Sertêkoşer ê Kurdistana Sor

kurdistani 05:02 PM - 2017-01-09
.

.

Bi kurtî-îxtîsar.
Mehmedê Siloyê BAVA (Babayêv Mamêd Sulêymanovîç) wek kesayetek dîrokî  navê wî derbazî dîrokê bûye. Sertêkoşerê ji nûva dasekinandina Kurdistana Sor, avakar  û serokê  rêxistina «Yekbûn» ê, pêşengê kurdên Yektîya Sovyêtê a berê M.S.BAVA  weha tê pejirandin û nirxandinê.
Babayêv Mamêd Sulêymanovîç di 20 ê cotmehê  sala 1920 an de li gundê Araratê li Ermenîstanê ji dayik bûye.
Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina maf ê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî  M.S.B. destbi têkoşînê dike.
Dema Yektîya Sovetê de kesî culet nedikir ji netewetîyê behs bike, lê ewî destpêkêde tik û tenha berê xwe dabû dewletê, name rêber û serokên dewletê re dişand (Î. Xûrûşov, L.Brêjnîyêv, Y.Andropov, M.Gorbaçov, Y.Prîmakov, S.A.Tovmasîyan - serokkomar ê Ermenîstanê, A.Elçîbay, A.Mutalîbov, X.Vazîrov, G.Alîyêv - serokkomarên  Azerbaycanê……) û hevdîtin pêk dihatin. Ewî bi îsrar hîvî û daxwaz dikir ku sebebên rûxandin a Kurdistana SOR û nefîkirina  kurdan (1937-1944) werên zelal kirin, Kurdistana Sor jî ji nûva were ava kirin.
Kurdisyana a Sor a ku 1923- an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin. Li ser 14 herêm û 110 nehîyan gund-gund, malbet-malbet parevedikin. Mebest helandin a cîvaka kurd bûye. Ev bûyera qirêj mora xwe li çarenûsa M.S.BAVA ji dixe (16-17 salî bûye).
Ji bo ku kurd  mafên xwe ên hindabûyî û pêpezkirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytaxt  bajarê Moskvaêda meşa derbazdikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn carbû ku kurdê Sovyêtê meş ê da bangî dewletê dibûn  dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşêda bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yektîya  Sovyêtê 2000-an zêdetir kurd beşdar dibin. Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdar ên Yektîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedar ê dewletê kurdara radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryarbin wîçaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdura ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure. Di sala 1991 a de Yektîya Sovyetan hilweşya di erdnîgarîya Sovyetêda dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc  û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurdbûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojêda dirokê vê helwest û asbêktê aşkar û zelalke. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê….
Di şer û dagirkeriyê de rastî û mirovatî tê kuştin, edalet tê vemirandin..
Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî di hêla Ermenîstanê ve tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a Şeddadîya derbazî arxîva dîrokê dibe.
Pey BABAYÊV re kesî culet nekir ew êstafêta ku wî hildabû heya dawîyê hilbigire.
Babayêv di sala 1946-an de li Mehabadê serok û mêrxasên kurda ra Qazî Mehemed, M.M.Berzanî re hevdîtina pêk tîne. Di avakirina Komara MEHABAD ê de pir hindik rola wî jî heye (pirtûk: Mehebad kurt Cumhurîyetî, 1946, WILLIAM  EAGLETON, Turkcesî Mehemet Emîn Bozarslan, 1976 Îstanbûl).
Babayêv bi bandora Q.Mehemed û M.M.Berzanî de wek kesayet û rêberekî kurd têdigêhije.
Ku M.Barzanî  tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala Mehmedê Siloyê Bava de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M.M.Barzanî ra diçe qebûla serok komarê Ermenîstanê S.A.Tovmasîyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hivî dike ku jêra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehada werên qebûlkirin. S.A.Tovmasîyan gilî dide û sozê xwe diqetîne. Bi  daxwaz û tekîda M.M.Barzanî  Babayêv sazî  û rayedarên  dewletêra nama dişîne û hivî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jêra dibêjin  careke din karê wehara mijûl nebe, Babayêv  li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwdanê bike. Berxedaneka weha ne hêsabû gelek cara  mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jêra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî  heya  dawîya emrê xwe  berdewam dike.
Babayêv di 1993-ê sale diçe Rojavayê Kurdistanê. Bi rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan re û hemû derdodên sîyasî yên kurd re hevdîtinan pêk tîne û tevî hevdîtinên aştîyê dibe, pêşnîyar dike ku PKK ji Turkîyê daxwaza atonomîyê bike, Serok Apo vê daxwaza Babayêv dipejirîne. Bi wesîla Celal Telebanî Turkîyayêra ev daxwaz tê ragîhandin, lê rayedarên dewletê vê daxwazê qebûl nakin.
Pêşengê kurd Babayêv him jî zanyarbû, li ser beşa malhebûna gundîtîyê endamê ulmîbû (kandîdat nauk s.x.). Ji bo xebata baş çend cara bi xelat û mêdalên tewrebilid ve tê rewa kirin. Hertim xebatê bilid de kar kirîye (Ermenîstan û Azerbaycan). Ew mirovekî xêrxwez û întêrnesîonel bûye. Ewî hertim digot: «Pêwîste mirov kêrî hevdu were, mirovan ra alîkar û xizmetkar be».  Ew hertim li gelê xwe re girêdaybû, nav gelda digerya, civîn derbaz dikirin, ji kurd û Kurdistanê gilî vedikir. Cîwanara şadibû, ji mera digot: «Netewa xwe hesbikin, qedirê mirova bigirin, şerm nekin zimanê xweda –bi kurdî biaxifin, pêşerojê hunê gel temsîl bikin, bixûnin, zanebin û gelê xwe nasbikin. Em miletekî mêrxas û dîrokîne». Ewî hertim şîret dida cîwana, bicûkara bicûk mezinara mezinbû, mirovekî gellekî bi sebr û bi hemdbû, tu wext ji xwe dernediket, heya dawîye her kes dibihîst, tu wext ser mirovan de hêrs nedibû. Mirovekî pir xwedênas û zanebû, dixast her kes bi zanebe, serbest û baş bijî. Heyîn û hebûna wî,nefesa wî kurd û Kurdistanbû, bi ruhê xweva gel ra girêdaybû. Ji eskerekî artêşa Yektîya Sovyêtê heya lîdêrekî gel têgêhîşt.
Pêşeng û xêrxwezê gelê kurd Babayêv di 29-ê dêkabrê sala 2011-de li serbajarê komara Azerbaycanê li Bakûyê çûye li ser dilovanîya xwe. Ku tê defn kirin akadêmîk, zanyarê kurd ê navdar birêz Knyaz Mîrzoyêv (Knyazê Îbrahîm – mamoste ê min hêja) li ser gora wî him bi zimanê azerbaycanî, him jî bi kurdî diaxife, ramana xwe weha tîne ziman: «Îro em di şexsê Mehmedê Siloyê Bava de miroveki bê hempa, lêgendar (efsanewî) çalakvanekî azayê mirovekî maqûl, şareza, xizmetkarekî mirovahîyê verêdikin dunya heq. Ew gelê  xwera, her kesîra sembol mayak, mînak bû. Jîyana xwe çarenûsa netewa xwera girê dabû. Heya dawîyê gelê xwera kar û xizmet kir. Ez bi şanazî  dîyar dikim wek kesayetek têgêhîştina minda bandorekî  girîng û balkêş a Mehmedê Siloyê BAVA li ser min   heye. Ew mêrxasekî mirovahîyê, azayê bû, dîroka wî gelê wî  bû. Her kes hewil dide ku bişibe Babayêv. Ji mirovahîyê ku em difikirin ew tê bîra me. Dereqa wîda kilam hatine sêwirandinê.*Ya ku te kir kesî nekir Mehmedê Siloyê BAVA*. Ew him jî  sembola  dostanîyêbû, dostî û biratîya gelan dixwast. Em gellek  tişt ji wî  hînbûn. Hesret a yekbûnê,  azaya gel û welêt di dilê wîda ma. Navê  wî  bi  tîpên zêrînva di  dîroka  welêt de yê bê nîvsarê. Wî  nifşek hîşt çû, nifşên  hatî yê rêça  wîda bimeşin… Ew  hêjayî  nirxandinêye».
Pey K.Îbrahîm re sernîvîsar (redaktor) û  xwedanê  rojnama  «Dîplomat» ê   rojnemavan Taharê Sulêyman weha diaxife: «Mirov çi ku dibîne pêwîste wê jî bêje. Ez 1988-ê salê li Kazakistanê bûm xeber hat ku Mehmedê Siloyê Bava bangi kurda kirîye ku li bajarê Moskva beştarî meşêbin. Cara ewlîn min ew li MOSKVA meşêda dît. Bi  hezaranva mirov berav bibûn meşê bi coşeke mezin û bi hestek usa ji kurd û Kurdistanê axifî hundirê mirovada hestên waletparêzîyê û kurdayetîyê pêşda dihat. Gellek mirovan qe nizanbûn kurd û Kurdistan çiye. Welatparêzî û  kurdayetîyê ji wî hînbûn. Geleka ew naskirinê şûnda dibûne welatparêz. Ewî  pir  ked da gelê xwe, emekê wî pire, piştgirî û alîkarîya her kesî dikir. Hewil  dida  gelê  wî  hertim  pêşda  here, em tu  wext wî ji  bîr nakin . MIROV HEYE JI MALÊ  DIÇE, MIROV JÎ HEYE JI ÊLÊ DIÇE. Mehmedê Siloyê Bava ji elê çû…».

Navê M.S.Bava ji bo kurdên Yektîya Sovyetê bibû sembol a berxwedana kurdayetî û walatparêzîyê, kurd hemû bi wîra şadibûn  û bawer dikirin,ew  wek  xayî xwedan û  parestvanekî  netew  ditîtin
Belê kurdên Sovyêtê welatparêzîyê, kurdayetîyê, biratîyê, dostanîyê, rûmetê, serbestîyê,dîrokê, berxwedanê, jîyanê ji Babayêv hîndibûn. Emel û kirinên mirovan ên qenc mirova hertim zindî û jîndar dike. Mirov gorî  keda  xwe a menewî  dijîn.
Mirovên bextewar û dahî-berz ew kesin ku bi emelên xweva qelbê mirovanda diêwirin û têne bîranînê de.
Navê Mehmedê Siloyê Bava wek sertêkoşerê ji nûva avakirina Kurdistana SOR, pêşeng û rêberê kurdên Yektîya Sovyêtê di dîroka kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrînva yê bê mor kirin.Kesayyetên wek Babayêv nemirin.
5 sale ew di nava meda nîne, lê ji bo me bûye dibistan a berxwedanê, dîrokek bi şeref,lîgênda. Ji bo gelê kurd Babayêv hertim zindîye. BER RUHÊ WΠ em serê  xwe ditewînin. Bi navê  Mehmedê Siloyê Bava – BABAYÊV em hertim firnax û serbilindin. Dereq Babayêv gelek gotar, hevpeyvîn, pirtûk hatîye nîvsarê («Doroga jîznî» G.Xadjîsûlêyman) û kilam hatîye sêwirandinê (Mecîdê S.) û helbest hatine nivîsarê.
Serok nasname, emanet, şeref  û remza sîyaneta cîvak û gelanin.
 
Bêwar Barî Teyfûrî. 27.12.2016.
 
R Ê B E R

Rewayî serokê kurdên Sovêtêye berê ,avakarê
rêxistina “Yekbûn“-ê Mehmedê Siloyê Bava dikim

Ey gelê bindest û gelê kevnar,
Îro ji me çû mêrxasê navdar.
Mêrxasê weha sed sala carek,
Têne dunyayê divine rewnek.
Ew dunya mera bû serok, rêber,
Ji xewê rakir gelê penaber.
Rêya me tarî ewî kir ronî,
Ji mera bê şik wî yekbûn anî.
Nav meda reşand walatparêzî,
Bo welatê sor kir hewar, gazî.
Ew jî çû rêça Berzanî,Qazî.
Hertim mera xwest wî serfirazî.
Xwe da pêşîya lawê kurdada,
Bo azaya gel wî gellek ked da.
Cara yekemîn çawa qehreman,
Mafê gelê xwe wî anî ziman.
Kurdê Sovyêtê ewî kire yek,
Ji mera xwest wî pêşerojek.
Tim gelê xwera dikir îtaet,
Hewl da çêke mera seltenet.
Xastekên wî bûn daxwaz û armanc,
Lê pêşerojê em bikin qazanc.
Resena mera rêber rê vekir,
Beqî hewla wî kurda xwe naskir.
Hebûna me bi navê wî jî,
Çiqas gel heye ewê jî bijî.
Mehmedê Silo, Siloyê Bava,
Navekî eyan nava kurdada.
Karê wî hertim têne pêş çava,
Ça rêber, serok gelra bû rewa.
Cara yekemîn dîroka meda,
Wî milet komkir li nava qada.
Berê xwe dida wî hertim patşa,
Pêş milet diçû tim li meşada.
Dijî rêjîmê wî milet rakir,
Yekbûna me weha ava kir.
Li dîrokê xist bi bawerî mor,
Bo damezrîne Kurdistana Sor.
Kurdara azadî wî dikir daxwaz,
Digot: şerme, kurd najîn serfînaz.
Hela cahaltî nozde,bîst salî,
Wî soz dabû Qazî, Berzanî.
Miletê xwera bike xizmetê,
Ku dera bikin mera rûmetê.
Dîrok nivîsî dîroka tarî,
Faktên veşartî a kurdên arî.
Dîroka kurda wî kire ronî,
Rêya azayê wî mera danî.
Wî xizmet kir hetanî dawî,
Xerîbistanê lê serî danî.
Mixabin nedît Kurdistan Azad,
Lê gellek kar kir em bijîn dilşad.
Emir feda kir bo nîştimanê,
Ji bona kurdên Sovêtistanê.
Nêtên wî mera dîlek û armanc,
Dîroka mera navê wî bû tac.
Ew bû rêberê gelê xwe birêz,
Ji kirinên wî em distînin hêz.
Gernasê weha pêkrewanin,
Dîroka gelda tim zindîvanin.
Serokê xwera bi dil me soz da,
Emê bimeşin di rêça wîda…

Mirin heye jîyane,
Jîyan heye mirine.
Mirina rêberê me,
Ji bo dîroka me,
Ji  bo cîhana me,
Ji bo pêşeroja me,
Jîyane,
Jîyan,
Jîyan…

Bêwar Barî Teyfûr
Maykop
Rûsîya.
4.1.2012

 SEROK  Ê  MIN.

Ji  bo ku ez  bijîm
Hatim cîhanê.
Lê heya raperîna te
Jîyan ji bo min
Bibû xeyal
                 Armanc
Cîhan ji bo  min kiribûn qefes
Vemirandîbû çarenûsa min
Temirandîbû pêşeroja  min
Hetimandîbû hebûna min
Tirsandîbû  ramana  min
Bi çûk mabû resena min
Cilmisîbû  gîyana  min.
Ramana te
Serhildana te
Bû  hewildana
Berxwedana  min
Ramanên te mewicandin gîyana min
Zindîtî hat ruhê min
Ê vemirandî.
Raperîna te bû
Vejîna heyîn û resena min.
Navê te nefesa min
Cesaret da jîyana  min
Vegerîyam jîyanê.
Berxwedana te
          Vemirand kujerê resena min
Temirand xûndarê heyîna min
Tu  bûyî wetaya jîyana min
Tuyî dîroka qedera min.

Jî bo ku ez bijîm
Tu hatî cîhanê
Serokê min.

         30.IV.2O13.         
Miletê bê al nabe xwedan mal,
Barkaş nezane, dijî ça hembal.

BÊWAR  BARΠ TEYFÛRΠ 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket