Silêmanî: Merasîma salvegera nemir Wesfiye Benî Weys

kurdistani 07:19 PM - 2017-04-26
Merasîma salvegera nemir Wesfiye Benî Weys

Merasîma salvegera nemir Wesfiye Benî Weys

Li bajarê Silêmaniyê di hola Talarê Hunerê de, salvegera mamoste Wesfiye Benî Weys birêve çû.
Îro roja çarşemê 26-4-2017`an, li bajarê Silêmaniyê di hola Talarê Hunerê de, rêûresma salvegera mamosteya nemir Wesfiye Benî Weys ku bi dayîka şehîdan tê bi navkirin, bi amadebûna cemawereke pir û ji nûnerên partî û rêxistin û berpirsên hikûmî dest pê kir.

Her weha endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys,di roja 26-4-2016`an de, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû... Hezar silav li canpakiya wê be...

Pakrewan û nemira doza gelê Kurd, Wasfiya Benî Weys, li sala 1953`an, li bajarê Xaneqînê di taxa Mezre`eyê de, hatiye dine, bi xwe ji malbateke gelek welatperwer û Kurdistanî ye, yek ji malbatên herî xemxwerên bîrdoza netewaya Kurdiswtanî bûn, birayên wê, tevlî rêzên şoreşa netewî ya nuh li Başûrê Kurdistanê dibin, gelek fişar û zor û nerêkiya dadweriyê, ji aliyê rêjîma Êraqê ve, li dijî wê malbatê pêkhatiye û kok dest ji rastiya parastina doza gelê xwe ya rewa bernedan.

Nemira gelê kurd Wesfiya Benî Weys, salên destpêka xwendinê, li bajarê Xaneqînê bi dawî dike û piştre jî, ji ber xwendina zanîngehê, diçe bajarê Silêmaniyê û li wir tevlî xwendina zanîngehê dibe û di sala 1975 beşê kolîja wêjeli zanîngeha Silêmaniyê bi dawî dike.

Her weha ji sala 1974`an ve, peywendî bi Komeleya Rencedarên Kurdistanê ve kiriye û wek xebatkar û çalakvanekî jîr û jêhatî li nav bajar û civaka kurd li rêzên şoreşa nuh ya netewî a Başûrê Kurdistanê dest bi tekoşînê kiriye. Ev jî wek min li jor amaje bi wê yekê kir ku 3 birayên wê jî pêşmerge bûn û piştî ku tevlî xebata çiyaên Kurdistanê bûn, di wê bare de, rêjîma Êraqê malbata wê ango dayîk û bavê wê, ji Xaneqînê derxistin û bi dare zorê birin ber bi başûrê Êraqê nîştecîh kirin.

Di sala 1976 li bajarê Kelarê wek mamoste hat damezrandin û piştre jî, ji aliyê rêjîma dîktetor ve, ji Taslocuyê re hat şandin û li wir dest bi karên mamosteyetiyê kir

Hûn dikarin bi wêneyan temaşeyî merasîmê bikin.

Wêne; Hema Omer

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket