Silêmanî; Semînarek li Peristgeha Zerdeştiyan bi rêve çû

kurdistani 11:28 AM - 2016-12-02
Silêmanî; Semînarek li Peristgeha Zerdeştiyan bi rêve çû

Silêmanî; Semînarek li Peristgeha Zerdeştiyan bi rêve çû

Li bajarê Silêmaniyê, Semînarek di Peristgeha Zerdeştiyan de hat lidarxistin.

Li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, derbarê ol û felsefeya Zerdeştî û girêdana bi netewaya azad re, bi beşdarbûna hejmarek ji kesayetiyên lêkolîner û rewşenbîrên Kurdistanî, semînarek birêva çû.

Duhî roja pêncşemê 1-12-2016`an, demjimêr 3 piştî nîvro, bi beşdarbûna hejmarek ji kesayetiyên lêkolîner û rewşenbîrên Kurdistanî,  Semînarek taybet bi navûnîşana (Felsefeya Zerdeşt û Netewaya azad)  ji Serokê Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Suriye, rojnamevan Hozan Murşid Efrînî re, li hola Peristgeha Zerdeştiyan, ya li bajarê Silêmaniyê, hat lidarxistin. 

Di wê Semînarê de,Hozan Efrînî derbarê yekemîn Zerdeştî pêxember ku li 660 pêş zayîn çavêxwe li dunê hilaniye û ji temenê xwe yê 30 salî ve, dest bi kar û xebatên belavkirina bîrdoz û rastiyên heyî derbarê mirov û mirovayetî û netewaya azad, bi awayekî berfereh şiroveyên xwe arasteya mêvanên beşdar kir.

Efrînî amaje bi rastiya felsefeya Zerdeşt û girêdana bi axê kir û got; Hezretî Zerseşt berî hemû tiştî, girîngî bi ax û nîştecîhbûna mirov û parastina wê dide û li ser 3 xalan girîngî bi jiyana mirova dide ku Gotina Baş, Karê Baş û Ramana Baş û bi wê rengî, rastiya felsefeya xwe dixist xizmetê mirovahiyê û xelkê xwe.

Semînar ji aliyê Rêxistina Yasna ya Geşekirina Ola Zerdeştî ve hatiye amadekirin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket