Aldar Xelîl: Hebûna Rûsiya li Efrînê piştî peymankirîbû

kurdistani 06:57 PM - 2017-03-20
Aldar  Xelîl: Hebûna Rûsiya li Efrînê piştî peymankirîbû

Aldar Xelîl: Hebûna Rûsiya li Efrînê piştî peymankirîbû

Berdevkê Fermî yê  YPGʹê Rêdûr Xelîl diyar kir ku di çarçoveya peymana wan û Rûsiya,  Artêşa Rûsiya yekîneyên xwe li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bich kirine.

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan bi Rûsiya re peyman kirine û ev tişt got: ʺHebûna hêzên çekdar ên artêşa Rûsya li herêma Cindêrsê ya Efrînê di encama peymanekê di navbera hêzên me û artêşa Rûsya de pêk hatiye. Ev peyman li ser bingeha tekoşîna li dij terorê û alîkariya artêşa Rûsya ji bo perwerdekirna hêzên me ya li ser rêbazên şerê nûjen, hatiye kirin û  Ji têkiliyek rasterast bi rûsya re bê danîn.ʺ

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku ev itîfaq di çarçoveya têkiliyeke erênî de pêk hatiye û wiha dom kir: ʺEv pêngaveke baş û pozitîfe di çarçoveya tekoşîna li dij terorê ku li Sûriyê pêk tê û bi taybetî piştî ku hêzên me xwe di şerê li dijî terorê isbat kirin. Ev yek bû sedem kû gelek hêz alîkarî û peymana bi yekîneyên me re deynin.ʺ


PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket