Gera dîrokî li Rojavayê Kurdistanê -1-
kurdistani 07:03 PM - 2017-05-01Ligel asayîşa Bistan Başa ya Helebê
Li Rojavayê Kurdistanê yasa serwere û ji bilî wê tiştekî din nîne.
*Gera min ya Rojavayê Kurdistanê...
Ez dixwez im li ser serdana xwe ya ji Rojavayê Kurdiswtanê re hinek buyerên ku ez tê re derbas bûm û min bi çavê serê xwe dît û jiyan kir ji bo xwendevanên malpera PUKmedia`yê vebêj im.
Di desdtpêka gihîştina me ji Rojavayê Kurdistanê re, ez û endamê rêveberiya TEV.DEM`ê heval Aldar Xelîl bi hev re bûn. Piştî ku em gihîştin cihê mebest, em hinekî rûniştin û piştre jî, hevalên wê rawestgehê ji me re xwerin amade kirin û gotin fermo xwereinê xwe bixwin. Me dest bi xwerinê kir û piştre jî, hevalan ji me re gotin otombîl amade ye tako we ji Kobanê bibe bo Cizîrê.
Em bi rêketin û ez dixwaz im bi awayekî zelal û kêm û ne bêhtir ji we re buyera ku em tê re derbas bûne vebêjim ku wek tiştê ku hebû ye û berê jî, min hinek ji naveroka wê buyerê ji PUKmedia`yê re nivîsî bûm.
Buyer jî bi vê rengî bû;
Bûyra bi Efrînî re hatiye holê
"Di roja 3/3/2017'an de, ez û endamê rêvebiriya TEV.DEM'ê Aldar Xelîl ji Kobanê ber bi Qamîşloyê ve dihatin. Otombîla ku em pê re siwar bûne ya YPG'ê ye û hem şofêr û hem hevalê bi wî re, bi çek û cilûbergên şervanên YPG'ê bûn. Dema ku em bi rêketin, rêdar Aldar ji wan re got; Gelo we kaxeza rêpêdayînê bi xwe re aniye? Gotin na... Lê rêzdar Aldar yekser ji wan re got; Dibe ku Otombîlê bernedin. Em birêketin û gihîştin ser xala pişkinînê ya asayîşa Til Temirê, yekser endamê asayîşê daxwaza kaxeza rêpêdayînê kir. Wan jî gotin nîn. Wan jî gotin werin xwerê.
Çarîkekê derbas nebû, min ji rêzdar Aldar xwest ku, ew telefona berpirsê asayîşa giştî Ciwan Ibrahîm bike, tako me azad bikin, ji ber ku sibê kongireya me ye. Bi min re got ez nakim, eger tu dikî bike, min bi telefona wî têl ji rêzdar Ciwan Ibrahîm re kir û wî jî berisv da û me jê re rewş şirove kir, wî jî xwest ku bi endamên asayîşê re bipeyve.
Efrînî û Aldar Xelîl.jpg
Dema ku min telefona ku ji rêveberê giştî yê asayîşa Rojavayê Ciwan Îbrahîm hat tako li gel asayîşê biaxive û me rizgar bikin da bi endamê asayîşê, lê wî endamî razî nebû ku bersivê Ciwan Ibrahîm bide û got qedexe ye, ez pê re naaxivim.
Em birin bingeha serekî ya asayîşa Til Temirê û nêzîkî nîv demjimêrî ligel herdu hevalên YPGê lêkolîn kirin. Piştre jî em birin bingeha YPG'ê jî û li wir jî nîv demjimêr em rawestiyan tako lêkolîné ni dawî bikin. Di dawiyê de, şervanekî YPG'ê hat ji rêzdar Aldar re got werin dakevin. Wê demê tenê rêzdar Aldar ji wîre got; Bila hevalê berpirs we re em pir dereng man.
Dema ew heval hat û ji me re got, biborînin, rêzdar Aldar jî got pir normala û ev erkê me ye ku em biryaran ji xwe ve dest pê bibikin.
*Beşdarbûna li ragihandina rêveberiya Munbicê
Lé pişt re jî dest bi gera xwe ya rojnamegerî û ya amadekirina pirtûka derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir.
Di roja 12-3-2017'an ew beşdarî kongireya ragihandina Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk Munbic û gundwarên wê ku ji aliyê Encûmena Zagonan ve hatibû lidarxistin.
Roja Yekşemê 12-3-2017`an,Kongireya Bajara Munbicê avakirina Rêveberiya xwe yê Demokratiya Sivîl nişan û aşkire kir.
Di Kongireyê de Endamên Encûman a yasedanan /zagonan/û hemû saziyên Encûmana Sivîl amade bûn,bi axaftina Faroq El-meşî serokê Encûmanê Yasedanan li ser meşandina karê saziyan ji hemû pêkhatiyan re dest bi Konferensî bû.
Di wê barê de Endezyar Îbrahîm Qeftan yê Areb û Zêneb Qenber ya Kurd wek serokên Hevbeş ji Rêveberiyê re hatin hilbijartin.
Hêjayî gotinêye ku di wê Encûmanê de hemû pêkhatiyên civakê hene (Areb,Tirkman,Çerkez,Ermen,Kurd,Mesîh), û her pêkhatiyek li gor zimanê xwe yê dayîk hat beş kirin.
Her weha di roja 14-3-2017an de jî tevlî civîna giştî ya Encûmena Zagonan ya Mubicê bû.
Ew li Efrîn û Şahbayê û Helebê û Kobanê ni navê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokraîka Sûrî tevgeriye. Ji ber ku ew wek nûnerê Hevpeymaniya Nîştimanî li Herêma Kurdistanê ye.
Li kantona Cizîrê û heya Girê Spî û Eyn Îsa û Kobanê û Munbic û heya Şahba û Efrîn û Helebê û di dawiyê de, tevgera xwe li Kobanê bi dawî kir û careke din berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Beşa -1-
Berdewam dibe...
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Di operasyoneke hevbeş de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Kurdistan 10:35 AM - 2024-04-17