Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be
kurdistani 04:41 PM - 2017-02-21Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be
ji ber bûyerên sala 1952 an ya li Pakistanê, dema ku rayedarên wî welatî biryara sepandina zimanê Ûrdu li seranserî pakistana wî demî day. Komek xwendikar û siyasetvanên bengalî ” Bengiladişî ” li hemberî wê biryarê rabûn û daxwaz kirin ku zimanê Bengala ji bo wan bibe zimanê fermî. Di wê serhildanê de xwîn hat rijyan û çendîn xwendikar û hevwelatî yên Bengladişî şehîd ketin.
Ji sedema wê û tekoşîna gelên xwedî ziman û mafxwarîyên Cîhanê, Saziya Zanist, Çand û Perwerde ya neteweyên yekbûyî (( UNESCO )) piştî 47 salan li ser wê bûyerê da, li roja 17 ê Çirîya Paşîn ya sala 1999 an biryar da ku 21 ê Sibatê ya her sal bibe Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê.
Mixabin! Ji egera bindestiya gelê kurd û parçebûna Kurdistanê. Zimanê zikmakî yê Kurdan jî ji fermiyet û werarê dûr û paşket. Ji ber ku Gelê Kurd zimanê zikmakîyê xwe weke zimanê duwemîn yan bi nepenî bikarîna û zimanê dagîrkeran ” Erebî, Tirkî û Farisî ” bû zimanê yekemîn girt û li xwendingehan perwerde pê bû. Herwesa li jêr mehkumiyeta fakterên ayinî, civakî, aborî, siyasî û perwerdeyî û htd. bi giştî ew fakterên jiyara Kurdan bûne gef û metirsî li ser man û bi hêzbûna zimanê Kurdî. Lewma yek ji pêwîstiyên herî giring di xebat û tekoşîna rizgariya Kurdistanê da xebata Ziman û zimanê zikmakî yêye.
Giringiya makzimanî yê ji alîyên civakî, kesayetî û perwerdeyî yê da, bi hêzbûna çand, bawerî, tîtal û adetên xwezayî û riha welatparêzî ya her neteweyekî ne.
Em di Komîsiyona Ziman, çand û perwerde ya KNK ê roja zimanê zikmakî pîroz dikeyin.
KNK, yek ji Sitûnên bingehîn yên xebata xwe, Ziman û perwerde kiriye armanc. lewra giringîyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê.
Zimanê Kurdî yê dewlemend bi zaraveyên xwe û herwesa bi resenatiya xwe ve, bi temamî ev ziman Kepra hebûna Neteweya Kurdan e û zaraveyên cuda ji hev jî bi sitûnên bingehîn yên wê Keprê ne,. Li ser her sazîyeka fermî û rêveberîyên Kurdistanê, bi taybet li Başûr û Rojava erkekê Neteweyî û nîştimanî ye ku girngî yê bi hemû zaraveyan bide û giringîyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û mediyayê de bên bikarînan. Her sal jî Roja 21 ê Sibatê wek cejna makzimanên cîhanê bi bîr bînin.
Dîsan em vê rojê pîroz dikin.
Komîsiyona Ziman, Çand û perwerde
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e
21 ê Sibat
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24