û deverên Cereblûs û Minbicê nîştecîh bûn.

Di wê barê de, mamoste Ednan Xoce ElHesenî  ku ji kurdên Munbicê ye û risipî û nûnerê kurdên Munbicê di encûmena zagonan de ye, aşkire kir ku rewşa gelê Munbicê bi kurd û ereb û çerkes û turkman ve, ji berê gelek baştir e û serbarî şer û aloziyên ku rûdane, îro li Munbicê rewş ber bi aramiyê ve diçe û êdî xelik li rastiyan têghîştiye û ti carî ew aloziya ku di van 6 salan de, bi ser xelkên Sûrî hatiye, ji bîr nabe û wê di demên pêş de, wek rûpelên nûh bêne vekirin tako êdî xelik ji îro û pê ve geşbîniya jiyanê, berferehtir bike û xwe ji bo vejandina hemû biwarên jiyanê amade bike. Elhesenî dibêje, rewşa îro bi sêbera Hêzên Sûriya Demokratîk gelek baştir e û wê her roj ji rojê baştir bibe.


Her weha serokê encûmena zagonan Faroq ElMaşî wek risipiyê Munbicê jî, wiha nêrîna xwe anî ser ziman; Piştî ku Munbic ji çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin, vejîna jiyaneke nûjen di hemjû biwaran de, dest pê kir.
Elmaşî di gotinên xwe de, wiha ron kir; Em wek xelkên Munbicê vê rojê bi rojeke gelek watedar dinirxînin û bi taybetî piştî ragihandina Rêveberiya Munbicê ya Sivîlî û Demokratîk em ketin qonaxeke nûh û watedar û ji me tê xwestin ku em hemû xwedî li van destkevtan derkevin û xwe parêzvcanê serkevtin û destkevtên ku bi xwîna şehîd û nemiran hatine holê biparêz in.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket