Mamosteyê min me bi tenê nehêle

kurdistani 10:14 AM - 2016-11-01
MiSTEFA ELHESEN û NIVîSKAR HOZAN EFRINI

MiSTEFA ELHESEN û NIVîSKAR HOZAN EFRINI

Mixabin ji nûçeya xemgîn re...

Nûçeyek pir xemgîn ji min re hat vegotin ku xebatkarê dêrîn û mezin yê Tevgera azadiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê mamoste Mustafa Alhasan pir nexweş e.

Ev Nûçe îro bi riya birayê mamoste Mistefa ku navê wî mamoste Ebdula Elhesen, ji min re hat vegotin ku rewşa Mamoste gelek zehmete û ji ser hişê xwe çû ye û wek rewşa Giyayî bi ser hatiye û niha tenê dilê wî lê dide.

Mixabin ji kesayetiyên wiha kurdperwer ú welatperwer re û rewşenbîr û kedkar û ronakbîr û tekoşer re ku rastî rewşên nelihev û metirsîdar tên re.
Ev mamoste ji destpêka sala heyştê de, wek tekoşerekî Tevgera rizgariya netewî li Efrînê ji destpêkê ve xebat dikir.

Wek ew dibêje ku mala kalkê min Mihemedê Murşid navenda kar û xebata her kurdperwerekî bû. Ew ji min re digot, her bihata Efrîn û bi taybet Cindirêsê, wê serdana mala Murşid li gundê Miskê bikira ya.

Çîroka naskirina mamoste Mistefa ji min re..

Ji bo cara yekê ku min dema li ser rûpela Facebooka xwe, paşnavê xwe ((Murşid)) nivîsî bûm, min dît mesînjir ji min re hat lêxistin, min dît ku ew mamoste Mistefa El-Hesene ku pêştir jî min bi riya Facebookê wî nas dikir, lê ne bi awayekî nêzîk û berfereh bû, naskirineke wek hemû hevalên Facebookê bû, lê wî ji min ev pirsytar kir; Gelo tu ji Cindirêsê ji mala Murşidê kijan gundî yî?? Ji ber ku yê Keferdelê, Kura û Kefirsefrê jî hene.

Min jê re got mala Murşid ê Miska Jêrîn.... Yekser ji min re got; Hec Murşid çiyê te ye..? Min got ew kalkê mine, wî jî got, gelek başe, tu lawê Erif an jî Xelîlî..? Min got ez lawê Xelîl im û Erif apê min e. Mamoste Mistefa gelek kêfxweşiya xwe nîşandan û min jê re got, mamoste tu çawa mala me nas dikî û ji ku ve.?

Têkeliyên bi malbata me re...

Her weha di barê têkeliyên xwe û malbata me vekir û got; Ez û hinek hevalên xwe jî hatine mala we. Kalkê te Mihemedê Murşid kesekî gelek zîrek û jêhatî bû, çavnetirs bû, camêr û merd bû, pir ji dîrokê dizanî. Dikar im bê jim ku ew dîrokzanekî pir jêhat û jîr bû. Her weha apê te Erif jî kesekî pir camêr û ciwan bû, dilsoz bû, fedekar bû, mirov perwer bû.Otombîleke wî Bîco ya reng sipî hebû. Em gelek car bi hêvaran dibirin gundên ku me dixwast. Ew jî wek bavê xwe Hec Murşid çevnetirs û jêhatî bû. Kurdperwer û mirovdost bû.

Derbarê Apê min Erif de.....

Mamoste ji min re digot ku apê te Erif ji nemir Barzanî û Qazî Mihemd jî hez dikir. Ji min re digot madamkî ku tu xebatkarî û tu bi bê hember kar ji bo me dikî, tu ku derê bixwezê, ezê te bibim wê derê. Digot; Ez berê pir komînîst bûm, lê di heman demê de jî, ez Kurdistanî me, ji dîroka Kurdistanê û şoreşan û xebatên wê hez dik im û ji ber wê her kesên ku xebat bike ji bo Kurdistanê, ew xebat dike ji bo mirovahiyê.

Derbarê Kalkê min Mihemedê Murşid de...

Nemir Mustefa El Hesen Munbicî, her  derbarê kalkê min Hec Mihemedê Murşid de, wiha ji min re got; Mihemedê Murşid (Hec Murşid) yekem kes bû, li gundê Miskê û derdora wê, di salê 1981-82`an, deriyê xwe, bi serbestî ji ji bo her kurdperwerekî Kurdistanî vekirîbû, ew mirovekî pir hişyar û zana bû.Dîrokzan û kûltur zan bû. Pir civaknas bû.  Û jîr û xwedî lîmeta kesayetî û pir mezin û merd bû, ez vê gotinê ne tenê ji te re dik im, lê ez ji dîrokê re dik im.

Lê bi rastî jî, wek her kesek jî dizane û bi taybetî ên ku kalkê min nas dikirin, her heman taybetmendî li ser nemir digotin. Ji ber ku tê bîra min ku kalkê min bi xwe jî gelek ji karên xwe û dîroka tevgera jiyana xwe ji min re gotiye.

Bi rastî jî Apê min Erif yê nemir Yekek bû ji wan kesên herî destpêka salên heyîştiyan di têkelia dostaniya bi bizava Kurdistanî re bû ku wê demê bi navê xebatkarên Kurdistanê tev digerîn û mamoste Mustafa Alhasan wê yekê bû bi taybet mamoste Mustafa Alhasan ku yekek ji rewşenbîr û xebatkarên wê demê ku li gundê me û navçeya Cindirêsê dixebitî.

Derbarê bavê min Xelîl de...

Derbarê bavê min de jî, mamoste wiha digot; Bavê te, gelek kitêb û pirtûkên wî ên Quran û şiroveyên Quranê hebûn. Dema ku em derbasî nav malê bû, min dît ku di dîwarê hundir de, gelek pirtûk ji ên olî û şiroveyên girêdayî karûbarên olî hebûn, lê ew di mijara olî de, ne kesekî hişk û tundrewa bû, ew ji pirtûkên olî hez dikir.

Ew kesekî normal bû, ji xebatkaran hez dikir û ji me re digot; Eger çi tişt ji we re gerek be, mal mala we ye û xwe xerîb nebîn in, wek hûn çawa xizmetî me dikin, gereke em jî xizmeta we bikin.

Mamoste Mistefa Alhasan digot di wê serdemê de, ango di destpêka salên heştiyan de, ez xwendekarê zanîngehê beşa zimanê îngilîzî bûm. 

Ji ber fişarên rêjîma Sûrî, me nikarîn bi azadî li navçeyê bigerin û ji ber wê jî, mamoste Mustafa Alhasan di qada xebatê de, xwedî roleke mezin û li ber çavan bû.

Derbarê Mamoste Mistefa de....

Mamoste Mistefa AlHesenî ji kurdên Munbicê ye, wek wî bi xwe ji min re digot; Car hebû ji min re digotin Mistefê Kobanê, car jî hebû ji min re digotin Miçê Kobanê.

Her weha navê gundê wî Eseliyeyê ye, ango bi kurdî (Hingûvîn)e. Gundê wan tev ji êla wan e. Hevgirtî ne. DAIŞê gelek ji mirovên wî serjêkir û malên wan talan kir û fişareke pir mezin li ser wê gundî kirin, tenê bi sedema ku pêşiya wan, ew ligel tevgera azadiya Kurdsitanî bû ne.

Mamoste piştî ku li gundê Qijûma ya ser bi Cindirêsê ji aliyê rêjîma Sûrî ve tê girtin, ew 3 salan bêhtir tê zîndankirin û dema ku hate berdan, rêberê gelê kurd jê re divbêje, tu êdî xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî bike û pişt re jî tu dikarî bêhtir xizmetê doza gelê xwe bikî.

Em bi navê tevahiya mala Murşid cansaxiyê ji mamoste û heval Mustafa re dixwaz in.
Mixabin

Hozan Murşid Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket