Silêmanî; Xwepêşandanek li dijî Tirkiyê birêve çû

kurdistani 01:33 PM - 2016-10-25
Silêmanî; Xwepêşandanek li dijî Tirkiyê birêve çû

Silêmanî; Xwepêşandanek li dijî Tirkiyê birêve çû

Xwepêşandanek li dijî hebûn û destêwerdana Tirkiyê li Kurdistanê birêve çû.

Duh roja suşemê 24-10-2016`an li bajarê Silêmaniyê, xwepêşandanek li dijî hebûna artlşa Tirkiyê mli Herêma Kurdistanê birêve çû.

Her weha ew xweplêşandan bi riya komîteya derxistina Tirkiyê ji axa Herêma Kurdistanê ve hatibû lidarxistin û bi awayekî girsayî, ji ber deriyê avahiya Emne Soreke ber bi avahiya nûsîngeha Parlemana Êrasqê ve çû.

Di wê barê de, , endama komîteyê  Gulîzar Mihemd ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew çalakî ji bo protostokirina hebûna artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û ji bo şermezarkirina destêwerdanên Tirkiyê ji bo nava karûbarên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Mihemd aşkire kir ku ew bi hêvîne ku hemû alî û rêzistinên sivîl û mafdarî tevlî çalakiyên wê komîteyê bibin tako fişareke li ser dewleta Tirk ji aliyê navnetewî ve bête kirin  ji bo artêşa xwe ji Herêmê bikşînê û destêwerdanên xwe ji Rojavayê Kurdistanê re rawestîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket