Jin xwe di fotbolê de pêş dixe

kurdistani 11:45 AM - 2017-05-06
Jin xwe di fotbolê de pêş dixe

Jin xwe di fotbolê de pêş dixe

Tîma Fotbolê ya Jinan a Cûdî ku ji 16 lîstikvanan pêk tê, li ser asta Kantona Cizîrê bi serketiye, Tîma Cûdî xwe amade dike ku beşdarî Lîga li ser asta Kantona Cizîrê bibe.
Li ser daxwaza jinên ciwan, Yekemîn Tîma Fotbolê ya Jinan bi navê Tîma Cûdî di Sibata 2016‘an de li bajarê Girkê Legê hate avakirin.

Tîma Cûdî bi tevlîbûna 10 jinên ciwan ku temenên wan di navbera 12 û 16 salî ne hate avakirin.

Perwerdevanê Tîma Cûdî Lava Hisên anî ziman ku ev tîm li ser daxwaza jinên ciwan hate avakirin û got: “Di hefteyekê de 3 caran perwerdeyên fotbolê tên dîtin, roj bi roj pêşketinên ber bi çav çêdibin.”
Bi pêşketina tîmê re, tevlîbûn zêde bû, niha hejmara bûye 16 lîstovanî.

Tîma Cûdî beşdar gelek matşan li ser asta Kantona Cizîrê bûye û di 3‘yan de biserketiye.

Lîstokvanên tîmê xwe amade dikin ku beşdarî lîgeya fotbolê ya li ser asta Kantona Cizîrê ku dê di vê mehê de dest pê bike, dibin. Lava Hisên diyar kir ku perwerdeyên bi awayekî berfireh têne dîtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket