Rêveberiya Rojava bi fermî biryara girtina 3 kenalên kurdî şermezar kir

kurdistani 07:28 PM - 2017-05-02
Rêveberiya Rojava bi fermî biryara girtina 3 kenalên kurdî şermezar kir

Rêveberiya Rojava bi fermî biryara girtina 3 kenalên kurdî şermezar kir

Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi fermî nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên daxidtina kenalên kurdî anî ser ziman.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Hawar Newsê ku Koordînasyona Giştî ya Rojava biryara şîrketa Eutelsat a ji bo seknandina weşanên 3 televizyonên kurdî şermezar kir û diyar kir ku biryara wan siyasî ye û bi vê biryarê piştgiriya dewleta Tirk tê kirin.

ANHA`Yê wiha berdewam kir ; Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbarê biryara şîrketa Eutelsat a girtina 3 Televizyonên Kurdî de daxuyaniyek da raya giştî.

Koordînasyonê di serî de wiha got: “Desthilatdarên Firansayê ferman dan şîrketa Eutelsat ku weşanên kanalên Kurdî Ronahî TV, Stêrk TV û News Chanel bide seknandin, ev yek jî bi daxwaza desthilatdarên Tirkiyê ye, ev ne cara yekemîne ku weşanên kenalên Kurdî diseknînin berê jî Newroz TV , Med Nûçe, ji bilî wan jî dane sekinandin.

Di dawiyê de, ANHA`yê wiha daye weşandin ku  Her wiha daxwaz ji civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan û yên mafê rojnamegaran ên cîhanî kir ku fişarê bidin da vê biryarê paşve bikşînin, ku wek sûc û şermekê derheqê azadiyê û nirxên demokrasiyê de ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket