Kosret Resûl; Aştiya aliyan wê bi yekrêziya pêşmerge be

kurdistani 06:25 PM - 2017-02-19
 Kosret Resûl; Aştiya aliyan wê bi yekrêziya pêşmerge be

Kosret Resûl; Aştiya aliyan wê bi yekrêziya pêşmerge be


Kosret Resûl di hevdîtina xwe ligel fermanddeyên pêşmerge ragihand; Aştiya aliyan wê bi yekrêziya pêşmerge be

Îro roja yekşemê, cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî ligel fermandarê hêzên piştîvanî ya 2 û hejmarek ji efserên wê fermandayê civiya.
Kosret Resûl di wê civînê de, ragihand ku pêşmerge îro bûye bi sembola jêhatî û wêrekiyê di navçeyê de û şerê li dijî terorê jî nimûneya herî li ber çavan e.

Ji aliyê xwe ve jî, fermandeyên pêşmerge jî ragihandin ku ew spasî cîgirê yekê yê sekreterê giştî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin ku beşdarbûna wî ligel hêzên pêşmerge herdem moralê dide pêşmerge û ew karekî cihê rêz û pêzanînê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket