Şehîd Aram sembola rewşenbîrên şoreşger e
kurdistani 06:16 PM - 2017-01-31Şehîd Aram sembola rewşenbîrên şoreşger e
Îsal jî Pakrewanê ciwanemerg Aram li gundê Tenkeserê bi bîr hat.
Bi amadebûna kesayetiyên desteyekî bilind ji Mekteba Rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, îro roja sêşemê 31-1-2017`an, serdana goristana nemir şehîd Aram kirin.
Her weha ji bo bîranîna 39`mîn salvegera şehîdkirina nemir Aram (Şaswar Celal) ku yekek ji serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, li navçeya Tenkêserê ya navçeya Qeredaxê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi merasîmeke bihêz hat nemir Aram bi bîrhat û dibistanek jî bi navê wî li Qeredaxê vekirin.
Pakrewanê Kurd nemir Aram li taxa Hacî Hanê ya bajarê Silêmaniyê di sala 1947`an de jidayîkbûye û xwendina xwe ya destpêkê li bajaroka Mawetê bi dawî kiriye û xwendina xwe ya amadeyî li Silêmaniyê bi dawî dike.
Her weha di sala 1964`an de, li zanîngeha Bexdadê, kolîja endazyariyê xwendiye, lê ji ber têkçûna rewşa tenduristiya çavên wî, kolîja endezyariyê berda û di kolîja Bazirganiyê de, dest bi xwenda xwe kir û di sala 1970ê de, xwendina xwe ya zanîngeha Bexdadê bi serkeftî bi dawî kir.
Pakrewan Aram di nava xebata Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, xwedî roleke gelek mezin bû, di zanîngeha Bexdadê de, yekek ji çalakvanê here bilîmet yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû, her weha yekek bû ji damezrênerê Komeleya Rencderanî Kurdistan bû ku di sala 1970 ê de hat damezrandin.
Di sala 1974`an weke nûnerê sekerteriyeta Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji bo Rûsiyayê hat vexwendin û tevlî kongireya Ciwanên Cîhanî li Moskowe bû.
Di sala 1976`an de, piştî ku Xale Şihab û hevalên wî ji aliyê rêjîma Êraqê ve hatin girtin, nemir şehîd Aram sekreteriyeta Yekîtiya Xwendekaranên Kurdistanê birêve bir û piştre jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û dest bi karê rojnamegeriyê kir ku li gorî nebûnê jî, dikarî rojnameya bi navê ((Hawkarî)) derxîne û digel hinek ji rojnameyên dîtir jî û di warê nivîsî û çanda Kurdî de, gelek wistiya û xwedî roleke berçav bû.
Di sala 1975`an de, piştî ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate damezrandin, mnemir Aram xwe selimand ku ew yekeke ji serkirdeyên here pêşkeftî û çalak yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê .
Ji ber helûmercên ku pêwîst dikir şehîd Aram di nav bajaran de bimîne û karê nihênî bike, daxwazên wî yê tevlêbûna şerê li dijî rêjîmê pêk nehat, ji ber ku wî dikarî di bajaran de, zêdetir tekoşîn li dijî rêjîmê bikireya.
Her weha di sala 1976 berê xwe da çiyayê Kurdistanê û şoreşa nûh ya gelê Kurdistanê pêşxist û di dawiyê de, ji ber zîrkî û tekoşîna wî ya bê wêne, ew di sala 1977`an de, bû bi endamê politburoua Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û di 31-1-1978`an de, li gundê Tenkîsirê ya ser bi Qeredaxê, bi destê çaşên kurd ên girêdayî rêjîma Êraq rûxawî ve hat şehîd kirin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19