Alaya kurdî nekin mijara nakokiyên partîyan

kurdistani 06:52 PM - 2016-12-06
Alaya kurdî nekin mijara nakokiyên partîyan

Alaya kurdî nekin mijara nakokiyên partîyan

Ji bo her welatparêzekî kurd...

Ji bo her bi wîjdanekî kurd..

Ji bo her mirovdostekî...

Ji bo her demokratxwazekî...

Ji bo her aştîxwazekî...

Tikaye, mijarên şerê navxwe li Rojavayê vemirînin û rê lê bigrin û ew şewtandina alayê bi awyekî derewîn hat belav kirin, avê bi ser de bikin û wê mijarê vemirînin û bila neyarên me sûdmend nebin.

Hinek bêgene û dûrger hene dixwaz in, ew fîtne û neliheviya heyî, awayekî dijmindarî, di nava aliyên kurdî de, bihêztir bike û kûrtir bike, lê ez jî ji wan re dibêji m, hûn çi bikin hûn nikar in aliyên kurdî li dijî hev bidin şer kirin, ji ber ku gelê me hişyare û rê nade wê karesetê.

Gelê me li Başûrê Kurdistanê gelek zehmetî kişand û gelek kareset û neliehvî û nexweşî kişandin û tê de jiyneke pir nexweş û bê wêne derbas kirin.

Alaya kurdî, li ser ti aliyekî kurdî dapu nehatiye kirin ji bilî şehîd û nemirên ku di riya parastina doza gelê kurd ya rewa de, canê xwe kirine mûma azadiyê.

Ez li vê nivîsê dixwaz im bi ronî û zelalî hestên xwe ji bo alaya kurdî bînim ser nivîs:

Ez gelek xemgîn im bi rewşa Alaya kurdî..

Bi taybet dema ku ji bo ecnîdeyên teng û li xizmeta neyaran û hevkariya projeyên neyartiya neyaran ji aliyên kurdî ên neçakokdar re tê bikaranîn. 

Binêrin li wêneyên ku di dema sereteya buyerên li Sûriyê, komên terorîst in Eniya Nusre û DAIŞê û Ahrarê Şamê çawa neyartiya alaya kurdî dikirin, lê piştre ji bo kûrkirina nakokiyên aliyên kurdî ên navxweyî, îro em dibînin ew komên terorîst bi giştî piştîvaniya hilgirtina alya kurdî ji aliyê ENKSê ve dikin, tako kîna xwe li ser aliya Rêveberiya Xweser vala bikin û tolên xwe rakin û ne ji parastina alaya kurdî ve mane, ji ber ku ew ti carî ji bilî alayên rêxistinên xwe ên terorîstî ti alayên dî napejirînin. û ew komên terorîst gelek caran xwe bi alaya kurdî pak derdixînin holê tako gelê kurd bibêje ev dostên me ne.. 

Mixabin...

Gelo hîn jî ev kar ji hev derneketiye û zelal ne bû ye ..?

Serokê Êxwanên Koalisyona Sûrî Anes Abde bi aşkire di bin alaya Kurdî de, daxwaza şerê kurd li dijî kurd dike ...

Duhî li ser kenala serokê şandeya wan Riyad El-Zubî dihot;" Pêşmerge terotîstin ". Îro jî ji bo ku pêşmergeyan tevlî şerê li dijî Hêzên YPGÊ bike, dibê; Pêşmerge hêzekî welatparêz...?!!

Mixabin heya kijan astê dijminên kurd wê wiha li serê kurdan bikin û destkeftên gelê kurd têk bidin.

Ez bi hêvî me ku bi navê alaya kurdî, alî û partiyên siyasî ên kurdî, nakokiyên xwe aloztir nekin û kêşe û pirsgirêkan, kûrtir nekin.

 

Keçka min Vejîn Murşid beriya salekê, bi boneya roja alaya kurdî, ev sirûd gotiye. Ez jî pêşkêşî gelê xwe yê ku fîtnegeriyê napejirîne dikim.

 

 

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket