Mamoste Ebdurihman Eyûb ji bîr na be
kurdistani 07:56 PM - 2016-12-03Mamoste Ebdurihman Eyûb ji bîr na be
Ebdulrihman Eyub Hisên ji gundê Miskê ya ser bi navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê, di sala 7-11-1943`an de, jidayîkbûye û li sala 2002`an jî koça dawî kirî. 4 zarokên xwe hene, Heysem, Şadiye, Selah û Meyede. Ew mamoste bû, ji malbateke welatparêz û xwedî rol û helwesta netewî jiyan berdewam kiriye.
Li Dibistana Cindirêsê mamoste bû, di kar û barên erkên xwe de, gelek jêhat û di perwerdekirina xwendekaran de, xwedî roleke li ber çav bû. Herdem haj xwe hebû, li ser xwendekaran pir hişyar bû.
Pir cedî û pir rêkûpêk bû. Ji xwendekarên nelihev û tembel û bêkar hez nedikir. Ji xwendekarên bê sîstem û tevlîhav re, tui carî bêdeng nedibû. Lê her çend bû di wê demê de, sîstema Baesê zal bû, lê wî mirovî ziyana ne rewa û xerap nehand bi tu kes û aliyê. Ez dixwaz im buyerekî ji we re bîn im ser nivîs ku rojekê, li ser xwendekaran hat ferzkirin ku bibin bi Baesî û jimareya Şebîbê dane her kesî û ji min re jî, destnîşan kirin, lê min nepejirand û alozî derket holê û agahî gihîşte rêveberê giştî yê Lîseyê, dema banga min kirin tako biryarekî bi derheqê min bistînin, min dît ku mamoste Ebdoyê Eyîb ket odeya rêveber û ji wî re got; Berêz ev keseke ku gelek ser hişke û ez vî baş nas dikim ku wê dibidtanê berde û vê biryarê li ser xwe napejiraîne.
Piştre rêveber gef li min xwer û ji min re got derkeve, Ez yekser derket im û piştî wê , min dît mamoste Ebdurihman hate meydana dibestanê û bangî min kir û got; Seke ez wek apekî te me, tu pir serhişkiyê dikî, lê min tu ji wan kûçikan xelas kir û êdî tu nabî Bassî û tu perê şebîbê jî nadî, lê heya ez li vir im, wê we be, lê eger ez li vir nemam, wê serê te bêşînin.
Ez helwesta mamoste Ebdo kok ji bîr nak im û ez wî mezin dibîn im, pir bi kesayetiyekî kurdperwer û xwedî helwest jî dibîn im. Wek tê bîra min ku mirovekî sade û pir bi bandor û helwest bû. Tu carî nedixwest ziyanê bighêje ti kesî. Ligel mezinan mezin, ligel biçûkan biçûk û ligel her kesekî li gorî rastiya wî tevdigerî. Ev taybetmendiyên wî bûn ku dihatin bîra min, ji ber ku ew mamosteyê min bû.
Lawê apê Eyîbê Zêbê bû. Birayê nemir Ednan û Welîd û Ferîd û Semir Miske û Sadalah bû. Apê Eyûb jî di nava civakê de, kesekî xwedî navûdeng bû. Kesekî xwedî şêwaza lihevhatin û yekrêziyê bû. Dûr bû ji alozî û tevilheviyan. Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşta berîn be.
Malbata Apê Eyîbê, malbateke kurdperwer û mirovdost û hevkarên xelkên feqîr û hejar in. Malbateke ku di gundê Miskê de, herdem bi xweşî û nexweşî ligel mirovên xwe hevkar bûn û xwedeî helwest û kiryarên merd û xweş bûn.
Her weha Birayê mamoste Ebdo yê bi navê Ednan jî hebû û çû ser dilovaniya xwe. Ew ji ber nexweşiyekî jiyana xwe ji dest da, ew kesekî pir welatperwer û xwedî helwesta netewî bû. Ji sala 1984`an ve, ligel şehîd Seydo û Rifet tev digerî û ti ziyan bi gelê xwe nedikir ji bilî xizmetkirin û karên baştir.
Mamoste Eburihman di dîrokê de, mora xwe li ser rûpela perwerdekirina nifşên berê û ên nûh da û zarokên wî jî, pêwîste hilgirnameyên wî bin.
Ez di wê baweriyê de me ku malbata wî, wê di riya wî de, ji aliyê perwerde û xwendinê bi awayekî hûrgûl berdewam bin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23