Ciwanê Kobanî ku ji ber nexweşiyê dinalî jiyan ji dest da

kurdistani 05:45 PM - 2017-01-21
Ciwanê Kobanî ku ji ber nexweşiyê dinalî jiyan ji dest da

Ciwanê Kobanî ku ji ber nexweşiyê dinalî jiyan ji dest da

Duhî roja înê 20-1-2017`an, Ciwanê mirûz xweş û fedekar yê Kobanê, Bangîn Şêx Demir, ji nav me bar kir.

Bangîn Demir ku bêhtir ji 2 salan e rastî nexweşiyeke pîs bibû, gelek nexweşxane û cihên tenduristiyê dan hev, lê çare tune bû, di encamê de, jiyana xwe ji dest da.

Pêştir jî hem Polat Can û hem jî Şêx Lahur Şêx Cengî alîkariya wî kirin û ji Hewlêrê anîn bo Silêmaniyê, nexweşxaneya Faroq û piştre jî bi firokeyeke taybet rewaneya Almaniyayê kirin tako li wir were dermankirin û nexweşiya wî ya giran were çareserkirin, lê piştî ku hinekî baş bû, qonaxa metirsîdariyê derbas kir, vegeriya Kobanê û Newroza 2016`an jî bi xelkên Kobanê re de4rbas kir û pîroz kir.

Lê mixabin piştî çend mehekê, dîsan ew rastî tengnefesiyê hat û rakirin Hewlêrê nexweşxaneya Jîn, di jêr çavdêriya awerte de bû, pereyên pir lê hat xerckirin, lê neçar bûn ji wir derkevin û bi riya nûneretiya PYD û Şêx aliyên ser bi YNK`ê Bangîn anîn nexweşxaneya Şar ya Bajarê Silêmaniyê. Lê mixabin nexweşiya wî her girantir bû, di encamê de, jiyana xwe ji dest da.

Ev nivîsa watedar ya ciwanê Kobanî yê nemir Bangîn Demir e.
Bawer bikin hevjîntiya van du kesan û hezkirina û xweşewîstiya wan ji hevdu re, çîroka tevahiya xweşewîstmendên di dîroka gelê de, derbas şirove dike û heya dikar im bibêj im, efseneyên wek ya Mem û Zînê, Siyamend û Xecê Derwêşê Ebdê  û Delal derbas dike ..
Dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Ciwanê rewanpak.

Ev jî hevdîtineke berê bi nemir Bangîn Demir e hatibû saz kirin, hûn dikarin temaşe û guhdar bikin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket