Hêviyên Gelê Sûrî! ... Û Saleke Nû!

kurdistani 05:45 PM - 2016-12-27
Hêviyên Gelê Sûrî! ... Û Saleke Nû!

Hêviyên Gelê Sûrî! ... Û Saleke Nû!

Sal  rûpel  in  û  mirov  jî
nivîskar  e.  Geh  mirov tiştê baş
dike,  jiyana  xwe  pêşde  dide  û
rûpelên  dîrokê  geş  dike,  geh  jî
tiştên xirab û çepel dike, rûpelên
dîrokê reş dike, û jiyanê wêran
dike. Ango li dirêjiya sal û ser-
deman,  herdem  rindî  û  nerindî,
mirovatî û hovîtî, setem û dad-
mendî, reş û sipî, xêr û şer raberî
hev dibin, û wilo dem tol dibe û
dîrok tê nivîsandin.
Sala
2016
an jî deriyê xwe girt
û rûpela xwe da hev. Û saleke nû
deriyê  xwe  vekir  û  pênûs  û
lênûsa xwe amade kir.
Li  dawiya  her  salekê,  mirov
karûbarên  sala  xwe  dide  ber
çavan, kar û zirara xwe dibîve, û
doza saleke nû ye bi xêr û rindtir
dike.
Gel û dewlet jî wiha ne, ew jî
sala  ku  borî  dinirxînin,  wan  û
serpêhatiyan jê digirin, û li ber
roniya  wê,  paşerojeke  geş  hêvî
dikin û ji ber ve dixebitin.
Ji maf û erka gelê Sûryê jî, li
rewşa xwe vegere, lê binêre, ku
piştî pênc salan ji şerê navxweyî,

ku hinek wî bi şore
2
Nêrîn û Helwest   
Mijdar
-
Berfenbar 
2016 z
-
2628 k
Hejmar
125
Hêviyên Gelê ... Dûmahîk
bi nav dikin, çi kiriye, gihîştiye
kîjan rewşê, û di çi deraqî de ye.
Hema bi kurtahî, li gora ser-
hejmarên ne fermî, di van pênc
salan de, dora nîv milyon kes ji
gelê sûrî hatiye kuştin, û bêtirî sê
milyonan jî birîndar bûne, ango
bi  qaserî jimara  gelê  dewleteke
mîna Libnanê.
Ji aliyê avahiyan ve, dora
%
40
ji  avahiyan,  çi  mal  û  çi
avahiyên  tevahî,  yan  serûber
wêran  bûne,  yan  jî  bi  kêrî
rûniştin û bikaranînê ne tên.
Di hêla aborî de,
%80
ji abori-
ya Sûryê hatiye herifandin û do-
ra
200
milyar dolar gerek e ku
rabe ser lingên xwe.
Ji  hêla  civakî  ve,  tîş  û  per-
çebûnên pir mezin ketin navbera
dever,  ol  û  pêkhateyên  sûrî,  û
ewê haldeman jî ne tên derman-
kirin.
Ji aliyên ewlehî û jiyanê ve jî,
ciyê her buveh û dijwar li cîhanê
Sûryê ye.
Ji aliyê mirov û mirovahiyê
ve  jî:
Li  gora  serhejmarên
``Nivîsgeha  Yekîtiya  Netewan
Bo Hevsazkirina Karûbarên Mi-
rovahiyê``:
-
2.8
milyon  mirovên  sûrî
bûne kêmendamên herdemî.
-
Her mihekê,
30
hezar miro-
vên Sûrî, ji ber şerûpevçûnê ve
toşî êşgihandineke derûnî dibin.
-
2.9
milyon  zarokên  di  bin
pênc   saliyê   re,   di   nava
şerûpevçûna  ku  li  welêt  dibe  de
hatine jiyanê.
-
Heft  milyon  zarokên  xizan
hene.
-
Milyonek  û  heftê  û  pênc
hezr  zarok  ji  xwendinê  bêpar
mane.  
-
13.5
mirovên sûrî bi pêdviya
alîkariyê ne, jê pênc milyon za-
rok in.
-
Milyonek  kes  di  bin
dorpêçkirinê de ne.
-
3.9
kes gihîştina bo wan û
deverên wan dijwar e.
-
6.3
milyon  kes  neçar  bûne
ku warên xwe berdin û herin li
deverine  din  ji  Sûryê  bi  cih
bibin.
-
4.3
milyon kes pêdviya wan
bi malekê heye.
Hege  em  li  van  serhejmaran
binêrin, emê bibînin û nas bikin,
ku gelê sûrî û Kurd jî di nav de,
dê  bi  çi  rewşê  û  bi  çi  hêviyan
derbas sala
2
-
17
an bibe.
Lewre jî, roja îro, her mirove-
kî sûrî ku dilê xwe li ser welatê
xwe ye, hêvî dike û dilxwaze, ku
rojekê  pêşde  ev  şerê  ku  ter  û
hişk  dayê  ber  xwe,  raweste,
hêminî li welêt peyda bibe, xelk
li  warên  xwe  vegere,  birînên
xwe  derman  bike,  û  di  siya
sazûmaneke  dadmend  de,  ji  nû
ve dest bi avakirina welat û ci-
vaka xwe ya birîndar û wêrankirî
bike.  Em  hêviyan  nabirin  û  ji
xebat û têkoşîna xwe namînin.
Hûn bimînin di xweşiyê de

Desteya sernivîser

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket