Bayik: Newroz ruhê Neteweya Demokratiye

kurdistani 01:40 PM - 2017-03-19
Bayik: Newroz ruhê Neteweya Demokratiye

Bayik: Newroz ruhê Neteweya Demokratiye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik di peyama Newrozê de got:ʺ Ruhê Newrozê ruhê neteweya demokratîk, ruhê biratiya gelan, ruhê jiyana bi hev re û ruhê berpirsyariya li pêşberî hev eʺ.

Her weha jî Bayik di peyama xwe de  got: ʺNewroz çandeke eger çanda Newrozê ji holê rabûya, îro Kurd jî li holê nediman. PKK’ê bi Newrozê re têkoşîn mezin kir, Kurd mezin kir. Bi mezinkirina Kurdan re Newroz bêhtir watedar kir. Ev her du anî gel hev û kir ku hevdu temam bikin.

Mazlûm Dogan, ji bo ruhê berxwedanê yê Newrozê geştir bike, li zîndana Amedê di darbeya 12’ê Îlonê bi çalakiyekê protesto kir. Piştî wê çalakiyê têkoşîneke mezin hat dayîn. Şehadetên mezin rû dan. Ev hemû bûn şehîdên Newrozê. Vê jî ruh û çanda berxwedanê ya Newrozê mezintir kir. Dûre gel rabû serhildanê. Serhildanan jî bi xwe re destketiyên mezin anî. Rastiya gel a berxwedêr, rastiya gel a ku di nava her şert û mercî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe, bi van serhildanan derket holê. Vê yekê li Kurdistanê guhertinên mezin û dîrokî afirand. Rastiya gel a li ber dagirkerî û her şêwe zilmê radibe, afirand. Ji ber ku gelê Kurd bi serhildanan destketiyên mezin afirand, serî natewîne. Lewma gelê Kurd xwe gihand asta gelê Newrozê. Çanda berxwedanê veguherî çanda esasî ya gelê Kurd. Niha jî bi rêya vê çandê destketiyên xwe gav bi gav mezin dike. Hêza kesî têrê nake, ku çanda bi ruhê vejînê yê Newrozê hatiye afirandin ji holê rake. Dewleta Tirk a dagirker faşîst bi çi rengî êrîş dike bila bike, êdî nikare vê çanda berxwedanê ya Kurdan ji holê rake. Ji ber ku gelê Kurd êdî ev çand pejirandiye. Bi vê yekê re xwe nû dike, xwe xurt dike.

Ev çanda berxwedanê xwe dispêre dîrokê. PKK’ê li ser vê bingeha dîrokî çanda berxwedanê mezin kir û xwe gihand roja îro. Lewma kes nikare çanda xwe dispêre vê bingeha dîrokî ji holê rake. Her ku dewleta Tirk a dagirker faşîst hewl bide vê çandê tasfiye bike, ev çand wê xwe mezintir bike. Dîroka têkoşînê ya PKK’ê ev yek bi dehan caran îspat kiriye. Ji ber vê yekê, wê ji niha û pê ve jî xwe mezin bike û bi pêş bikeve. Bi vê çandê li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê berxwedanên dîrokî hatin dayîn. Têkoşîna azadî û demokrasiyê di vê oxirê de berdêlên mezin da. Lê carekê jî li pêşberî dîktatoriya faşîst gavek bi şûnde navêt. Ez bawerim, cihên ku ev berxwedanên mezin nîşan dan, wê ji niha û pê ve jî bidomînin.

Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker faşîst, ev du salin bi hemû derfetên xwe ji bo şikandina hêza berxwedanê ya gelê me êrîşê dike, qirkirina fîzîkî û siyasî dike. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bi kar tîne,Gelê me jî li dijî vê siyaseta înkar, tinekirin û qirkirinê, bi xurtî li ber xwe dide. Bi vê yekê re ji hemû gelên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re dibe mînak. Gelê me bi têkoşîna xwe, wê vîna dewleta Tirk a faşîst bişikîne, bitevizîne. Êrîşên ku hêzên dagirker li dijî gelê me dikin, wê berevajî bibin. Ev ê rê li ber serketinên mezin veke. Dibe ku bi vê têkoşînê re êşên gelekî mezin tên kişandin, berdêlên giran tên dayîn. Lê belê encamên gelekî mezin jî derdikevin holê.

Mehmet Tûnç li Cizîrê got, ‘Me li pêşberî we serê xwe netewand û emê tu carî netewînin Bila gelê me bi me serbilind be’. Rastiya gelê Kurd ew rastî ye ku Mehmet Tûnç anî ser ziman. Lewma gelê me îro destanan dinivîsîne. Gelê me wê li hemû parçeyan bi ruhê berxwedanê yê Newrozê, bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo, têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin bike, bi ser bikeve û her kesî bi ser bixîne. Bi Kurdan re wê mirovahî bi ser bikeve.

Ruhê Newrozê ruhê neteweya demokratîke, ruhê biratiya gelane, ruhê jiyana pêkvejiyane ruhê berpirsyariya li pêşberî hev e,Gelê Kurd ê xwe bi vê ruhî perwerde kiriye, ne tenê ji bo xwe têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne lê Ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya têdikoşe. Pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike. Ji bo vê jî berdêlên gelekî mezin dide.”

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket