Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

kurdistani 12:10 PM - 2017-01-24
Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

Di serdema rêjîma dîktetor yê B`esî erebî şovînî de, di demekê ku gelê kurd nikarî serî li ber dîtetoriyeta Sedam Husên rake, gelê Ereb û rêjîm jî, pê re nikarîn temaşeyî ser rû û dîmenê lehengê Kurd Mam Rîşe bikin.

Mam Rîşe ango navê xwe ya tomargehê, (Necmedîn Şekor Rauf)  ku di sala 1955`an de, li gundê Taleban ya navçeya Germiyanê ji malbateke welatparêz û kurdperwer jidayîk bûye, qehremanekî ji bo doza gelê xwe tekoşîn kir û heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe de û serê xwe li ber rêjîma xwînvexwer û erebên şovanîst dînena.

Mame Rîşe yekek ji kesayetiyên herî bilîmetî gelê kurd yê Başûrê Kurdistanê bû ku bi şev û roj li dijî dîktetoriyeta erebê şovînî dicengiya û ew kesayetiya şoreşger nimûneya têgeha serfirazî û serbilindî ji her kesekî Kurd re bû.

Weku tê gotin li ser lehengtiya Mame Rîşe ku ji ber mezintî û canpolatiya wî, xelkên Ereb û alîgir û nokarên rêjîma dîkteorya Sedam Hisên ji wî re digotin peyayê Hesinî, ji ber ku kok netitirsî û ne jî hesab ji wan re dikir û herdem li Kerkûk û derdora wê digeriya û ajan û sîxurên rêjîma dîktetor, bi mêrxwasî jinav dibir û her kesî li dijî vîna azad ya gelê Kurd bû ye, ew dixist proseya dadgehkirinê û di encamê de, wê her binçav bikira û sizayên lio gor tawanên wan bi cî dikir..

Piroseya Mame Rîşe ew bû ku gelek rêça berpirsê ewlekariya Kerkûkê dipiya ku hemû rojekî wî berpirsî li ber çavên xelkê kurd digot; Êdî temenê Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) pir kêm bûye û wê di demeke nêzîk de an li zîndanê be, an jî li goristanê be.

Her weha di barê mêrxwesî û dilêriya Mam Rîşe de, kesekî ku lawê wî pir nêzîkî kesayetiya xebatkarê kurd yê leheng Mame Rîşe bû û pêşmergê bi wî re bû, ji min re karekî pîrozî wî şoreşgerê mezin hewelda û bi vê awayî got; Rojekê rêjîma Sedam Hisên ê dîktetor pir xwest gelê kurd û bi taybetî dost û alîgirên Mame Rîşe nîgeran bike, tako moral û wureyê wan têk bibe û bê hêvî bike. Lê Mam Rîşe jî ew yek baş naskiribû, agahiyên xwe li ser pîlan û kiryarên rêjîmê û ajanên wî hevbû, wî jî li hemberî pîlana rêjîmê, proseyeke baştir amade kir. Di rojekê de, ku berpirsê ewlekariya Kerkûkê yê ku pilan li dijî Mam Rîşe darijtiye û wê moralê xelkên kurd têk bibe diçe xweringehekê li bajarê Kerkûkê û digel çend pasevanên xwe û alîgirên xwe, di wê xweringehê de xwerinê li wir dixwe û vehesa xwe dike û bi wan alîgirên xwe re, di nava kêfxweşî û gotûbêjan de ye. Her weha Mame Rîşe jî di bicîkirina wê proseya şoreşgerî ya xwe li dijî wî berpirsî dest pê kir.

Mam Kerîm ku bi xwe bavê şehîd Enwere ku ligel Mam Rîşe pêşmerge bû, di axiftina xwe de wiha berdewam kir; Di heman demê de, Mam Rîşe di wê xweringehê de, nanê xwe dixwe û berpirsê rêjîmê jî li wir nanê xwe dixwe û piştî ku xwerina xwe têr xwe re û vehesa xwe jî kir, êdî rabû ku wê perê xwerina xwe û ya alîgirên xwe bide xwediyê xweringehê, lê ji aliyê xwe ve, hejmarkarê xweringehê jê re dibêje ku perê te hatiye dayîn.?!

Yekser ew berpirs maliq dimîne û ji pasevanên xwe dipirse kê perê min daye, ew dibêjin em nizanin. Her ji jmêryarê xweringehê dipirse gelo kê perê xwerina me daye.? Ew kes dibêje nizan im û ez wî kok nasnak im, lê ji min re got eger kes li min pirsî ji wan re bibêje Recul El-Hedîdî (Peyayê Hesinî) ew pere daye.

Di wê demê de, ew berpirs mirûz û dîmenê xwe têk diçe û gelek ji xelkên Kerkûkê wê demê amadebûne û ew çîrok bi guhên û xwe bîstin û bi çavên xwe jî dîtin, piştr e jî, êdî ji bo wî berpirsî şermeke mezin bû ku wî li ber çavên xelkê Kerkûkê digot Mame Rîşe wê di demeke nêzîk de, an li zîndan be an jî li goristan be, lê dema ku di yek xweringehê de, bi hev re xwerin xwerine û perê wî jî daye û pê nizaniye ku Mame Rîşe di wê xweringehê de ye û perê wî jî daye.

Ev yek ji çîrokê lehengtî û mêrxwesiya kesayetiya Mame Rîşe ye wek pêmergeyekî dilsoz û xwemxwerê doza xwe di nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, tekoşîna xwe dikir û bi bê hember ku ewqas ji bo parastina doza gelê xwe hişyar û xwedî dilekî bihêz û merd bûye.

Hezar dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Mame Rîşe ey peyayê Hesinî yê nimir û dilsosê doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistan.
Mixabin ku di roja 24-1-1985`an de, şorşeger û lehengê gelê kurd ku neyarên şovînîstan jê re digotin (Peyê Hesinî)Mam Rîşe bi  riya çaşên rêjîma dîkteor bi awayekî hovane dikin pisuyê û şehîd dikin.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket