Pirtûka Kelîle û Dîmne êdî bi kurmancî bixwîn in

kurdistani 01:25 PM - 2017-02-01
Pirtûka Kelîle û Dîmne êdî bi kurmancî bixwîn in

Pirtûka Kelîle û Dîmne êdî bi kurmancî bixwîn in

Kesên ku dixwaze bixwînin.... Silav dostên hêja, min wergerandin pirtûka bi navê ((Kelîle û Dîmne)) bi dawî kir, û ev e pêşgotin wê ye.

Pêşeka Wergêr
Rêberê Yûnanî yê navdar Iskenderê Mekdonî/Duqocî (356-323)B.Z, li sala 326an B.Z, gihîşt welatê Hindê û ew kire bin destlata xwe; û gava ku rewşa wê jê re durust bû, wî peyak ji peyên xwe li ser wan kire desladar, û çû. Lê piştî demekê, Hindistaniyan ew mirova ji ser textê qeraltiyê danî, û neviyekî ji resena qeralên xwe, jê re digotin Debşelîm vebjartin û li şûna wî kirin qeral.
Li serdema qeral Debşelîm, ango berî niha bi derdora 2300 salî, nasik û feylesûfê bi navê Beydeba li Hindistanê hebû. Wî li ser daxwaza Qeral Debşelîm ev pirtûka ((Kelîle û Dîmne)) bi zimanê hîndî (sensikrîtiya kevin = Hindo-Ewrupî) danî, û tê de zanîn, felsefe, perwerde, sincî, serpêhatî, siyaset, karûbarên qeralan û taqeya xwe ya taybet di jiyanê de jî, li ser zimanê lawiran got û li ser rûpelên pirtûkê danî.
Piştî derdora 800 salî, qeralê Sasaniyan Kîsra Enûşêrwanê Yekemîn kurê Qubad (501-579)Z, ku ji felsefe û zanînê hez dikir, ew ji bo bidestxistina wê pirtûkê radibe bijîşkê bi navê Berzewê dişîne Hindistanê, ew jî wê pirtûkê werdigerîne zimanê Pehlewî (Farisiya kevin) û ji qeral Enûşêrwan re tîne.
Li serdema xelîfa Ebbasî Ebu Cefer El Mensûr (95-158)G/(714-775)Z., mirovê `Ecem ê binavê Rozbe kurê Dadewê ku bi (Ebdela kurê Muqefe`) tê nasîn, pirtûkê ji zimanê farisî werdigerîne zimanê erebî. Piştî wê serdemê, destnivîsên pirtûkê yên bi zimanê hindî û farisî jî winda dibin û namînin, û tenê destnivîsa Erebî di nava xelkê de dimîne. Hewriha, hemî wergerên ku paşê derketine, ji pirtûka bi zimanê erebî hatine birin.
Pirtûka ku feylesûf Beydeba nivîsandibû, ji çarede deriyan pêk dihat. Lê paşê çar deriyên din jî lê zêde bûn; deriyê yekê û diduyan ji danîna Behnûd kurê Sehwan ku bi navê (Elî kurê Şahê Farisî) tê nasîn in, wî sedema ku Beydeba ev pirtûka ji qeral Debşelîm re danîbû, û çûna bijîşk Berzewê ya hindistanê ji bo bidestxistina pirtûkê hewaldaye. Deriyê sisyan jî ji danîna Rozbe kurê Dadewê ye, wî jî tiştin ji raman û hizra xwe tê de danîne. Deriyê çaran jî, ji danîna wezîrê farisî Buzercumhir e, wî jî li ser jiyan û karê bijîşk Berzewê nivîsandiye, û li ser daxwaza wî li pêş deriyê ((Gê û Şêr)) daniye. Loma jî mera kane bêje, ku çanda hemî gelên Rojhilata Navîn di pirtûkê de hene, bi taybetî jî, hindî, farisî û Îslamî.
Roja îro, pirtûka Kelîle û Dîmne ji kelepûra cîhanî tê jmartin, loma jî ew ji bo piraniya zimanên zindî hatiye wergerandin.
Gava me jî niyaz kir, ku em vê pirtûkê wergerînin zimanê Kurdî, me nebihîstibû ku wergera wê bi zimanê kurdî/kurmancî heye, lê piştî ku em baş pê de çûn, me bihîst ku wergereke wê li bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin; lê mixabin ew bi dest me neket. Lê digel wê yekê, dost û hevalên bendewar ji me re gotin, ku nexeme bêtirî wergerekê ji pirtûkekê re hebe; û li ser wê rêgezê jî min karê xwe berdewam kir.
Me di wergerandinê sê çapên erebî yên pirtûka ((Kelîle û Dîme)) bi kar anîn û raberî hev kirin, ligel ferhengekê jî:
1. Çapa pirtûkê ya ji pêkanîn û ravekirina: Mihemede Îbrahîm Selîm- pirtûtxana Ibin Sîna ya çap û belavkirinê- Qahîra- 1991.
2. Çapa ku di melpera (( El Mîşkat El Îslamiye)) de hatiye belavkirin.
3. Çapa Rojnama Tişrîn a Sûrî, bi alîkariya UNESCO.
4. Ferhenga ((El Mu`cem El Wesît)), Erebî-Erebî.
Wekî ku em zanin, wergerandin karekî ne hêsan e, nemaze jî eger ew pirtûka berî hezar salî, ji zimanê farisî hatibe wergerandin, û em jî ji zimanê erebî werdigerînin zimanê kurdî. Mîna ku em zanin jî, ku her du zimanên ereb û kurdî ne ji yek malbatê ne, û ji aliyê kokûbinyat û rêzmên de jî ji hev dûr in; ew jî dikin ku wergerandin hinekî dijwartir bibe, û beramberkirina hevok bi hevok bi hev re jî, ne rast û durust be; lêbelê em bawer dikin, ku wergera me wê pir nêzîkî rastiya deqa erebî be, û ji aliyê wate, mebest û ramanê de jî ji çarçewa deqa erebî derneketibe.
Me di wergerandinê de, pala xwe da ser sê rêgezên wê yên bingehîn, ew jî:
1. Tiştên ku di pirtûkê de hatine me lê zêde nekir, û me tişt ji ba xwe jî nexistê û ne jî guhert.
2. Tiştêm ku di pirtûkê de hatine me jê kêm nekir.
3. Ta ji me hat me hewilda, ku werger bi zimanekî sivik û têgihîştî be, û xwendina wê bi xwendevavan sivik be.
Spas

PIRTÛKA
KELÎLE Û DÎMNE
YA FEYLESÛFÊ HINDÎ BEYDEBA
***
WERGERANDIN JI FARISÎ
ROZBE KURÊ DADEWÊ
(EBDELLA KURÊ MUQEFFE`)
***

WERGERANDIN JI EREBÎ
MIHEMED EBDO ELÎ
***
Dr. Mihemed Ebdo Elî
Efrîn.. 31/1/2017zdixwazin

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket