Cenazeyê xwîşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,hate veşartin.
kurdistani 07:54 PM - 2017-03-26Cenazeyê xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,hate veşartin.
Xwîşka Rêberê Gelê Kurd Abdela Ocalan Eynê Yildirim ku ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê li goristana gundê Amarayê hat bin axkirin.
Piştî wacibên olî cenaze hate veşartin û Piştre Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî spasiya kesên tevlî merasîma cenaze bûne kir û wiha axivî: “Eynê dayikek ku pir êş kişand û piraniya temenê xwe li xerîbiyê derbas kir. Ew dayîka şervanan bû. Vê malbatê gelek zilm û zordarî dît. Gelekî li ber xwe da, em minetdarê keda vê malbatê ne, ji ber ku wan gelekî ku navê wî hatibû qedexe kirin, dan jiyîn. Em jî sozê didin ku rêya tekoşînê ya vê malbatê bibin serî. ”
Xwarziya Eynê û Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî axivî û diyar kir ku dayîka wan Aynê gelek êş kişand, gelekî li ber xwe da û wiha got: “Ew careke din jî nexweş ketibû, lê ji bo ku li Kurdistanê bijî li ber xwe da. Xwesteka wê ew bû ku li Kurdistanê bijî, hesreta wê ya herî mazin jî ew bû ku kurên xwe yên gerîla û birayê xwe Ocalan bibîne. Lê ji ber zilma dewletê tenê karî 10 salan li welatê xwe bijî û bi hesreta bira û zarokên xwe mir. Dilê wê êdî nekarî vê hesratê rake û şevê din jiyana xwe ji dest da. Em naletê li vê dewletê dibarînin ku, nehêla bira û xwişk hevdu bibînin.”
Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî axivî û wiha got; “Ev gel bi saya serê dayîkên wek Eynê hatiye vê rojê. Jiyana wê bi êş û berxwedaneke mezin derbas bû. Ji bo gelekî ku di bin betonê de hatî fetisandin ked da û di vê rêyê de zarok û malbata xwe da. Em ê wê hesreta ku wê jiyana xwe li ser derbas kir, bînin cih. Wan bi hejmarek kêm dest pê kir, lê niha gihişt milyonan.”
Konê sersaxiyê li baxçeyê mala Eynê ya li Amarayê hat danîn .
PUKmedia/Ajansan
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
01:10 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
10:56 AM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Pîrozbahiya YNK`ê ji bo cejna serê sala nû ya Êzdiyan
Kurdistan 08:40 PM - 2024-04-16 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17