Mîrên Botan kî bûn ?


13/12/2016 13:25:00
Çapkirin
     .

Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya Kurd û Kurdistanê, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: "dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin".

Vê mîriyê Cizîra Botan û navçêyên wê di bin hêza xwe de bi rêve dibirin, heya mîriya Bayinderiyan, yên ku Tirkuman bûn, hat û Botan xiste bin destê xwe de. Belê vê mîriya Bayinderiyan pir dirêj ne kir û Azîziyan careke dî welatê xwe vegerand û xiste bin destê xwe de. Azîzî di welatê xwe de demeke dirêj, nêzîkî du sedsalan serbixwe bûn û karî bûn azadiya xwe biparêzin, heya Osmanî hatin. Hingî ew ketin bin destê Osmaniyan de.

Yek ji vê malbata Azîzan Şerefxanê Evdilezîz bû, yê ku di sala 1585an de mîrîtî li Cizîra Botan dikir. Xwendegeha pêşî, ya ku li Cizîrê vebû, navê wê "Xwendegeha Sor" bû, û ew bi gotina Şerefxanê Evdilezîz hati bû avakirin. Ji vê xwendegehê piştre gelek nivîskar û helbestvanên navdar weke Ehmedê Xanî derketin.

Di sala 1821ê de Mîr Bedirxanê kurê Evdalxan kete cihê bav û bapîrên xwe. Ew hingî 18 salî bû. Mîr Bedirxanê Evdalxan, mîrê paşî ji vî bavikî bû, yê ku hê li ser axa Kurdistanê mîrîtî dikir. Gava vî mîrî keys li Osmaniyan anî, wî rê li ber wan girtin û dest bi berxwedanê li dijî wan kir.

Piştî 21 salî, ango heya bi sala 1842an wî karî bû beşekî fireh ji xaka Kurdistanê di bin serekatiya xwe de bigihêne hev. Ji navça bakurê gola Urmiyayê heya bi Rawendûz û Mûsilê li başur, wî hemû bi dest xwe ve anî û kire yek. Wî perên zîvî bi navê xwe derxistin. Li rexekî "Mîrê Botan Bedirxan" hati bû nivîsîn û li rexê dî sala 1258an koçî hati bû nivîsîn.

Gava ku mîr Bedirxanê Evdalxan gelek guhertinên nû di Kurdistanê de kirin û kara xwe ji bo Kurdistana mezin kir, hikûmeta Osmaniyan bi hemû xap û rîpên necamêrî xwest, ku wî ji rê bibe. Piştî ku wan dît, ku mîr bi derew û tolaziyên wan bawer nake, wan leşkerekî mezin, bi serekatiya Osman Paşa şiyande ser wî.

Nivîskar; Piling Metani

PUKmedia


 

Almanya; Komcivîneke şermezariya dagîrkirina Efrînê


Li Almaniyayê Komcivîneke şermezariya dagîrkirina Efrînê ji aliyê destpêşxeriya Kurdî ve li pêş navenda UNê ya li bajarê Bonê...


»  Bi wêne beşdarbûna kurd di kongireya aştî ya cîhanî olan de
»  Di Kongireya Koryayê de piştgiriya Efrînê
 

El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be


Ebû Umer El-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê bi çarenûsa Idlibê ve girêdayî ye û got h...


»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
»  Tunekirin û binkeftina Erdogan dê li Efrîn ê be
 

QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn


Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund &u...


»  Amarên qurbaniyê Êzdiyan ji ber êrîşên DAÎŞê aşkire bû
»  Ji bo Raya Giştî ya Cîhan ê

Karîkator