Nesrîn Ebdullah: Pêngava me di têgîna parastinê de yekbûna gelan çêkir

kurdistani 06:36 PM - 2017-02-07
Nesrîn Ebdulah

Nesrîn Ebdulah

Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku bi vê pêngava Reqqayê re di têgîna parastinê de yekbûn çêbû û ev ê rê li pêşiya yekbûna fikir jî veke. Ebdullah bal lê kişand ku ev ê pêkanîna projeya Federal a çareseriyê jî xurtir bike.
 
Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Nesrîn Ebdullah di bernameyeke Radyoya Dengê Rojava girîngiya pêngava 3’yemîn a Xezeba Firatê nirxand.
 
Hevpeyvîna li gel Nesrîn Ebdullah wiha ye:
 
Di demeke ku li ser erdê projeya Federal pêş dikeve, hun bi pêngava 3’yemîn a Xezeba Firatê rabûn.. tu girêdanek di navbera van herdu xalan de heye gelo?
 
Yek ji teybetmendiyên vê hemleyê ewe ku em karibin hemû heremên di bin destê DAIŞ’ê de rizgar bikin û bi vê yekê re projeya federal a ku hêzên me di bin sîwaneya wê de şer dikin xurt bikin. li gel vê di nav pêngavên me de, zanista paratina netewa demokratîk pêş dikeve. Niha şervanên ku tevlî vê hemleyê bûne zêdetir ji ciwanên vê herêmê yên di bin sîwaneya QSD’ê de ne, ku ev ji bo Sûriyê û dawîkirina aloziyê şer dikin. Niha di vê pêngavê de kurd jî cihê xwe digrin wekî hêzên YPG/YPJ’ê me car din bi awakî aktîf pêşengî ji vê hemleyê re kir. Dîsa hêzên Sûryan, tirkumen û çeçan jî cihê xwe di vê hemleyê de digirin. Bi kurtasî mirov dikare bêje ev hemle ya hemû hêzên ku li ser axa Sûriyê jiyan dikine ye. Niha eger di têgîna parastinê de yekbûn çêbibe ew ê di fikir de jî guhertin çê bibe. Ji xwe li hemû herêmên tên rizgarkirin projeya xweseriya demokratîk derbas dibe.
 
Niha tê qalkirin ku armanca vê pêngavê îzolekirina Reqqayê û dorpêçkirina wê bi temamî ye, gelo ev ê pêk bê?
 
Rast e armanca vê pêngavê ewe ku Reqqayê bi temamî bixin çemberê de. lê divê gelê me vê ji bîr neke ku DAIŞ ne hêzek lawaz û çûk e. lewra ji bo xwe li parêzgeha xwe ya stratejîk li Sûriyê Reqqa bigire, ew ê hemû rêbazên terorîzmê bikar bîne. Yanê me dît heya niha li hember hêzên me bi hezaran mayîn çandin, bi erebeyên teqemeniyê êrîş pêk anîn, firokeyê keşifê derxistin. Lewra me ev hemle li ser gelek pêngavan pêk anî da ku gelê sivîl bê parastin em gelek hesas nêz bûn.
 
Yanê li gora dîtina we ew ê ev pêngav dirêj bike?
 
Ji bo me ya esas parastina gel e. Em ê mîna me heya niha kirî, ji vir û pê ve jî pir hesas nêz bibin. Niha li Reqqayê bi sedhezaran sivîl dijîn û ev hemû di bin gefa DAIŞ’ê de ne. lewra ji bo parastina wan ji vê gefê em ê çi destê me bê bikin.
 
Piştî vê pêngavê em ê li benda çi bin?
 
Niha piştî vê pêngavê ew ê, pêngava derbasbûna Reqqayê bi xwe jî hebe. Ji xwe hîna gelê Dêrazorê jî li benda me ye û her roj hawara xwe digihîne me ku wan rizgar bikin. ji bo vê yekê wê tekoşîna me û hemleyên me ji bo rizgakirna hemû axa di bin destê DAIŞ’ê de dewam bike.

PUKmedia-YPGrojava

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket