Buyereke pir balkêş...

kurdistani 10:13 AM - 2017-03-08
.

.

Di roja 3/3/2017'an de, ez û endamê rêvebiriya TEV.DEM'ê heval Aldar Xelîl ji Kobanê ber bi Qamîşloyê ve dihatin. Otombîla ku em pê re siwar bûne ya YPG'ê ye û hem şofêr û hem hevalê bi wî re bi çek û cilûbergên şervanên YPG'ê ne.
Dema ku em bi rêketin, heval Aldar ji wan re got; Gelo we kaxeza rêpêdayînê bi xwe re aniye? Gotin na...
Lê heval Aldar yekser ji wsn re got; Dibe ku Otombîlê bernedin.
Em birêketin û gihîştin ser xala pişkinînê ya asayîşa Til Temirê, yekser endamê asayîşê daxwaza kaxeza rêpêdayînê kir. Wan jî gotin nîne. Wan jî gotin werin xwerê.
Çarîkekê bir de wê de nabû.
Telefonek ji rêveberê giştî yê asayîşa Rojavayê Ciwan Îbrahîm hat tako ligel asayîşê niaxive, lê wî assyîşî razî nebû bersiv bide.
Em birin bingeha serekî ya asayîşa Til Temirê û nêzîkî nîv demjimêrî ligel herdu hevalên YPGê lêkolîn kirin.
Piştre jî em birin bingeha YPG'ê jî û li wir jî nîv demjimêr em rawestiyan tako lêkolîné ni dawî bikin.
Bawer bikin ev tişt hemû ruda û heval Aldar xwe ji wedirna nekir û pir normal û dûr ji tengbûnê bû.
Di dawiyê de, şervanekî YPG'ê hat ji heval Aldar re got werin dakevin no bingehê.wê demê tenê heval Aldar ji wîre got;  Bila hevalê berpirs we re em pir dereng man.
Dema ew heval tê got, biborînin, hevalê Aldar jî got pir normala û ev erkê me ye ku em biryaran ji xwe ve dest pê bibikin.
Ez bi xwe pir metmayî mam ku bêhna heval Aldar Xelîl pir fereh û hêmin nû.
Ez bawer im ku li her welatekî Rojhilata Navîn buye, wê mala endamên asayîşê xerakirana.
Li ser wê yekê min bawer kir ku emê  bi serkevin.
Lê bi rastî hevalê Aldar gelek bi rêzdarî û bi hêminî û bi ruhê şoreşgerî nêzîkî wê buyerê bû.
Ez şaş mam ku dema hinek li ser Facebookan dinivîsin ku li Rojava jî gendalî peyda bu ye.
 Lê ni rastî min bi çavên xwe dît ku çawa yek ji endazyarên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wiha bi sade û pir dilsoz ligel buyeran têkeldar be û rastiya zagonan û yasayê biparêze û her tiştî ji xwe dest pê bike.
Ez vê buyerê ji dîrokê re dibêj im. Ez ne ji bo wî hevalî mezin bik im û ne jî pesna wî bid im, min xwest vê buyera pir balkêş ji bo gelê xwe û ji bo dîrokê şirove bik im tako mirov rastiyan ji hev du vepijrîne û xwedî li pêşeroja doza xwe derkeve.
Em hemû dizanin ku ev heval bi taybetî xwedî roleke pir girîng û mezine li nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û ew endazyarê damezrandina sîstema Xweseriya Demokratîk ya Rojsvayê Kurdistanê ye.
Ez dîsan dibêj im ku her kesek ji berpirsên desthilatên li Rojhilata Navîn bu ye, wê ew endam û karmendên asayîşê tev zîndan bikirana û bê serûşûn bikirane.
Eve nihêniya serkevtina şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Têbînî ev wêneya silvî her di wê dema ku em hatine girtin de bu ye.


PUKmedia/Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket