Îro Yekemîn salvgegera Koça dawî ya nemir Şêx Cengî Talebanî

kurdistani 04:01 PM - 2017-02-04
Îro Yekemîn salvgegera Koça dawî ya nemir Şêx Cengî Talebanî

Îro Yekemîn salvgegera Koça dawî ya nemir Şêx Cengî Talebanî

Îro roja 4-2-2017`an yekemîn salroja koça dawî ya kesayetiya civkaî ya Kurdistanî Şêx Cengî Talebanî ye.

Saleke beriya îro, di roja 4-2-2016`an de, li bajarê Silêmaniyê, birayê mezin yê serok Mam Celal nemir Şêx Cengî Talebanî, ku wek Kesayetiya civakxweşdivyê kurd tê naskirin, koça dawî kiribû.

Kesayetiya civakxweşdivyê kurd nemir Şêx Cengî Talebanî birayê mizin yê serok Mam Celal û bavê Aras û Lahur û Polad û Hîwa ye, di rojeke wek îro beriya salekê, li nexweşxaneya Şar ya bajarê Silêmaniyê koça dawî kir

Her wehadi rojeke wek Îro serê sibê demjimêr 7ê di 4-2-2016`an de, lii bajarê Silêmaniyê, di nexweşxaneya Şar de jiyana xwe spart û çû ser dilovaniya xwe, ji bajarê Silêmaniyê  birin bo bajarê Koyê û li wir di hundir Tekiya Talebanî de bi axê spartin û merasîma serxweşiyê jî di Tekiyê ya bajarê Koyê de birêve çûbû.

Di wê demê de, merasîma serxweşiyê bi awayekî fermî di demjimêr 1ê piştî nîvro bi beşdarbûna herdu lawên nemir Şêx Cengî Lahur û Polad û her weha ligel serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê encûmena parastinNîştimanî Mesrûr Barzanî û sekreterê politburoya PDK`ê Fadil Mîranî û şandeyeke Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê digel hejmarek ji parlementer û berpirsên hikûmî û hizîbî birêve çû.


PYD`ê jî sersaxî ji malbata Talabanî re xwestibû.


Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê bi peyamekê ji malbata Talabanî re sersaxî xwest.

Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk ê li Başûrê Kurdistanê ji bo wefatkirina birayê Celal Talabanî Şêx Cengî Talabanî peyama sersaxiyê da. Peyam wiha ye:

“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya wefatkirina kesayeta welatparêz û civakî yê navdar Şêx Cengî Talabanî birayê Mam Celal û bavê Lahûr bihîst. Em sersaxî ji malbata Talabanî û gelê Başûr re dixwazin.”


Di roja 6/2/2016`an de, Serokkomar Dr. Fuad Masûm û nûnerên Abadî jî beşdarî serxweşiya Şêx Cengî kirin.

Di roja 6-2-2016`an de, serokkomarê Êraqa Federal Dr. Fuad Masûm ligel şandeke hikûmî bi nûneretiya serokê encûmena wezîrên Êraqê  Helîm ElZuhêrî û Elî Elaq bi riya firokeya navnetewî ya Silêmanî hatibûn Herêma Kurdistanê û beşdarî merasîma serxweşiya kesayetiya nîştimanperwer û birayê mezin yê serok Mam Celal nemir Şêx Cengî Talebanî kiibûn.
Her weha digel serokkomarê Êraqê wezîrê rewşenbîrî yê Êraqê Feryad Rewandozî jî hevrêtiya  wê şandeyê ligel Dr. Masûm dikir.

Her weha Kordînesyona Kantonên Rojavayê Kuridsetanê jî bi birûsdkeyeke taybet, serxweşî li serok Mam Celal û lawê nemir Şêx Cengî kak Şêx Lahur kiribûn.

Mîrê Êzîdiyan Tehsîn Beg jî di roja 8/2/2016 serxweşî li serok Mam Celal kir


Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhan Mîr Tehsîn Beg peyameke serxweşîji serok Mam Celal re şand û serxweşî lê kir.

Ev jî naveroka wê peyamê ye;

Ji bo cenabê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Mam Celal...

Silav û rêz

Bi boneya koça dawî ya birayê we yê mezin Şêx Cengî , ez bi navê xwe û Êzîdiyên Kurdistan û Cîhan û encûmena rohanî, pirse û serxweşiya we dikim û hevxemê we ne. E m hêvîdarin ku Xwedayê mezin lê xweş be û giyan şad bike.

Bêgûman koça dawî ya Şêx Cengî ziyaneke mezin ya gelê kurd e her weha ji bo cenabê we jî, em hêviya tenduristiyeke baştir in û em bi wê hêviyê ne ku bi riya we gelê me ji wê aloziyê rizgar bibe ku hemû alî li xwe girtiye.

Dubare ez xembariyê ji bo koça dawî ya birayê we Şêx Cengî bi we re parve dikim û giyana wî her şad be.

Birayê we

Mîr Tehsîn Beg

Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhan

Serokê Encûmena Rohanî ya Êzîdiyan

8-2-2016 Almanya-Hanover

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket