Doza li dijî Muslim li dijî tevahiya Kurdan e

kurdistani 07:00 PM - 2016-11-22
Salih Muslim û Serok Mam Celal

Salih Muslim û Serok Mam Celal

Berê PKK, duh HDP`ê, îro PYD`ê sibê jî YNK û Goran û dawiyê jî, wê PDK`ê be jî.

Ew doza ku Sultanê Îslaman ê Rojhilata navîn Receb Teyîb Erdoxan li dijî xebatkarê mezin yê gelê kurd û kesayetiya xweşdivî li nava dilê gelê kurd rêzdar Salih Muslim Bavê şehîd Şervan, ew nameyeke ji bo tevahiya serkirdeyên kurd e.

Wek çawa hevserokên bajarê Mezin ê Amedê û di dûvra hevserokên HDP`ê û parlementerên wê û piştre jî hevserokê şaresariyên mezin ê Mêrdî û Wanê jî û di encamê de jî, destê xwe dirêjî aliyên dî ên Kurdistanê jî kir.

Wê piştre destdirêjî Başûrê Kurdistanê jî bike û doza girtinê li dijî hinek ji rayaderên YNK`ê û Goranê jî ve ke û daxwaza girtina wan jî bike.

Piştre jî û di dawiyê de jî, wê li PDK`ê vegerin û an wê bi yekcarî xwe radestî Sûltan û Tirkan bikin an jî wê wek Yazdanê Şêr ji nav bibin.

Ev yek ne normale, ev paksazîkirina rayedarên kurd û Kurdistanê ye.

Wê her carê hinekan bike armanca xwe û aliyên kurdî jî, hîn jî haja xwe nînin û her yek dibêje ew ne ji bo mine, ji bo birayê min yê dî ye ku xwe li gorî yasa û zagonên Tirkiyê ayernake û kar nake .

Wê ro bi roj ji hemû serkirde û reyasarên kurd ve nêzîk bibin û wê navê hemûyan bikin lîsta reş ya Osmaniyan.

Ev karê ku tê kirin, karekî normal nîne, ev kar bi awayekî profesînal hatiye xwendin û pîlanên wê yên demdirêj hatine darijtin.

Pêwîste aliyên kurdî ên siyasî pir hişyar bin. Pir bi helwest û xwedî gotin û xwedî nêrînên watedar bin bi taybetî li hemberî wan êrişên ku li dijî Riavayê Kurdistanê tên kirin.

Tirkiyê bi pêşengtiya serok û sultanê nûh yê Îslamiyên Êxwan ên Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê û Êraqê, wê metirsiyên pir mezin li ser pêşeroja gelên bindest û kêmnetewe û gelên mezin û xwedî maf wek gelê kurd ku 50 milyon kes derbas dike û piraniya wan jî di parçeya li jêr dagîrkirina Tirkiyê de ye û yê din jî li Bakurê Sûriyê li jêr gefên Tirkiyê de ye û ê Başûr jî heman çarenivîse ku li jêr metirsiya dagîrkirinê de ne û axivtina Erdoxan jî nîşaneya wê yekê bû, ku got; Heleb û Mûsil û Kerkûkê yê Tirkan e.

Ev gotina Erdoxan niyaza siyaseta wî li Sûriyê û Êraqê û navçeyê aşkire kir. Lê mixabin hîn jî gelek ji kurdên me hene, vê yekê napejirînin û bi awayekî nerewa, rûyê siyaseta Erdoxan didin nîşandan.

Ji ber vê jî, ez bang li hemû gelê kurd dikim ku fişaran bixin ser aliyên xwe ên siyasî tako ber bi hevdu wer in û heneseya yekbûnê bidin pêş û êdî dem nema û rewş gelek aloze.

Eger rewşenbîr û nivîskarên me bi hişyarî nêzîk nebin û bi awayekî tewşankî bilivin û pênûsên xwe ji rêzên netewî dûr bixin, wê demê, wê rewşa doza gelê kurd ya rewa, ber bi aloziyeke mezin û metirsiyên pir bê wêne ve biçe û êdî poşmanî nabe çareser.

Ev kar û pîlanên ku li sijî PKK`ê û HDP`ê û PYD`ê bi destê Erdoxan birêve diçe, wê piştre jî, li YNK-Goran û di dawiya hemûyan de jî, wê li PDK`ê vegere û hewlî jinavbirinê bide.

Ev kar û pîlanên ku li dijî PKK`ê û HDP`ê û PYD`ê bi destê Erdoxan birêve diçe, wê piştre jî, li YNK-Goran û di dawiya hemûyan de jî, wê li PDK`ê vegere û hewlî jinavbirinê bide. Ji ber wê yekê pêwîste êdî hemû kesên kurd dest i neyartî û milmilaniya navxweyî berde û li rastiya doza xwe ya rewa vegere. Dest bi kempînên yekrêzî û sazkirina Kongireya Netewî a K urdî bê kirin. Ji bilî vê rêkê, tu riyên din ên azadî û rizgarkirinê tune ne. Û bila em gotina seydayê mezin Cîgerxwîn jî ji bîr nek in; Eger hûn nebûn yek, hûnê herin yek bi yek.

Nivîs; Hozan Efrînî..

22-11-2016`an...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket