Îxaneta Welêt...

kurdistani 03:14 PM - 2017-02-12
Sêvdîn Arafat

Sêvdîn Arafat



Asta her î bilind e ji îxanetê, Yezdanê pak kesî negihîne wê astê; dema meriv bikeve rêyeke weha de, ta dawiya temenî xwe dê avjeniyê di gioleke genî de bike. Tiştê herî dilayî ji xayînan weye ew di goleke buhiştê de avjeniyê dikin, ew gelekî vedihisin di wî cihê ne paqij de; bi serku piçikên mormorka nepak li hawîrdorê xwe belav dikin, lê ew ji xwe re dibêjin: em bîna gul û endekofê belav dikin!

Dema êrîşên xwînmij û dijminan têne ser Welêt û sêl germ dibe, pêşî leheng, qehreman, mêrxas û jinxas xwe didin pêş; ne li pêş û ne li paş dinerin, her dem amade ne xwîna xwe bê virde-wêde di ber welatê xwe de bidin, nimûneyên her î balkêş di jiyana Kurdn de Pêşmerge, Gerîl-la, YPG; YPJ û hemî hêzên çek di destekî de û rewanên wan di destê din de ne.

Mixabin di her demê de xayîn hene, xayînên gel, welat û netewa Kurdan; kesên xwe ji bêziravî, ji bo peran û kînê xwe difroşine dijminê Welêt ew in xayîn, ew kes dîroka xwe ( eger xwedî dîrok bin) bi kûmira reş dinvîsin û rojê sed carî dimrin; ji ber ew her di tirsa tolhildanê de dijîn, her sertewandî û riswabûyî dijîn.

Welatê meriv, her tiştê meriv e, xak e, nirx e, Kultûr e, dê ye, bav e, xîşk e, bira ye, heval e … û … her tişt e … serzemîn, binzemî û asîmanê Welêt e.

Dema tu îxanetê bi tiştekî ji van re bikî tu xayînê tiştekî yî, lê dema tu îxanetê bi Welêt re bikî tu xayînê her tiştî yî, ango eva asta her î bilind ji îxanetê ye.

Ango ji îxanetê re pêpelûk hene her weha ji dilsoziya bi Welêt re jî pêpelûk hene; dilsoziya her î mezin jî dema jiyana te tev ji bo Welatê te be, tu her bidî û nestînî, ne li pêş û ne li paş ne-nerî; jiyana te tev kar û xebata di ber gel, netewe û Welêt de bî.

Di Kurdiya me yî şêrîn de, gelek gotinên wateya îxanetê didin hene, ji ber me Kurdan gelek derdê îxanetê kêşa ye, bi hezarê salan ta vê kêlîka ez van reşxêzan dinvîsim; ma kê ji we ev gotin nebihîstine: Îxanet, xiyanet, sîxur, patoxwer, caş, qurûcî, nankor, xwefiroş, dûvik, tajiyê xelkê, kewê ribatê, kewê celabê, bocîkê nêçirê, nankor ….

Ez hêvî dikim di vê pêvajoya pir nazik de, ku para Kurdekî nebe ev gotinên jêrîn û para her kûrdekî bibe dilsozî, evîndarî û girêdana bi Welêt re.

Niha bîna xiyanetê ji seranserê welatê min difûre; ji Enqerê bîn digihe Cinêvê ( hahaha Cinêva çaran), li Rojavayê dilê min hin ji Kurdên dûvikên erebên şovînist ji bo kaxetine kesk xwe firotine wan şovînistan û bûne hevalê Erdoxên ku niha bû 12 bajarê Bakurê dilê min hilweşand û dixwaze niha jî Rojavayê dilê min hilweşîne, li Başûrê dilê min jî bi hezaran xayîn bê dadgehkirin li ser singa dayîka min diçêrin, li Rojhilatê dilê min jî nemerd û xayîn hene, lê bersiva wan tête dayîn, lehengên werîsên sêdarkirinê maç dikin bersivê didine melayên îranê; dibêjine: Em Gilgamêş in hûn in yên dimirin.

Ez ji van nokeran re dibêjim û dizanim gotin beyhûde ye, li dîrokê binerin! Hemî setemkar û dagîkerê Kurdistana min rûzemînê ew daqurtandin berxwedanê ew tunekirin, lehngiya Kurdan ew tar û mar kirin; ma kanîn exmînî, emorî, ekadî, mengolî, yûnanî, romî … û … û … ew tev çûn û em man em hîn li vir in, man û nemana me weke çiyayê zagros û Girîdaxê ne, lehengên me jî hemî dibine mîna Gilgamêş, Lavincê Layê Pîrê, Derwêşê Evdî, Şêx Seyîd, Şêx Riza, Qazî Mihemed, Barzanî, Mezlûm, Arîn, …, … û hemî PAKREWANÊN KURD Û KÛRDISTAN.

Bawer bikin dîsa wê tovê Hesenkê Rûhanî, Ebadîko, Erdoxanko û Beşarko li cîhanê kurîs bibin û emê bimînin siwarên Rojhilatê; emê tîrêjên roja pîroz di dil, mejî û giyanê xwe de bi parêzen; em kur û keçê welatê rojê û êgir in, em sed carî ji agirê dojeha we bi hêztir in.

Ez hêvî dikim her Kurdek bi mafê çarenûsî bilind bake, nemaze dilsozên welatê xwe, nemaze yên çek û rext di destên wan de ne; ez dixwazim her û her hemî Kurd li Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr, li Xurasan û Kurdistana Sor her bi yek dengî bibêjin:

Na ji otonomiyê re … na ji fêdralîzmê re … na ji Rêvebirêya Serbixwe re … na ji Konfêdralizmê re … na ji xudmuxtariyê re; dema ku nebine alav ji bo SERXWEBÛNA KURDISTANA min …

Belê belê ji Kurdistana Serbixwe û Mezin re … gerek e ev gotina dawî bibe Quran, Încîl, Celewa, Pirtûka reş, Zebûr û Tewrata Kurdan: JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ TIŞTEK BI RÛMETIR NÎN E; NÎN E, NÎN E Û DÊ NEBÊ JÎ.
 BIJÎ KURD Û KURDISTANA MEZIN.

Sêvdîn Arafat – li Elmanyayê roja 12.02.2017-ê Z.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket