Delîl Mîrsaz: Çand wek avê diherike

kurdistani 12:53 PM - 2016-12-13
Hunermend Delîl Mîrsaz

Hunermend Delîl Mîrsaz

Dema miletek ji çanda xwe xwrîb dibe, wê demê rûyê wî ber bi mirinê ye û gora xwe bi destê xwe dikole. Tê zanîn ku çanda gelê me bi dirêjahiya salan hate qedexe û înkar kirin û bi awayekî hûr û zirav hate talankirin. di dawî de wisa li me hat,weke ew zarokê nû ji dayîk dibe û dayîka dimre,dema kû ew zarok mezin dibe çiqas tu jêre behsa dayîkê bikî ew wate nade hest û ponjîna dayîkê. Gelê me jî wisa ji çanda xwe xerîb bûye, dema em behsa çandê dikin weke dayîka mirî tê ber çavê wî, nikare wate bide rastiya çanda xwe. 

Di serî de, weke peyv em dibêjin: Çand. Faris dibêjin: Ferheng. Ereb dibêjin: Seqafet. bi giştî jî kultûra dibêjin. Eger em weke pênase behsa çandê bikin,gelek pênaseyê wê hene. bi kurtî rêber Apo wisa pênase dike: çand şêwazê jiyanakirina civaka ye. her civakek çawa jiyan dike,ew çanda wê civakê ye. di dîrokê de du xetên qalind û dirêj yên çandê heta roja me ya îro hatine û berdewam dikin. Ev herdu xet bi gorî rastiya însan hatine çêkirin,yek ji wan bi gorî rastiya dayîkê ye û ya din jî bi gorî rastiya zilam hatiye çêkirin. xeta yekem rastiya dayîkê ye.dayîk di jiyanê de cinsê mê ye kû zarok ji xwîn û bedena wê çêdibe,ev rastî dihêle kû dayîk hemo îsanan zarokê xwe bibîne,hestên wê ji bona îsanan cûda ye,wek hev bi hest û dil rihim temaşeyî her kesî dike. zarok bi dayîka xwe tê nasîn nek bi bav,her kes li dûra dayîkê kom dibe,di jiyanê de dayîk bi esas tê girtin,ew kesên kû li dûra dayîkê kom dibin,bingehê avakirina civakê ne û şêwazê jiyana wan despêka avakirina çandê ye. bi van taybetmendiyên dayîkê re nîştecêbûn(îstiqrar)çêdibe ev yeka dibe sedem kû jiyan û çand bi pêş bikevin,lewra tê gotin kû berhemên jiyana mirovan malê dayîkê ne. zilam jî bi gorî taybetmendî û fîzîka xwe,bi nêçîrê re mijûl dibe. kesê kû bi nêçîrê re mijûl dibe,destê wî herdem dinan xwînê dene û her roj bi kuştina çandaran re mijûl dibe,hestên wî hişkin û fêrî hîlebaziyê dibe,ji kû ber wê demê çek tunebûn,heta mirov bikaribe heywanekî bigre diba ew fêrî hîlê bibe û bi hîlê wî heywanî bigre. ev taybetmendî bû sedema çanda zilam ya deselatdarî û di encamê de li hember çanda dayîksalariyê radibe û dibe dewlet. di roja meya îro de çanda deslatdariyê ya bûye pergala sermayedarî û çanda dayîkê ya di xeta berxwedana galan de dewam dike,bi hevre dimeşin. 

Di encama jiyana gelaln de,sê rengê çanda derdikevin. çanda gelên Arî. çanda gelên Samî û çanda çînê. çanda gelên arî ji(kurd-ermenî-fars-efxanî-alman)pêk tê.dîroka vê çanê vedigere berî panzehezar sal û çanda herî kevnare ye. gelên arî jiyana xwe bi çandiniyê dibin ser. çandinî tê wateya kû îstiqrar heye û van gelan zû di warê çandî de pêş ketine. vê rastiyê hêştiye kû jiyan dewlemend bibe û afirandinên mezin çêbibin,lewra em dibînin kû çanda gelên Arî bûye dayîka dinyayê û berhemên mayînde ji bo însan afirandine. ji van berheman,amûrên çandinî,weke gîsin,hevcar-bêjing-misas-cercer-delîb-mêkut-melêb- aş û gelek amûrên jiyanê. her wisa di warê hunerê de,avahî û mûzîk-resim-peykertaşî,her wisa kedîkirina ajelan jî berhemê çanda aryena ye. di irf û adetên civakê de ev çand çavkaniye,her wisa avakirina pîvanên exlaq li vêderê çêbûne. di warê ol de,çanda Zerdeştî bawerya wan bûye û felsefa zedeşt bingehê jiyana wan bûye,hersê peyvên binav û deng yên Zerdeşt:baş bihizire-baş bipeyve û baş kar bike,ji xwe re kirine rengê jiyana rojê û wisa civaka xwe xemilandine. 

Çanda duyem çanda gelên Samî ye. gelên Samî ji: beşekî Efrîka-Ereb-asûrî siryanî-yehûdî pêk tê. erebistan-derya sor-misir-soda-isyopya.çanda samiya bi xudîkirina pez re mijûl dibin,ji vê çandê re dibêjin çanda şivantiyê. ev çand zû istiqrar nebûye,ji ber kû bi gorî pêdiviyê pez jiyan kirine û herdem koçber bûne.lewra dereng istiqrar bûne. di nava vê çandê de,çanda talaniyê pêş dikeve û ev taybetmendî di encamê de dibe dewlet. dinava çanda Samyan de,di rêya ol re destêwerdan çêdibin,ola hezretî Mihemed dinava ereban de û ola hezretî îsa dinava asûryan de û hezretî Mûsa dinava cûhiyan de. bi gorî van olan dinava çanda samyan de guhirtin çêdibin. bê guman çanda ola misilmantî xizmetî civakê dike û dikare bibe malê gelan û bi xwe re biratiyê bîne,lê ola siyasî ya misilman bi awayekî bercewendîxwaz ji xwe re bikar anîn, bû sedema gelek xirapî û di dawî de bû bela serê însanan. vê çandê dinava civaka me de gelek xirapî çêkir û bû sedema dûrketina gelê me ji çand û exlaq û rastiya xwe ya însanî. yek ji mînakên kû gelê me ji rastiya xwe dûrket ev bû, misilmana ji bû ereban 24 dewlet çêkirin,lê ji bû kurdan navê welatê wan jî qedexe kirin. kurd bi darê zorê kirin misilman,welatê wan talan kirin namûsa wan li xwe helal kirin û weke ew dixwazin misilmanek ji kurdan çêkirin. xwediyên vê çandê bi wîjdan tevnegeryan,mînak werqas serhatî anîn serê gelê me û rojekê yekî ji wan devê xwe venekir û negot kurd jî misilmanin çima wisa tê serê wan?. li Hemedan û şarezor û gelek deverên kurdistanê perestgehên zerdeştiya şewitandin,bi hezaran keç zincîr kirin û birin firotin. li nava gelê me yê hewramî qewlên kevin mane dibêjin: agir vemirandin perestgeh şewitandin zilam serjêkirin û jin zincîr kirin birin. her ew kes bûn di civaka me de jin ji civatê bidûr xistin,wisa kirin kû heta dengbêjiya me qels bibe û ji malê jinê bibe malê zilam. 

Perçekirina kurdistanê gelê me di warê çandî de ji hev bi dûrxist,niha li her perçeyekî kurdistanê çandên cûda hene. her wisa em weke kurd ji hev gelekî xerîbin. kurdên Rojava çanda başûr nanasin kurdên rojhilat çanda bakur nanasin û her kes ji hev xerîb bûye. di vî warî de heta ez bi xwe tevlî şoreşê nebûn min nedizanî kû kurd bi soranî dipeyivin,lê dema ez çûm peçê din min dît kû ne tenê soranî heye,soranî-hawramî-kelhurî-lekî-lurî-dumilkî ev zarava hemî hene û me navê wan jî ne bihistiye. bi dilekî xweş derketina tevgera azadiyê em ji xewa mirinê şiyar kirin û em li çanda xwe şiyar bûn,niha em li ser çanda xwe ya resen lêkolînan dikin.

Civakên rojhilata navîn bi giştî li ser bingehê exlax xwe bi rêve dibin,di jiyana rojê de ji berî her tiştî exlaq heye û her tişt bi gorî pîvanên exlaq bi rêve diçe. exlaq weke nan û av û ba ji bo civakên rojhilata navîn pêwîste. me ji bo pênaseya çandê got: çand şêwazê jiyana civaka ye. Exlaq jî jiyankirina wê bi xwe ye. dema jiyan tê astê kesekî di civakê de bi çand nayê pênase kirin bi exlaq tê pênase kirin. rêber Apo dibêje: Exlaq astê têgihiştina mirov ji azadiyê re ye, çiqas însan azadiyê binase werqas kesekî bi exlaqe. di warê exlaq de civaka meya kurd xwedî mîrasekî kevnare û dewlemende. gelê me xwedî kesatiyek disoz û sade ye,di heman demê de dagirkeran bi hemû derfetên xwe hewildane kû çand û exlaqê civaka me xirap bikin û ji ser koka wê bidin alî.

di vî warî bi temamî negihiştibin armanca xwe jî lê gelek bandorên xirap kirine. ji mînakê herî bi bandor hatina misilmanan wisa kirine kû her tiştê baş bûye malê wan û gelê me ji bîr kiriye kû xwedî çand û exlaqekî kevnar û resene kû herçar aliyên dinyayê para xwe jê girtine. di vê dema dawî de,civaka me di warê exlaq de gelek aloziyan jiyan dike,ji ber kû dujmin bi hemû hêza xwe kete liv û tevgerê û rê rêbazên şerê taybet gelekî pêş xist û li hember civaka me xiste kar. li aliyekî din dinava civaka me bi xwe de,aloziyên kû tên jîn hene.

mînak berê terbiye dinava civekê de tiştekî esas bû û bê terbiye jiyan bi rêve nediçû. lê di van 15 salên dawî de wisa kirine kû terbiye ji rojeve civakê derxistine. berê di dibistanên dewletê bi xwe de jî terbiye û talîm hebû,lê pişt re terbiye rakirine û talimeke seqet hêştine. dema berê heta kû mamoste dersek nîşanî zarokan dida,di ber re gelek mijarên terbiyê jî fêrî wan dikir. her wisa dibistana dayîk û bav,bi awayekî zirav bi terbiya zarolan re rojane mijûl dibû. pişt re wisa lêkirine kû ne dibistan ne mal û ne jî dayîk, kes li ser terbiyê nasekine. di dawî de em dinêrin civak gihiştiye astekî kû li şûna kû zarok li dû malbatê bimeşin,malbat li dû zarokan dimeşe. eger li hinek malbatan terbiyekirin mabe jî bi awayekî seqet bi rêva diçe. mînak li malê lawikê biçûk ji xûşka xwe ya mezin avê dixwaze,divê ew xûşk avê ji birayê xwe re bîne,eger em bêjin bila xûşka biçûk ji birayê mezin avê bi xwaze, her kesê li malê yê wê keçikê rezîl bikin û nedûr lêdanê jî bixwe. li aliyekî din mijarên exlaq dinava jiyanê de gelekî piştguh kirine. mînak mijarê exlaq tenê di mesela navbera jin û zilam de kom kirine. bi kurtî pîvanên civakê yên exlaqî kirine mijarek normal kû zêde serê kesî pê naêşe. gelek mijar girêdayî exlaqin hatine devjêberdan. terbiye-helwêst-karên komînal-guhdarkirin-paqijî-soz-lêbûrîn-şerê nefs û bi sedan mijarê weka van yên kû rojane divê kar li ser wan bê kirin.

Delîl Mîrsaz

14-07-2016

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket