Malbatê keça xwe ji nava pençên çeteyan rizgar kirin

kurdistani 08:31 AM - 2017-05-08
Malbatê keça xwe ji nava pençên çeteyan rizgar kirin

Malbatê keça xwe ji nava pençên çeteyan rizgar kirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker keçeke ciwan ji bajarê Babê revandin û 3 milon L.S ji malbata wê ya xwestin da wê berdin,Piştî ku malbatê pere peyda kirin, keça xwe ji nava pençên çeteyan rizgar kirin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker kiryarên ne exlaqî li dijî jinan û welatiyên herêmên Şahbayê dikin û Piştî ku çeteyan keça ciwan a bi navê Îman Mislim revandin,  kuştin, vê carê keçeke ciwan a 20 salî ji gundê Berşaya yê girêdayê bajarê Babê revandin û 3 milyon L.S ji malbata wê ya belengaz xwestin da wê berdin.

Malbatê bi alîkariya xizmên xwe, pere peyda kirin û keça xwe ji nava pençên çeteyan rizgar kirin, lê şopên îşkenceyê li ser laşê  xuya bûn.

Yekîtiya Jina Azad  a herêmên Şahbayê bang li Saziyên Jinan kir ku jinên li herêmê rizgar bikin û mafên wan biparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket