Ez jî YPG`ê me

kurdistani 06:41 PM - 2017-02-04
.

.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê hêza parastina rûmeta gelê kurd û pêkhatên li Rojavayê Kurdistanê ye.
Em hemû YPG'ê ne û ez jî her YPG`ê me.
Bi nêrîna min ya kesayetî, ew kes û aliyên ku rêz li tekoşîn û xebat û berxwedana YPG'ê ya li hemberî neyar û terorîstan negire, wê nikaribe li ti hêzên kurdî ên din bigre.
Bê YPG'ê çarenivîsa doza me ne diyare.
YPG'ê rastiya tekoşîna rasteqîne ya gelê ne û pêkhatên din li Rojavayê Kurdistanê ye.
Dema ku em dibêjin YPG'ê hêza parastina rûmeta me ye, ev rastî di warê kirdariyê de, li ber çavan hemû kes û aliyan de ye. Tu kes nikare nikolî lê bike. Emerîka bi dehan caran daxuyaniyên xwe di wê barê de dane û goyine ku YPG Hevpeymanê ne ya herî bihêz li ser axa Sûriyeyê. Ev tê wê wateyê ku welatên mezin û bi hêz jî rastiya YPG'Ê derdixînin holê.
Her Kurdek ku li dijî YPG-YPJ-HPG-PÊŞMERGE kîndar be an jî neyartiya van Hêzan bike, ew di xizmeta ecnîdeyên dagîrker û neyarên doza gelê kurd û Kurdistanê de ye.
Wek çawa Gerîlayên HPG li Bakur û Pêşmerge jî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwedî rol û fermiyet in, YPG-YPJ'Ê jî her weha li Rojavayê Kurdistanê wiha tên nirxandin.

Derbarê peywendiyên Emerîka û YPG`ê se, ez dikarim wiha bidim xuyakirin.
Ez vê postê bi taybet ji bo wan kesên ku li dûrî şoreşa Rojavayê bûn û dixwazin ku rola YPG'Ê û dîplomasiyeta wê lawaze bikin û her tiştî bi xwe ve girê bidin.
Bila her kes baş nas bike ku peywendiyên Emerîkayê ji 2-8-2013'an ligel YPG'Ê bi riya nameyekê li Silêmaniyê dest pê kir. Di roja 15/8/2013'an de, li Efrînê nameya Emerîkayê ji aliyê Ser fermandar ya Giştî yê YPG'ê ve hat nirxandin û bersiv dan. Di cotma 2013'an de, bi fermî danûstandina dest pê kir.
Encamnameya wê jî di piştîvaniya Emerîkayê li berxwedana Kobanê derket holê.
Di roja 20/10/2014'an de, bi destpêşxeriya Şêx Lahur Jangi Talabani yekem barê çek ú teqemenî gihîştin bi riya firokeyên Emerîkî gihîştin berxwedanvanên Kobanê.


Hozan Afrini

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket