Daxuyaniya piştgiriya li Hêzên Rojavayê Kuridstanê
kurdistani 05:40 PM - 2017-02-04Daxuyaniya piştgiriya li Hêzên Rojavayê Kuridstanê
Komîteya Rêxistinî ya kampanya “Yekîneyên Parastinê, hêzên niştimanî ne” li bajarê Qamîşloyê bi daxuyaniyekê piştîvanî ji bo YPG`ê xwest û wêneyek ji wê gihîşte PUKmedia`yê ku ev jî naveroka wê ye;
DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ
Weke erkeke me ya neteweyî, niştimanî û mirovahî, her wiha weke berpirsiyariya dîrokî ya li ser milê me rewşenbîr, ragihîner û çalakvanan dikeve, em piştgiriya xwe ji hêzên me yên niştimanî YPG-YPJ re nîşan didin.
Wan hêzan tiştê herî giranbuha li gel xwe ji bo parastina xak û rûmeta Rojava û Bakurê Sûriyayê pêşkêş kirin û hîn jî pêşkêş dikin..
Em bi helwesteke tund, tewanbariyên li dijî van hêzan napejirînin; ev hêzên ku hemû pêkhateyên neteweyî û etnîkî diparêzin û ji hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyayê digirin nava xwe. Her wiha em li ser wê yekê tekez dikin ku em li hember hemû aliyên ku dixwazin tometa terorê bi hêzên me bixînin û têxin lîsteya terorê de disekinin, ji ber ku hinek aliyên Sûrî û di nav de jî hinek kesayetên kurd ên girêdayî wan jî hene, ev demek dirêj e û li ser hemû astan hewil didin berxwedaniya hêzên me reş bikin.
Li gor vê yekê, em weke Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, Yekîtiya Rewşenbîran, Komeleya Çandî ya Suryanî, Yekîtiya Ragihandina Azad û her wiha ji kesên çalakvan û rojnamevanên serbixwe radigihînin ku em kampanyeke bi navê “Yekîneyên Parastinê, hêzên niştimanî ne” dest pê dikin. Kampanya me dê li ser erdê û her wiha bi rêbazê elektironîk jî xebata xwe bike. Li gor vê yekê em hemû sazî û kesayetên niştimanperwer li Rojava û Bakurê Sûriyayê, her wiha li beşên din ên Kurdistanê û derve vedixwînin ku beşdarî kampanyaya me bibin û li ser wê îmze bikin, ji bo ku her kes helwesta xwe li hember hewildanên reşkirinê û kesên li pey van hewildanan disekinin nîşan bidin.
Komîteya Rêxistinî ya kampanya “Yekîneyên Parastinê, hêzên niştimanî ne”
Qamişlo 2-2-2017
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19