Î.Umer; "Bi rastî ev tiştekî kes nedî ye, çawa dewletek bi vî rengî têkiliyê bi welatiyên xwe re dike"

kurdistani 06:23 PM - 2017-01-25
Gotara nemir Îsmaîl Umer di dema berdana rêzdar Şêx Alî de

Gotara nemir Îsmaîl Umer di dema berdana rêzdar Şêx Alî de

Ji ber şopandin û naskirina rewşa dawî ya Partiya Yekîtî Ya Kurd li Sûriyê, me bi girîng Zanî ku hevpeyvînekê li ser rewşa Partiya Yekîtî û dekreterê wê mamoste Şex Alî ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû revandin û girtin, li gel berêz serokê Partiya Yekîtî Demokrata Kurd li Sûriyê, mamosta Îsmaîl Umer pêkbînin.

Her weha piştî ku me pirsyarên heftenameya Çawdêr arastiya rêzdar kir, Herweha, ji aliyê xwe ve jî, mamoste Îsmaîl Umer, bi coşeke mezin û bi awayekî sada û rêk û pêk, bersivên hemû pirsyarên heftenameya Çawdêr ku li bajarê Silêmaniyê bi zeraveya Soranî tê weşandin newend…

Çavdêr; Pirsa me ya destpêkê ji we ew e ku hûn nasnameya xwe ji xwendevan û şopênerên me re bêjin.
Îsmaîl Omer; Navê min Îsmaîl Umer e, sala 1947`an li bajaroka Dirbasiyê jidayîk bûme, serokê partiya
Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) me.
Herweha ez di serokatiya Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, komîteya giştî ya Hevbendî û Eniya kurdî li Sûriyê û Sekretariya giştî ya ragihandina Şamê de, ji bal Hevbendiyê ve endam im.

Çavdêr; Gelo di vê qonaxê de, Kar û xebatên Partiya Yekîtî, di çi astekê da ye.....?
Îsmaîl Umer; Hatiye naskirin ku partiya me, Şêweya xebata demokarat a aştiyane ji bo pêkanîna armancên xwe bijartiye, ji bo vê yekê, pêdivî ye hemû hêz û
hinera gelê me, ser hev kom bibe dako karibe vê armanca pîroz pêk bîne.
Em hewil didin ku hemû hêz û partiyên kurdî û çalakvanên çandî û civakî...Di yek çarçoveyê de, bidin ser hev.
Hevbendiya Demokrat a kurd li Sûriyê ya ji çar partiyên kurdî û hin
kesayetiyên welatparêzî xweser pêkhatî ye, bi mebesta çarçovkirina
tevgera kurdî li Sûriyê hatiye damezirandin.
Bi têkilî û guftgoyên biratî û dostane, bi biraderên me re, di Eniya Demokrat Kurd li Sûriyê, me komîteya giştî ya Hevbendî û Eniya kurdî li darxistiye, me nerîneke hevbeş ji çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê pejirandiye û daye çapemeniyê, em giring dibînin ku Encumeneke kurdî ji hemû hêz û partiyên kurdî li Sûriyê, di rêya kongireyekî niştimanî kurdî giştî de, bê damezirandin, ew Encumen bi navê kurdên Sûriyê xwediyê helwest û biryarê be.
Çavdêr; Armanca we ji bo çareseriya doza neteweyî ya kurd li Rojavayê Kurdistan çiye...?

Îsmaîl Umer; Di tevgera kurdî Li Sûriyê ser û ber de, nerîneke hevbeş ji çareserkirina pirsa kurdî re heye, ew jî bi vî rengî ye: (Peydakirina çareyeke dadmend û demokratane ji doza kurdî li Sûriyê re, di çaçoveya yekîtiya welêt (Sûriyê) de).
Bivê çareyê, pêwiste mafên gelê me yên rêzanî, çandî û civakî bi cih bibin, ango siyaseta Şoven a pîlankirî li dij gelê me digel pratîkên wê yên
nijadperest bi tevayî ji hole rabin, mîna plana serhejmara awarte ya ku bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me bê nasname û regezname kiriye, û plana kembera Erebî li Cizîrê ya ku ji ber wê, bi deh hezaran Erebên Parêzgeha Heleb û Reqayê li Cizîrê hatine bicîkirin, xaka kurdan ji wan hate sitandin û li wan Erebên biyanî hate belavkirin!!!
"Bi rastî ev tiştekî kes nedî ye, çawa dewletek bi vî rengî têkiliyê bi welatiyên xwe re dike". Herweha, em dixwazin plana Erebkirina dever û navên kurdî raweste. Bi kurtî, hemû zagonên nijadperst yên li dij gelê me derketine meydanê, pêwiste ji holê rabin.
Hêjayî gotinê ye ku partiya me dibîne ku lêvegerek ji parçekirina deverên
kurdî li Sûriyê re çêbibe, belavkirineke nû ji parêzgeh, bajar û bajarokên
kurdî re bê danîn li gora taybetmendiya wan a netewî, dûrî nijadperestiyê, kurd di deverên xwe de, di çarçova yekîtiya welêt de, destelatiya xwe bikin.

Çawdêr; Gelek siysetmedarên kurd girtina sekreterê Partiya Yekîtî mamosta Şêx Alî ji bo bizava kurdî weko nameyekî hereşe û gef lêkirin wun dibînin, gelo hûn çawa dinirxîn in....?

Îsmaîl Umer; Em dikarin teqez bikin ku du armancên sereke ji girtina sekreterê partiya me re hene.
 Ya yekem, ew girtin nameyeke tirsandinê ye ji partiya me, tevgera kurdî û hemû tevgera niştîmanî li Sûriyê re.
Armanca diwem, dûrxistina partiya me ji siyaseta wê ya realîst û helwestên wê yên berpirsyarê ye, ew helwestên ku xeleka dost û alîgirên doza me, di nav gelên Sûryê de, fireh dike, ev yeka han, dezgehên rijêmê aciz dike.
Ji bilî hewildan û rola partiya me, di warê avakirina Encûmena kurdî ya ku li jorê me anî zimên, û rola partiya me ya erênî di avakirina ragihandina Şamê de.

Çawdêr; Partiya we di ragihandina Şamê de, beşdare û ragihandina Şamê jî pir metirsîdar nîne li ser rêjîma Sûriye gelo wê encam çi be .....?

Îsmaîl Umer; Ez dixwaz im bibêj im ku navnîşana sereke ya ragihandina Şamê Guhertina demokratîk a aştiyane ye, ji ber ku hemû endamên wê ketine wê baweriyê ku rêjîma Sûriyê nikare xwe biguhêre, ji bo vê helwestê jî, rêjîm zorê dide aliyên ragihandinê û bi hemû şêweyan, rê li pêş xebata wê digre.
Ragihandina Şamê tu hêviyan li ser sozên rêjîmê ava nake, herweha tu hêviyan li ser guherîna ji derveyî sînorên welêt jî ava nake. lê belê, ew dibîne ku kongireyekî niştîmanî Sûrî giştî bê li darxistin, ew kongir, wê Şêweyê mîkanîzma guherînê destnîşan bike.

Çawdêr; Girtina mamosta Şêx Alî, çand ziyan û bandor li ser kar û xebata we çe kir ....?

Îsmaîl Umer; Di baweriya me de, armancên rêjîmê di girtina Heval Şêx Alî de, têkçûn, ji ber ku wê dixwest hevalên me têkevin bin bandora rakişînê de, dûrî siyaseta partiya xwe ya realîst bikevin, ew ji dost û hevalan dûr bikeve, bi tena xwe di gastînê de bimîne, lê, hevalên me, bi zanistî û hişekî vekirî têkilî bi vê bûyerê re kirin. Ew program û siyaseta partiya xwe bilind diparêzin.

Herweha, patiya me karîbû hevalê Şêx Alî bike girtiyê hemû tevgera kurdî û ya niştîmanî, bike girtiyê demokrasiyê, ji ber wilo jî, gelek hezkeriyên mirovan li deverê û li cîhanê, çalakvanên civaka sivîl û tevgera kurdî û ya Erebî piştgiriya wî kirin û doza serbestberdana wî kirin û hê jî berdewam in. Partiya me dê di çalakiyên xwe de, ji bo berdana heval Şêx Alî berdewam be.

Çawdêr; Li hevdîtine we li gel Mam Celal ti sozek ji bo azadkirina rêzdar Şêx Alî û çareserkirina doza kurdî li Sûriye da we....?

Îsmaîl Umer; Seredana Mam Celal bo Sûriyê vê carê ne weke carên berê bû, ji ber ku ew weke serokê Komara Îraqê mêvanê dewleta Sûriyê bû, ango karûbarên wî ne ji bo kurdan bûn, ji aliyekî din ve, nabe ew di pirs û problemên dewleteke din de, bipeyive.
Em bi navê Hevbendiya demokrat a kurdî li Sûriyê, me xêrhatina Mam Celal kir, û em bi vê hevdîtinê gelek serfiraz û kêfxweş in.

-Têbînî : Ev hevpeyvîn, di hejmaa 115`an, di heftrnameya Çawdêr de hatiye weşandin. Me jî we bi girîng dizanî ku ji bo gotin û ramanên nemir ên girîng ku di vê demê de ji bo tevgera kurdî ya Rojavayê Kuridstanê girînge, ji nû ve, di PUKmedia`yê de, biwşînin.

Hevpeyvîn; Hozan Murşid Efrînî 
Başûrê Kurdistan-Silêmanî
01.03.2007

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket