Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ên Ewropa hate damezrandin

kurdistani 12:19 PM - 2017-05-08
 Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ên Ewropa hate damezrandin

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ên Ewropa hate damezrandin

Kongreya damezrandina Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa), bi beşdariya gelek delege û mêvanan duh li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Kongre bi dirûşma "Bi jina azad ber bi Şengal a azad û demokratîk ve" pêk hat û diyarî Şehîdên Şengalê û Qereçoxê hate kirin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta jî peyamek bi dîman ji kongreyê re şand û destnîşan kir, ku rêjîma faşîst a Tirk bi aweyek berfireh hewil dide civaka Êzidî tine bike.

Di vê çarçoveyê de Avesta destnîşan li ser girîngiya rêxistinbûna jinên Êzidî, bi taybetî yên li Ewropayê kir.

Delegeyên kongreyê kêmasiyên xwe nirxandin û ji bo serdana penaberên Êzidî yên li Ewropayê bê kirin û alîkarî ji wan re bê dayîn, biryar hat dayîn komîteyek were avakirin

Di dawiya kongreyê de Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî li Ewropayê (TAJÊ-Ewropa) hate ragihandin û 52 jinên ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimire xiyanet" û "Bijî Êzîdxan" qediya.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket