HPC-Jin li hember êrîşên dewleta Tirk xebatên parastinê xurt dikin

kurdistani 08:49 AM - 2017-05-07
HPC-Jin li hember êrîşên dewleta Tirk xebatên parastinê xurt dikin

HPC-Jin li hember êrîşên dewleta Tirk xebatên parastinê xurt dikin

 Jinên Kantona Efrînê yên Kurd û Ereb ên ku di nava HPC-Jin de cih digirin, bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker re, xebatên parastina hundirîn xurt dikin û dane zanîn ku wê bi vê yekê  piştgiriya şervanên YPG/YPJ′ê dikin.

HPC-Jin di îlona sala 2015′an de, hat avakirin û hejmara Endamên gihîşt 400 kesan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 26′ê nîsanê ve bi dijwarî êrîşî gund û navçeyên Kantona Efrînê dikin,  her wiha artêşa dagirker tevgera xwe û hêza xwe ya leşkerî li ser sînor zêde kiriye, erdên Kantonê dagir dike û dîwarê şermê lê dike.

Bi zêdebûna êrîşên li ser gundên Kantonê re, jinên Kurd û Ereb ku cihê xwe di nava HPC-Jin de digirin, xebatên parastinê xurt kirine û bi koordîneya bi Komînên Jinan gund û taxên xwe diparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket