Konferansa Ciwanên Kurdî li Rojavayê Kurdistan

kurdistani 01:27 PM - 2017-03-17
Konferansa Ciwanên Kurdî li Rojavayê Kurdistan

Konferansa Ciwanên Kurdî li Rojavayê Kurdistan

Di roja 16'ê meha Adarê de em di serî de şehîdên qetlîama Helepçe, hemu şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe beramberî wan ditewînin. Berê 29 salan di sala 1988'an de dagirkerên Iraqê bombeyên kîmyawî li ser gelê me yê Helepçe barandin, îro êşa ku gelê me bi sedan sal kişandiye veguherî serdema serkeftina doza kurdî û azadiya gelê me. Li ser vî esasî em di rojekê wisa manedar de dixwazin amadekariyên konferansa xwe ji gelê xwe re ragihînin.
   Di roja me ya îro de li çar parçeyên Kurdistanê şerê herî mezin diqewme. Li her çar aliyên welat doza welatê me mezin dibe, gelê me li ser piyan e û ji bo azadiya xwe di nava liv û tevgerê ye. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava gelê me xwe birêxistin dike, xwe perwerde dike û li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê ye. Di vê çarçoveyê de li Rojava 2012'an şoreşa gel a 19'ê Tîrmehê pêşket. Êdî hem li Başur hem jî li Rojava ala welatê me li ba dibe. Di heman demê de li Bakur têkoşîna azadiyê di asta herî jor de ye û li Rojhilat jî gelê me xwe komîserhev û bi rêxistin dike.
   Hêzên dagirker beramberî xurtbûna tevgera azadiya gelê kurd bi tirs in. Ev sedan salan ew hemu hebûn û siyaseta xwe li ser esasî înkarkirina hebûna me avakirin. Li Amed, Dersim, Mahabad, Amûde, Helepçe, Şengal, Kobanê û Botanê talan, wêran, êş û mirin anîn ser gelê me. Bi her awayî xwastin çanda me, zimanê me û nasnameya me tinebikin û me bikin tirk, ereb yan fars. Lê ew siyaseta wan têkçû. Îro gelê kurd ji her demî ve xurtir e, şiyartir e û herî muhîm xwedî tecrube, zanabûn û parastinê ye.
   Di serî de dewleta faşîst a Tirkiyê, rêjîma Suriyê û hemû hêzên dagirker vê rastiyê naxwazin qebûl bikin. Ji bo ku emrê xwe dirêjbikin û îqtîdar û desthilatdariya xwe berfireh bikin dixwazin bi her şêwazê bindestî û koletî li ser gelê kurd ferz bikin. Li Bakur bajarên me hilweşandin û bi hezaran sivîl û şervan şehîd xistin, li Rojava û Başur çeteyên DAÎŞ'ê dişînin ser me û hewldidin axa me carekê din dagir bikin. Li Rojhilat jî bi zexta herî mezin ti tevgerekê siyasî a kurdî qebulnakin û bi darvekirinê ve gelê me ceza dikin. 
   Em wekî tevgerên ciwanên kurd û ciwanên partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê li ser esasî yekitiya netewî bi hev re rûniştin û me biryara Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê da. Ev konferans wê bibe bersiv ji hemû hêzên neyar û dagirker re, wê bibe sedema qonaxekê nû, da ku gelê kurd bi yek dengî têkoşîna xwe bilind bike û bi hev re Kurdistan rizgar bike.
   Wekî tim di dîrokê de îro jî hêzên dagirker hewldidin meqasa di navbera hêzên kurdî fireh vebikin û me li hemberî hev du bidin bikar anîn. Erka me ev e ku em van lîstokên qirêj deşîfre bikin û li ser vî esasî yekitiya xwe çêbikin. Ji xwe tişta ku nahêle em bibin yek dijminên me ne ku em di mêjiyê de jî perçe kirine. Li Rojava em li gorî mufredata dewleta Baas hatine perwerde kirin, li Bakur û Rojhilat jî hîna ciwanên me di dibistanan de li gorî zihniyeta dagirkeran tên perwerdekirin.
   Li ser van esasan em bi navê komîteya amadekar ya Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bang li hemu ciwanên kurd, gelê me yê welatparêz, partî û rêxistinên kurdî dikin: Werin di vê dema dîrokî de em bi hev re, bi yek dengî û mil bi mil tola şehîdan hilînin, dagirkeriyê perçe bikin û axa xwe rizgar bikin.


PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket