Komara Kurdsitan ya li Mihabadê rastiya doza her çar aliyên Kurdistanê ye

kurdistani 01:34 PM - 2017-01-24
Komara Kurdsitan ya li Mihabadê rastiya doza her çar aliyên Kurdistanê ye

Komara Kurdsitan ya li Mihabadê rastiya doza her çar aliyên Kurdistanê ye

Eger mirov bi awayekî berferehî li ser vê rojê bisekinê, ango roja 22-1- ji her salekê, çi di warî şirovekirinê de be, çi di warî revekirinê de be, çi di warî jihevderxistina dîrokî û siyasî û mafên mirovî de be, dê gelek tiştên cur be cur derkevin holê.

Ji ber ku gelê Kurd bi hezaran sale ku li ser xak û şûnwarên bav û kalên xwe dijîn. Bi berdewamî jî, xwedanê rûmet û navûbangên xwe bûne û ti carî jî, xiyanet û dirûtî û nepakî li direws û hevcîwarên xwe nekirine. Lê mixabin herdem jî, ji aliyê direwse û ew desthilatên ku li ser Kurdistan ê zalbûne û dagîrkeriya xwe bi awayekî nemirovane didomînin. Gelek binpêkirin û pêşilkirina mafên mirovan li hemberî Kurdan kirine û ta niha jî berdewamin û xwe bi mafdar jî dizanin.

Rewşa gelê me li çar aliyên Kurdistanê, hîn jî gelek bi nerewayî tê binpêkirin û naye parastin. Çi li Bakurê Kurdistan(Tirkiye), Rojhilatê Kurdistanê (Îran), Rojavayê Kurdistanê (Suriye) û Êraqê jî, ku heya niha gefan li Herêma Kurdistanê dikin û neheqiyê bi vîna gelê Kurd dikin her rojê kêşeyekê ji Herêma Kurdistanê re derdixînin û aloziyan diçespînin û bêhtir ji 3 milyon Kurd hîn jî di bin desthilata hikûmeeta Êraqî de ne.

Di rojek ji rojên çileya werzên Kurdistanê de, ango di 22.01.1946, an ku di roja 2ê Rêbendanê de, li Rojhilata Kurdistanê, di meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê de, dîroka gelê Kurd ser ji nû ve hat vejandin.

Di wî rojê mîna îro de, Pêşewayê mezin yê gelê Kurd nemir Qazî Muhemed bi amadebûna nûnerên çalak ji her çar aliyên Kurdistanê, di meydana Çarçira yê de, Aaya Rengîn ya neteweyî bi pat û silavan li darxist û damezrandina komara Mahabad ya Kurdistanê ragihand.

Her weha ev roj bû bi rojeke dîrokî li ba tevahiya gelê Kurd û ji dîrokê re bûye bi belgeyek ku êdî gelê Kurd dikarê bi awayekî aktîv xwedî li bîrûbariyên xwe derkeve û vîna xwe ya azad di warê kirdarî de nîşan bide.

Duhî li Rojavayê Kurdistanê jî, bi heman awayî, li kantona Cezîreyê, hikûmeteke xweseriya demokratîk ya Kurdî hat ragihandin û vê pêngavê dilê tevahiya gelê Kurd yê dilso xweş kir û dîroka berdewamiya serkeftin û destkeftên gelê Kurd berdewam kir û weke4 Herêma Kurdistanê, êdî gelê Rojavayê Kurdistanê, bûye xwediyê desthilateke xwebixwerêvebirinê.

Ji ber wê yekê, di 68`mîn salvegera damezrandina komara Kurdistanê li Mihabadê, ji bîr nebû, li bajarê Amûdeya Rojavayê Kurdistanê rastiya xwe nîşanda û wê li Kobanê û Efrîna berxwedanger jî, çieyên azadiya gelê Kurd bên ragihandin ku êdî Rojavayê Kurdistanê jî, bûye bûyereke dîrokî ji dîroka gelê Kurd û Kurdistanê û ev yek tê wê wateyê ku di 68`mîn salvegera komara Kurdistanê ya Mihabadê, ji bêr nebû, berdewamiya wê li Rojavayê Kurdistanê hat vejandin.

Ji ber ku di dîroka gelê Kurd de, herdem felsefeya serkotkirin û xiyanetê biserketiye, neyarên gelê me, herdem dest bi qezanckirina kes û aliyên ku zemîneya bicdîanîna siyasetên xwe yên qirêj bikaranîne û di dîrokê de, gelek kes û aliyên têkder û xiyanetkar jî, navê wan li ser rûpelên dîroka borî de hatrine nivîsandin.

Di barê xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û tekoşîna ku bi awayekî akîtvene ji sala 2004`an ve de4st pêkiriye, gelek kesayetiyên rewşenbîr yên mezin xwedî li pêşxistina çoreşa me li Rojavayê Kurdistanê derdiketin û yek ji wan jî, helbestvanê mezin nemir Şêrko Bêkas bû.

Di serdana min ba nemir Şêrko Bêkes de, ji bo helbesta ku ji salvegera raperîna 12`ê Adara 2004`an re pêşkêş kiribû, min spasiya wî kir, lê wî bersiva min da û got: Kakê Efrînî min tiştek ji bo Rojavayê Kurdistanê nekiriye û pêwîste em di hemû nivîs û civîn û karên xwe de, derbarê piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê de tevbigerin.

Bêkes dida aşkire kirin ku yek ji erkên me yê rewşenbîran ew e ku em bikaribin bi awayekî rastewxwe û cedî li ser geşepêdana ecamên raperîna 12`ê Aadra 2004`an rawestin û em destek bidin bi gelê me yê Rojavayê Kurdistanê taku bi wê rihî di tekoşîna xwe ya rewa de berdewam bike.

Di hemû semînar û xwepêşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, beşdar dibû, axiftin û helbestên xwe digotin, rêjîma Sûrî riswa dikir û pir bi awayekî çalak di nava çalakvanên Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe diselimand.

Weke ku ez têdighim ku serxistina proseya siyasî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji berhema komara Kurdistan ya Mihabadê ku bi bereketa şehîdê mezin pêşewayê nemir Qazî Mihemed e. Her pêngaveke wisa, ji zemîneya ku wî ji me re nexşe kiribû tê.

Li Rojhilatê Kurdistanê, her zimanê Kurdî di hemû dem û dezgahên part û rêkxistinan de her li pêş zimanê Farisiye û ên dine.
Hemû xelkên xwe fêrî zimanê zikmakî dikin. Serkirde û serokên part û rêkxistinên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya yekemîn girîngiyê didin bi zimanê Kurdî û hewil didin pêşbixînin.

Ev yek ji rastiya çandina bîr û raman û rêbazên rasteqîne di serê wan kes û aliyên welatperwer de, ew bi riya pak û dirustiya kesayetiya pak û neteweyî yê nemirê mezin Qazî Mihemed ve hatine çandin û heya niha bandora xwe li ser civaka Kurdî li Rojhilata Kurdistanê daye meşandin û berdewame û bandora xwe li ser beşên din yên Kurdistanê jî heye.

22-1-2017

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket