Bi vîdyo; Şehîd lîwa Hisên Mensûr li ser Rojavayê Kurdistanê şirove dike

kurdistani 05:55 PM - 2017-01-31
https://www.youtube.com/watch?v=oMk8pa_D_wo

https://www.youtube.com/watch?v=oMk8pa_D_wo

Şehîd lîwa Hisên Mensûr: Ez amademe biçim li Rojava şer bikim û şehîd jî bibim.

Hevpeyvîna taybet ya Ronahî.tv digel fermandarê hêzên pêşmerge li sînorê Xaneqînê, Pakrewanê gelê Kurd Lîwa Hisên Mansûr dibêje ku ew amade ye biçe Rojavayê Kurdistanê û şer li dijî terorîstan bike.

Di hevpeyvîneke taybet yê Ronahî.tv digel mfermandarê hêza 2 ya Pêşmergê Kurdistan lîwa Hisên Mensûr di derbarê rewşa ewlehiya li her çar aliyên Kurdistan û bi taybet başûr û Rojavayê Kurdistanê de, şiroveyên şehîdê gelê Kurd Lîwa Hisên Mansur bi awayekî zelal û dûr li dudilî, ew bersiva hemû pirsyarên kenala ezmanî ya Rojavayê Kurdistanê dide.

Nemir Hisên Mansûr di gotineke xwe de li ser Rojavayê Kurdistanê dibêje; Ez wek xwe wek kesayetiya Hisên Mansur û wek pêşmergeyekî Kurdistan, amade me ji bo berevaniya li Rojavayê Kurdistanê, biçim beşdarî şer bibim û li wir jî şehîd bikev im.

Ev helwest, helwesteke ne kême û ne jî normale.

Qehremantiya serkirdeyên pêşmergê Kurdistan û dilsoziya wan bi ax û nîştîman û girêdan bi rêbaza serok Mam Celal re, ciheke xwe taybet heye û ev yek bûye meznitiya wan mêrxwesan û rewabûna doza gelê Kurd.

Pêşmergê bi lîmet ku tevahiya hêzên neyaran jê ditirsin, bi vegera serok Mam Celal bo axa Kurdistan û azadkirina Celewleyê hisrên dilsoziyê dibarîne...

Têbînî; Ji ber yekemîn salvegera çehîdbûna wî qehremanî me wek PUKmedia`yê beşa Kurdmancî xwest weşankirina hevdîtna wî nemirî dubare bikin tako mirov bizane ew xwedî çi helwesteke mezin bû.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket