Ji dîrokê re; Rastiya Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

kurdistani 05:52 PM - 2017-05-03
Efrînî ligel fermandarê YPG`ê Hisên Koçer

Efrînî ligel fermandarê YPG`ê Hisên Koçer

Bira û xweşk û xwendevanên gotarên min yên pir hêja, ez bi hêvî me ku hûn ji dubarekirina weşandina gotara min ya derbarê komên bi navê Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê şopêner bin tako em ser ji nûve bûyerên ku derbas bûne û pîlan û rikên ku li dijî Rojavayê Kurdistanê bûne û ji aliyê opozisyon û rêjîmê ve, di riya vê gotarê de, nêrîn û şiroveyên min yên du salan berê, digel roja me ya îro de werbêj bikin tako rastiya şiroveyên mi8n di ç astê de ne û ji bo dema pêş dibe ku em çi bikin.

Yek ji armanca min ji dubare weşandina vê gotarê ew e ku ez rastiya êriş û şerên nerewa yê Artêşa Azad û komên çekdar ku di bin çadir û sêberên Artêşa Azad de xwe vedişartin û xwe amade dikirin tako roja îro hemû tişt derketiye meydanê û mina tava rojê, ronakî daye ser zeviyê.

Her weha min ev gotar bi du beşan weşandibû, tako ez bikaribim mafê xwendevanên gotara xwe bidimê û li gorî rewşa nûh û demên hestyar nêrînên xwe bidim şirove kirin. Evê li xwerê ye herdu beşên ku min weşandibû.

Beşa *1*28-8-2012

Ev demeke ku bêtir ji salek û nîv e, şoreşa glên Sûriyê dest pê kiriye û di encama şer û pevçûnan û êrişên rêjîma dîktetor li dijî xlkên sivîl û bê tawan de, bêtir ji 24500 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtir ji 70,000 kes jî birîndar bûne, 35,000 kes jî bêserûşûn in, her weha bêtir ji 600 hezar kes jî di hundirê Sûriyê de awere û koçberbûne û bêtir ji 250 hezar welatiyên sivîl jî li welatên Tirkiye, Urdin, Libnan, Êraq û Herêma Kurdistanê, penaber bûnê.

Di destpêka şoreşa gelên Sûriyê de, xwepêşandanên bi aştiyane û armî bi rê ve diçûn, lê piştî ku rêjîma Sûriyê bersiva wan bi agir û tang û topan da, êdî rewşa rûyê aştiyane ya şoreş hate guhertin û niha jî bi awayekî yek bi yekê ye, ango tundûtîjî li hemberî tundûtîjî yê dest pê kiriye, rêjîm dost û alîgirên şoreşê bi awayekî nerewa ji nav dibe, lê di demên dawiyê de jî, heman kar ji aliyê hinek komên çekdar ên ser bi artêa azad ve, dest bi girtina serok û rêberên êla Berî kirin û piştî gelek eşkencedan û sukeyetî pêkirinê, anîn li ber çavên gel bi awayek komî kuştin.


*Kiryarên çekdarên Artêşa Azad di xizmeta rêjîmê de ye


Lê vê nêzîkeyetiya ku artêşa azad ji mala Berrî yê Helebê  re kirine, ji rêjîmê re, bû bi xaleke girîng taku nîşanî rayê giştî ya cîhanî bide û tundûtîjiya opozisyonê jî ji aliyên navneteweyî ve nîşan bide ku rêjîm êdî berevaniyali  xelkê dike û komên çekdar gefan li gelê Sûrî dikin û ew hemû nerewabûna desthilata xwe bi awayekî rewa nîşan dide.

Li gorî çavdêrên siyasî û serbazî derbarê wê mijarê de, nêrîn û boçûnên xwe tînin serziman ku êdî gelê Sûrî, wê di navbera du cemserên serbzî dijwar de be, eger welatiyên sivîl alîgirê artêşa azad û opozisyonê bin, wê bibin armanca êrişên artêşa rêjîma Be`esê, an jî eger alîgirên rêjîmê bin, wê ji aliyê artêşa azad ve bêne êrişkirin û kuştin.

Bi nêrîna xelkên ku nêzî artêşa azad in, dibêjin ku em her ji aliyê rêjîmê ve têne kuştin, lê bila em bi azadî û serfirazî bêne kuştin, ji ber ku em ê bibin şehîdê dozê.

Lê ji aliyê xwe ve jî, hinek ji pêkhatiyên gelên Sûrî, ne bi rêjîma Esed rene û ne jî bi artêşa azad re ne, mîna Ermenî, Sûryanî û Aşûrî û Keldanan, Durzî û Çerkezan, li gorî nêrîna wan, dibêjin ku eger şoreş biserkeve û hikûmet bikeve destê Birayên Misliman an jî aliyên Îslamî yên tundrew, wê demê destûra Sûriyê bi mora îslamiyan tê morkirin û jiyana wan dikeve metirsiyê. Lê li gorî dîd û nêrînên wan ku dibe ku şoreşa gelên Sûryê, banga îlmaniyetê bike û artêşa azad jî xwe bighurîne, ji ber ku ew şêwazê ku niha xwe pê nîşandidin, ne şarestaniye, her mîna ya El-Qaîdeyê ne, û ew reftrên artêşa azad, wê piştgiriya aliyên welatên rojavayê ji rêjîmê re zêde bike, wê demê rewşa şoreşê, wê bikeve metirsiyê û wê bisernekeve û wê dirêjtir bibe.

Lê piştî ku operasyonên rêjîma Besê li dijî artêşa azad berferehbû, ku piştî dagîrkirina artêşa rêjîma Sûrî navçeyên jêr destî artêa azad li Dera, Humsê, Hemayê, Şamê. Êdî komên çekdar yên artêşa azad hêdî hêdî ber bi navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Heleb û Hesekê ve hatine û xwe ji sînorên Bakurê Kurdistan ve nêzîk dikin.

*Dixwazin Rojavayê Kurdistanê jî bikin meydana pevûçnan


Artêşa Azad a Sûrî ku bi opozisyona Sûrî tê naskirin, ev demeke dirêje hewlên wê heye taku Rojavayê Kurdistanê bike navenda meşq û çalakiyên xwe li dijî rêjîma Sûriyê. Lê weku tê zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ti carî bi wê pîlanê razî nabe û naxwaze ku herdem şerê berazan di nava dexil û genimê wan de be, li gorî gelek nêrîn û rpirsan derketî meydanê ku piraniya gelê Kurd, ji hatina Artêşa Azad bo navçeyên Kurdî nerazîn e.

Di wê derabarê de, serokê Encûmena Nîştimanî ya Sûrî Ebdul Basit Seyda, ji welatên cîhanê daxwaza avakirina navçeyeke taybet jib o artêşa azad di bin berdeya ku wê bikin cihê penaberan, wê navenda wê ya serkeke, Cisir Şixur, Efrîn, Ezaz, Bab, Munbêj, Kobanî û navçeyên Cezîreyê be. Ji ber ku ew navçeyên amaje pêhatyiy kirin, hevsînorê hkûmraniya Tirkiyê ne.

Li gorî xelkên navçeyên li ber sînorên ku di pîlana Ebdul-Basit Seyda û Tirkiyê de ne, eger artêşa azad vegere nava wan navçeyan, wê artêşa Sûriyê komkujiyên bê wêne encam bide û dûr jî nîne ku heya çekên kîmyawî jî wê bikarbîne, bi bihaneya ku ew navçe navçeyên çekdar û terorîstan e.

*Armanca Ar5têşa Azad ji sazkirina komên çekdear ji ciwanên Kurd ...


Her weha di civîna xwe ya dawiyê ya Encûmena Nîştimanî ya Sûrî de, pilanameya avakirina komên çekdar ji ciwanên Kurd û şandina bo nav navçeyên Kurdî û sînorên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Erebî, di armanca ENS`ê de, avakirina taburên bi navên azadiyên Efrînê û tabura Şêx Maşox û yên li Qamîşlo û Hesekê  û Tabura Azadî û nizanim çî û çî, wê heya dawiyê bi rêyaartêşa azad, piştgiriyê lê bikin û wê navçeya Efrînê û Cisir Şixurê bikin û Kobanî û Qamîşloyê jî bikin navenda çalakiyên wan taboran û ji bo wê yekê wê bi navê parastina penaberan, navçeyeke azad ji artêşa azad re çêbikin.

Lê dîd û nêrînên xelkên Efrînê û Kobanî û Cezîrê, bi awayekî din didin nîşandan ku armanca hatina artêşa azad bo navçeyên sersînor û bi taybetî herêma Kurdaxê ku navenda wê Efrîn e, armancên siyasî yên Tirkiyê di pişt de hene û hinek ji ecnîdeyên şerxwaz di nav hikûmeta Tirkiyê, xwezyarê wê yekê ne ku di navbera artêşa azad û Kurdan de pevçûnan bikin taku ew amadekariyên ku ji aliyê Kurdan ve, di derbarê pêşxistina dezgeh û saziyên hikûmeteke Kurdî ku piştî ketina rêjîma Be`esê tê kirin, têk bibin.

Derbarê wê mijarê de, hinek denguyên cuda hene ku egerê wê yekê heye ku bi hatina artêşa azad bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê, wê pevçûnên dijwar di navber hêzên parastina gel yên ser bi Civata Gelê Rojavayê Kurdistanê û artêşa opozisyona Sûrî ya azad de derkeve.

Her weha alozî wê bêtir bibin û ji bilî rêjîma Esed ti alî sûd ji wê yekê nabînin. Her weha ji Tirkiyê re jî xiraptir e, ji ber ku her ne aramiyek li ber sînorên wê, dê kêşeyên mezin payda bike û bi taybet ew mala xwe ya bi qizêzan avakiriye baş nasdike.

Têbînî: Xwendevanên zimanê Kurdî yên hêja, ev nivî ji 3 beşan pêkhatiye, ev ya yekemîne û ya duyemîn û piştre ya sêyemîn jî, wê bê weşandin.

Beşa Duyemîn(2)14-10-2012

*Rewşa Rojavayê Kurdistanê di raportên Financial Timesê de.

Li gorî nûçe û raportên rojnameya Birêtanî ya derbarê rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, gelek nêzîkbûnên babetî ji doza rewa ya wê perşeyê re heye û gelek bi hûrgilî rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê dişopîne.

Di nûçeyeke xwe de, dibêje ku piştî derketina aloziya Sûriye û lawazbûna desthiladariya rêjîma Esed li bakurê wî welatî(Rojavayê Kurdistanê) û berferehbûna şer û pevçûnên di navbera artêşa azad û ya rêjîmê de, rêjîma Esed neçar bûye ku hêzên xwe ji bakurî wî welatî(Rojavayê Kurdistan)ê paşvevekişîne û piştre jî ew navçe ji aliyê herdû aliyên Kurdî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Nîştimanî Kurdî li Sûriyê(ENKS) ve birêve diçe.

Ev tê wê wateyê ku hiunek aliyê ragihandina cîhanî dixwazin rastiyên ku li Rojavayê û Sûriye rewşa heyî bi şêwayekî raste rast tê şirovekirin û nîşandian.


*Nîgeraniya Tirkiye ji Rewşa Rojavayê Kurdistanê

Li gorî raporteke Financial Times ku wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawuoglu nîgeraniya xwe li hemberî rewşa Sûriyê aniye ziman ku Tirkiyê ji berê zêdetir ji rewşa Kurdan ditirse û bi taybet piştî bihêzbûna PKK`ê û berferehtiya aloziyên di herêma Rojhilata Navîn de ku PKK`ê ji wê sûd werdigire nîgeraniya Tirkiye gelek zêdebûye.

Lê li hemberî wê yekê, çavdêrên siyasî wiha nêrînên xwe tênin zimên û dibêjin ku di rastiyê de, PKKê sûdeke bê wêne ji rewşa Rojhilata Navîn wergirtiye, çira..? Ji ber ku dikarî bi awayekî zelal rastiya pêşeroja siyaseta navçeyê û ya civata navneteweyî binirxanda û dikarî şiroveyên zanistî û rasteqînû bikira taku li hemberî her pêşkeftin û pêşveçûnekê amadebe ku çawa li gorî wê pêngavan bavêje.

Lê derbarê hebûna hêzên PKKê, her kes dizane ku li Rojavayê Kurdistanê hêzên YPGê hene û ew jî bi giştî ji ciwan û lawên Efrîn, Kobanî, Dêrik û Qamîşlo û Amûdeyê ne. Hebûna PKKê hêz û rêxistina PKKê nine, lê ruhê Apocîtiyê heye û gelek bilind e. Her weha ev jî naye wê wateyê ku rêxistina PKKê di Rojavayê Kurdistanê de ye. Weku çawa li hinek cih û deverên Rojavayê Kurdistanê wêneyên Nemir Mila Mistefa û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Mam Celal radikin, gelek normale ku wêneyên serokekekî ku di destê neyaran de, dîlhatiye girtin rakin û bi bîrbînin.

*Desteya Bilind a Kurdî wê hêzên YPG’ê li stuyê xwe bigre

Ez di wê baweriyê de me, Desteya Bilind a Kurdî wê hêzên YPG’ê li stuyê xwe bigre ji ber ku ew hêz bûye hêzeke profêsînal û pêwîstiya gelê Kurd bi wê hêzê heye, weku me guhdar jî dikir ku çendîn car, belavok ji alyê serleşkeriya YPGê ve derdiketin taku Desteya Bilind a Kurdî wan li stuyê xwe bigre, lê mixabin, ew pêngav ji aliyê Desteya Bilind ve gelek derengket.
Her weha ev cara yekemîn nîne ku hikûmeta Tirkiye neyartiya Kurdan dike, bi berdewamî hewil daye ku rewşa Kurdsan li her aliyeke Kurdistanê aloztir bike û her destkeftekî ku di xizmeta gelê Kurd de be, binpê û rêgirî lê bike.

Weku çavdêrên siyasî jî dibêjin ku dewleta Tirkiye ji ber xwe ve û bi bê beranber alîkariya artêşa azad nake, lê ew bi mebesta bikaranîna artêşa azad li dijî gelê Kurd alîkariyê pêşkêşî artêşa azad dike. Ji aliyeke din ve, hebûna Hêzên Yekîneyên Parastina Gel li Rojavayê Kurdistanê bûye astangiyek ji Tirkan re, çira..? Ji ber ku bi hebûna artêşekî Kurdî, ecnîdeyên hikûmeta Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê lawaz dibe û êdî nikare weku pêwîst ecnîdeyên xwe bikarbîne.

*Gelo Tirsa Tirkiye Ji avakirina hikûmeteke bi desthiladariya PYDê ye..?

Lê gorî nivîseke rojnamevan û nivîskarê Tirkî yê bi navûbang, Mistefa Akyol ku di rojnameya Huriyetê de nivîsiye û di heman demê de, di rojnameya Dax bîlad ya Holandî de jî hatiye weşandin ku tê de dibêje hikûmeta Tirkiyê pir cedî ji rewşa navçeyên Kurdî yên li Sûriyê ditirse, her weha nîgeraniya hikûmeta Tirkiyê ji damezrandina (Kurdistana Sûriyê) ye ku bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD)ê be.

Li gorî çavdêrên siyasî jî ku ev pêngavên girîng ku li Rojavayê Kurdistanê tên avêtên, tirsa Tirkiye ne PYDê ye, ew ji sedema hebûna hêza Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ye, ji ber ku îro di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, ji bilî hêza serbazî tu hêzeke siyasî an jî dîplomasî nikare parastina xelik û şêniyên sivîl bikin, ji ber ku rewşa Sûriye gelek tevlîhevbûye û ji jêr desthiladariya rêjîma Esed û ya artêşa azad jî derketiye û êdî her navçeyek, pêwîste xwe bi xwe biparêze taku bikaribin jiyana xwe ji metirsiyê rizgar bikin.

Ev tê wê wateyê ku weku çawa ji navçeyên Ereban re artêşa azad pêwîst e, wê demê ji Kurdan re jî hebûna hêzên YPGê girîng û pêwîst e.

Derencam: Îro em wiha dibînin ku di rastiyê de, Artêşa Azad hilewşiyaye, komên çekdar yên mîna DAIŞ1ê û Cebhet Nusra û Ahrarê Şamê û gelek komên din yên bi navê Kurdan, ji ber mane û niha Rêxistina bi nav Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê bûye hêza yekemîn di nav opozisyona çekdarî ya Erebî li Sûriyê de.

Ev tê wê wateyê ku şoreşa Sûrî ji riya xwe ya rast derket û kete ber destên ecnîdeyên rêjîm û hêzên navneteweyî û bê wate maye.

Ne bi Cinêva1 û ne jî bi Cinêva 2 û ne jî bi Cinêva 10`an ti çareserî naye kirin, ji bilî ku digel hêzên sereke yên li ser erdê hene, danûstandin bê kirin û aloziya heyî, ber bi nemanê ve bibin.

Lê mixabin ev opozisyon ji rêjîmê xeraptir nêzîkî doza Kurdî dibe û ew yek jî dibe sedema dûrketina Kurdan ji alîgiriya wan û lawaz dikevin.

Her weha Cinêva 2 nimûneya here li ber çavan bû.

Têbînî; Ev ji erşîva PUKmedia`yê ye û ji ber girîngiya wê ji vê demê re, me dubare da weşandin.

Hozan Xelîl Efrînî
17-2-2012
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket